psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Pêşengeha “Tarîxa Mezopotamyayê” hat li darxistin

Mihemed Eren/Amed

Li Amedê hunermend Şarro Malke pêşengeha xwe ya şexsî ya “Tarîxa Mezopotamyayê” ku tê de çanda Suryaniyan hatiye hunandin, hat li darxistin.

Pêşangeha ku li salona Şaredariya Mezin a Amedê hat li darxistin, dê hetanî 25ê vê mehê li pêş çavan raxistî bimînê.

Pêşangeh, bi beşdariya hêjmarek hunerhez û şêwekaran ve kurdeleya wê  ji aliyê Sekreterê Şaderiyê Ebdullah Sevinç, Şewekar Şarro Malke û Metranê Dêra Dayîk Meryem Yusuf  Bulut ve hat birîn.

Beşdar pêşî li pêşêngehê geriyan û her wênek  bo wan hat danasîn, paşê jî bi kokteylek hat şanezîkirin.

Di kokteylê de hat diyar kirin ku ev pêşengeh hêj zêdetir ji bo danasîna çanda Suryaniyan ku yek ji wan qewmên ku di nav kurdan de dijîn.

Hat ragihandin ku hunermend Şarro Malke heta nuha li çendî welatên Ewrûpayê qasê 15 pêşangehên weha li darxistiye û dê di vê dema nêz dê li bajarê Merdînê j îli dar bixe.

   
   
Dengê Kurdistan © 2011