PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Payama Platforma Kurdên Ewropa-PLATFORM bona sala nu
EM SALA 2004 AN BI HEV RE BIKIN SALA BISERKETINÊ

Gelê Kurd salake dîrokî, sala 2003 an li pey xwe hişt.
Kurd bi hêvîyeke mezin û bi helwestên pevkelandina hestên neteweyî pêşwazîya
sala nu, ya 2004 an dikin.

Di salên buhurî de gelek bûyer û rûdanên girîng bi ser Gelê Kurd de
hatin. Di nav alozî û labîrentên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, di gel hemî
astêngî û rêlibergirtînên dujminane, desthilatdarîya Kurdan, bi taybetî
desthilatdarîya Kurdan ya li Başûrê Kurdistanê, bi helwestên xwe yên
neteweyî û bi zîrekîyeke dîplomasîya navneteweyî pirsa Kurd û pirsa statuya
Kurdistanê di rojeva cîhanê ya sîyasî de bi cih kir.

Reng û dengên pevxistina hestên neteweyî yên li Rojhilata (Bareşê)
Kurdistanê hêvîya Gelê Kurd geştir dike. Hevgirtina hêzên Bareşê Kurdistanê
di guherandina statukoya Rojhilata Navîn de pêngaveke erênî ye û pêwîst e.
Bi guherandina statukoya Rojhilata Navîn, Dewleta Sûriyayê u bi
taybetî Rojavayê (Baweşê) Kurdistanê bi rûdanên girîng dagirtîye. Di vê
kefteleftê de fersendeke dîrokî dikeve destên kurdên Baweşê Kurdistanê. Îro
hevgirtina hêzên sîyasî ji hemî demê bêtir xwe dide pêş. Tevgerên hêzên
Baweşê Kurdistanê yên dawîn  erêniyeke berbiçav e û bi tevayî alîkarîya
geşkirina hestên neteweyî dike.

Bakurê Kurdistanê, mixabin di vê hengameyê de, di gel hemî rûdanên
nuh, bêdeng e û di lêgerîneke sîyasî de ye. Dewleta Turk dev ji sîyaseta xwe
ya kevnare bernade. Gelek caran vekirî û carinan bi destên kurdên pêgirtîyên
xwe erîşî bidestxistin û hêjayîyên kurdan dike. Her weha bi dek û lîstikan
dixwaze kurdan ji daxwazên wan yên neteyeweyî û rewa bi dûr bixe û dunyayê,
bi teybetî Yekîtiya Ewrupayê bixapîne û li hemberî Pirsa Kurd bêdeng bike.

Sala nuh ya 2004 an barekî gran dide ser milên hemî welatperwer, hêz û
rêxistinên Kurdistanê. Gelê Kurd di nav gelên bindest yê cîhanê de, yek ji
wan gela ye ku Cepheya xwe ya Neteweyî heta nuha pêk neanîye. Îro ji hemî
deman bêtir pêwîstî bi hevgirtineke neteweyî heye.
Platforma Kurdên Ewrupayê, PKE, bi hêvîya çareserkirina pirsa Kurd û di qada
navneteweyî de naskirina statuya Kurdistanê, sala 2004 an li we pîroz dike.

PLATFORM  - PKE
(Platforma Netweyî ya Hêzên Bakurê Kurdistanê - PNK-Bakur
DEM-KURD
Înisiyatifa Kurdên Ewrupayê IKE)

 

 

  Dengê Kurdistan © 2004