PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bîr û rayê giştî ra

Provokatorên PKK êrîş anîn ser Newrozê

Partî û rêxistinên Kurdîstanî (Hoybun, Komkar, Hevbendî, PYK-S) di 15 Adar 2003’an da li bajarê Berlînê newroz pîroz kirin. 25-30 kesên provokator yên PKK, bi çek û daran ve êrîş anîn ser vê şahîyê, hozanê netewî yê gelê Kurd Şivan Perwer kirin hedefên xwe. Temaşevan û parêzgerên şevê Şivan baş parastin û ne hiştin ku kesek nêzik be. Tembûra wî jî neşikest. Hîn înformasyonên ku hatine belavkirin, da ku dest û ling û devên parêzkarên şevê hatiye girêdan, ne rast in. Ev hevalana bi camêrî hember êrîşkeran sekinîn û berxwedan.

Zarokên Kurd, yên ku li ser sahnê, di pişt Şivan da rûniştîbûn, ji vê êrişê pir tirsîyan û qîrîyan. Temaşevan û parêzgerên şevê rê nedan êrîşkeran û ew avêtin derê salonê. Piştê êrîşe, Şivan careke din hat sahnê, axaftinek kir û bi temaşevanan ra stranê HERNE PEŞ got û slogana Bijî Kurdîstan avêtin. Şev wek programa xwe berdewam kir û bi serfirazî dawî hat.

Her usa rojek paşê jî, di 16.3.2003 an da jî li bajarê Parîsê jî Apocîyan êrîşê şahîya Newrozê kirin. Li vir jî negihiştîn armancên xwe.

Xelkên me yên Welatparêz,

Erîşên PKK cara yekem nîn e. Tiştên ku qewimîne, ber çavên hemû însanan in. PKK salên borî jî çend caran van tiştan pêkanîn; însanan birîndar kirin û kuştin. Ev êrîşana bi tevayî kêrî dewleta Tirk tê û zirareke mezin dide tevgera Kurd

PKK-KADEK bi dewleta Tirk ra “aşitî“ kirîye, ber wan da stuyê xwe xar kirîye; xizmetê li dewleta „Demokratîk“ ra dike,  lê belê alîyê din da jî êrîş tîne ser Newozan, ser Kurdên welaparêz. Ji bo baş têgihiştîna van bûyerên dawî, divê rewşa dawî binhêrin.

Dewleta Tirk bi mehan e plana çêdike û dixwaze Kurdistana Başûr dagîr bike. Hember vê plana dagîrkirinê, bêyî PKK-KADEK ji çar parçên Kurdistanê, rêxistin û partî bi hevra çalakîyan dikin; dijî vê planê derdikevin. PKK-KADEK divê pişgirî vê tevgerê bike, lê ew şuna wî êrîş tîne ser Kurdên welatparêz. Tiştên ku rejîma Tirk nikare pêk bîne, PKK-KADEK pêk tînin.

Em, rêxistinên demokratîk û Partîyên Kurdîstanî ji PKK-KADEK daxwaz dikin, ku dest ji van êrîşên xwe berde. Divê bê zanîn ku, terorek li kîjan welatên Ewrupa pêk bê, zirareke mezin bide tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd.

Gelê me yê welatparêz,

Hembêr vê provokasyonê, bi gotineke dinê qirkirina Kurdan bi destê Kurdan, derkeve. Dije êrîşkeran dengên xwe bilind bike. Lanet li wan bîne.

- Lanet li provokatoran!

- Bijî yekitî û biratîya hêzên Kurdistan!

- Bijî Kurd û Kurdistan!

18.03.2003

HOYBUN - KOMKAR - HEVBENDI - PYK-S

 

  Dengê Kurdistan © 2003