PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Gelê Kurdistana rojava ne bi tenê ye !

Di 13ê Adara sala 2004an de li bajarê Qamiþloyê, provakasyona rejima Baasa nijadperest ya Sûrîyeyê bû sebeba þehîdbûna bi dehan kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Her Çiqas dujmin li hemberî doza gelê kurd ya rewa dikeve tengasîyê, ew bêtir har û êriþker dibin. Ew hê di þoka rûxandina Rejima Dîktator ya Saddam de nin. Ew hê jî di þoka pêngavên pîroz yên li Baþûrê Kurdistanê de ne û ew pê dihesin ku êdî îro dora wan e. Loma jî têkoþîna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê de taybetî yên di van salên dawî de Rejima Baas a nijadperest aciz dike û wan dixe tengasîyê.

Roj tuneye ku li Sûrîyeyê welatperwer, siyasetmedar û ronakbîrên kurd neyên girtin an neyên binçav kirin. Rejima xwînrêj di 8 ê Adarê, di pîrozkirina Cejna Jinan de jî êrîþî ser kurdan kirin û bi dehan kurd girtin.

Qetlîama 13 Adarê encama neyarî û nehezî ya gelê kurd yên li Rojavayê Kurdistanê ye. Destkevtîyên gelê kurd li Baþûrê Kurdistanê, dewletên dagirker tirsandîye. Loma jî Rejima nijadperest li Sûrîyeyê, dixwaze pêþî li geþbûna tevgera gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigre.

Heta ji destê Rejimên nijadperest yên dagirker tê, astengiyan ji bo destkevtinên gelê kurd li Baþûrê Kurdistanê derdixin. Heta ji destê wan tê nahêlin ku Baþûrê Kurdistanê ew destkevtîyên xwe ya statuya siyasî-federalî ya li ser bingehên neteweyî û welatî, bi îradeya xwe azad tayin bike. Lê weka wan nebû û ewê weka Rejima nijadperest Baas a Sûrîyeyê jî ne be.

Ewê êrîþa wan ya li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî doza gelê kurd û têkoþîna wê raweste.

Azadî û Serxwebûn bi têkoþînê bi dest dikeve. Gelê kurd li her çar alîyên Kurdistanê têkoþîna xwe didomîne û heta nuha di vê têkoþînê de û di vê rêya Azadîyê de gelek þehîd jî dane.

Loma jî êrîþên dagirkerên Kurdistanê nikare milletê kurd ji vê rêya Azadî û Serxwebûnê   vegerîne.

Em Platforma Kurdên li EwrûpayêPLATFORM, vê êrîþ û qetlîama li Rojavayê Kurdistanê protesto û þermezar dikin.

Divê bê qeyd û merc, rejima Sûrîye hêzên xwe yên leþkerî ji Qamîþlo û ji deverên din yên Rojavayê Kurdistanê vekiþîne.

Divê yekser hemû girtîyên kurd bê berdan û di zûtirîn wext de tawanbarên vê bûyerê bê eþkere kirin û bê mahkeme kirin.

Em ji gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê sersaxîyê û ji birîndarên xwe re þifayê dixwazin. Êş û azara gelê me yên li rojavayê Kurdistanê, êş û azara tevahîya miletê Kurdistanê ye.

Divê em destê xwe bidine hev û em hêzên xwe bikine yek û heta bi destxistina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û Demokratîk, bi hev re di vê rêya Azadîyê û Serxwebûnê de xebat û têkoþîna xwe bidomînin.

-         Bijî liberxwedana gelê rojavayê Kurdistanê!

-         Bijî kurd û bijî Kurdistan!

-         Bakur, başûr, rojhilat,

Kurdistan yek welat!..

PLATFORM - Platforma Kurdên li Ewrûpayê

2004.03.14  

 

  Dengê Kurdistan © 2004