psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

PDK-Bakur bûyera li Ruha-yê, hêrîşkariya li dijî xortên Hak-Par-ê bi tundî rûreş dike!

Hêzên welatparêz hewce ye dijî provakasyonan şiyar bin

Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa ku li Rihayê dijî xortên HAK-PARê qewimîbû, bi tundî şermezar kir û bang li hêzên welatparêz kir ku bila li dijî provakasyonan şiyar bin.

Daxuyaniya PDK-Bakur bi vî awayî ye;

Doh roja 25.01.2011 li bajarê Ruha-yê bûyereke dilêş qewimî. Li gora agahdariyên Hak-Parê sê xortên aligirên Partiya wan rûberûyê hêrîşên komekî xortên aligirên BDPê bûne û du ji xortên Hak-Parî brîndar bûne. Ev bûyer cihê xemgînî û dilêşiyê ye. Di nav hêzên welatparêz de husumet û hêrîşkarî zirarê daye û dide tevgera welatparêz. Kurdan bi têra xwe ji şerê birakujiyê kişandiye. Şer û hêrişkariyên nav hêzên welatparêz hertim dijminên Kurdan keyfxweş kiriye. Şerkerî û hêrişkarî di nav hêzên welatparêz de hewce ye bibe xeteke sor di nav Kurdan de. Destê Kurdekî ku li Kurdekî din rabe, bila bijan be û bişke. Bes e! Êdî divê Kurdekî welatparêz şerê Kurdekî din neke. Em hemî bi yekdeng û yek mejî li dijî şerê birakujî û hêrişkariyên bi vî cureyî derkevin.

Di demeke ku bahsa provakasyonan tê kirin ku hin hêzên tarî dixwazin careka din PKKê û Hizbullahê berê hevdu bidin, di nav Kurdan de neleheviyan peyda bikin, hêzên welatparêz berê hevdu bidin, pêwist e tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê bi taybetî şiyar be û van plan û provakasyonan têk bide, pûç derxe. Di demeke wisa xesas de qewimîna li Ruha-yê serberdeyatiyeke bêhnketî ye, rê li ber provakasyonan ve dike.

PDK-Bakur vê bûyerê û hêrîşkariyê bi tundî rûreş dike. Em bang li berbirsiyarên BDPê û KCDê dikin ku vê bûyerê zûtirîn zelal bikin û bi helwesteke ronî û aşkere li dijî şer û hêrîşkariyên nav Kurdan û Kurdistaniyên welatparêz de rabigihînin. Banga me li hemû rêxistinan û kesayetên xwedî rol û erk, ew e ku li dijî hêrîşên navxweyî li nav Kurdan derkevin. Ev cure herîşkariyên navxweyî tevgera Kurd ji demokrasiyê û medeniyetê dûr dixe.

Li dora tevgera parastin bi zimanê Kurdî û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî yekîtî û yekrêziya tevgera welatparêz li bakurê Kurdistanê pêkhatiye. Buyerên wekî li Ruha-yê zirarê dide yekrêziya tevgera Kurdî.

Kurdno, Kurdistanîno, welatperwerno li dijî hêşandina Kurd bi destê Kurd derkevin, dijminên Kurdan bi van bûyeran şa nekin. Kî dike bila bike, hewce ye Kurdên welatparêz li dijî van hêrişkariyan û şerê birakujiyê derkevin. 26.01.2011

PDK-Bakur

Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011