PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

 

Ji birêz kek Kemal Burkay ra;

Em we ji dil û can pîroz dikin ji bo standina xelata taybetî ya Premio Cremona ya sala 2004 di warê şiêrê de.

Wek her kurdekî xemxurê çand û edebiyata kurdî, em jî bi vê xelata we zehf şa û dilxweş bûn. Qet şika me tune ku, di demên pêşda hûn ê xelatên herî mezin ji gelê xwe bistînin. Belkî zû belkî dereng...

Berî çend rojan, dostekî di nav sohbetê de pirs kir: “Gelo îtaliyanan ji ku helbesta kek Kemal peyda kirine, xwendine û xelat danê?” Li gor min bersiva wê pirsê ya herî baş di vê çarîna kek Kemal bi xwe de ye;

Gotin heye li ber bê ye, çilpîna avê ye
Gotin heye mixê pola, zêrê bin axê ye
Şiêra ku ji dil bê, bi raman xemilî be
Erbab wê derîne ji kûraya behrê ye

 Her mirovekî  welatparêz  minnetdarê wan hosteyan e ku nimûneyên hêja yên hunera kurdî, edeba kurdî pêşkeşî çanda gerdûnî dikin. Ew serbilindiya me ne. Spas kek Kemal! Bila destê We sax be!

Haluk Ozturk

Li ser navê Roja Nû

  Dengê Kurdistan © 2003