PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

PSK LI MUNÎH Û HEİLBRONÊ BÛ

Di bin dirûşmên jêrê“
ROJ ROJA KURDAN E
BİJÎ KURD Û KURDİSTAN
BİJÎ PARTÎYA SOSYALİSTA KURDİSTAN “

30 salîya PSK li gelek welat  û bajarên Avrupayê konferansan va tê pîroz kirinê.

24 mehê li bajarê Elmanya li Munîhê bi beşdariya kurdên ji her çar parçên Kurdistanî va Konferansek bi zimanê kurdî hat dayînê.

Gotarvan bi kurtî behsa dîroka rêxistin û partîyên Kurdan kir. Piştra damezrandina Partîyek sosyalist ya pêşin (PSK) li Kurdistanê sekinî, li ser dijwarîyên li pêş partîyek sosyalist û rewşa cîvakê ya wê demê peyîvî.

Di heqê bername û destûra partîyê da jî agahdarî da guhdaran. Bi taybetî li ser xalê Federalîzm û Kurdistanek serbixwe da agahdariyek fireh da. Gotarvan di axaftina xwe ya ser vê babetê weha  axifî:

“ Di dîroka partîyên Kurdan da cara pêşîn  PSK di bernama xwe da Fedaralîzm wek çareserîyek realîst destnîşan kir. Helbet heq û mafê gelê Kurd e ku welatek serbixwe da bijî  bo vê armanca pîroz jî bi her awayî têbikoşe. Lê gor partîya me, fedaralizm ango du dewletên wek hev, careseriyeke realist bû. Partîya me heta nuha jî vê rê çareserîya yekem dibîne. Heke pey azadûbûnê, gelê me bixwaze, şert û mercên cîhanê û navçê jî mecal bide, gelê Kurd di Kurdistana Bakûr da dewletek serxwe avadike. Ev mafê me Kurdan e.

Em gelek serbilndin ku îro, gelek Partîyên Kurdan ne tenê Kurdistana mezin her usa herdu Partîyên sereke yên Kurdistana Başûr jî ev rê wek riya  çareserîyê hilbijartine. Çawa hûn jî dizanin ev daxwaz bi dest jî xistine. Divê em bi hemû hêza xwe va piştgirî û alikarîya wê destkevtiyê bikin. Derîyê ku bo me Kurdan vebûye, hin firehtir  û xurttir bikin.”

Gotarvan, di van 30 salan da Partiya Sosyalîs a Kurdistanê (PSK) ji bo Kurdistaneke azad çawa di bin zulm û zordarîyek mezin da, kar û xebatên xwe meşandîye anî zimên. Gor bernama xwe partî kingê, çawa û bi çi şiklî xebat kirîye, û xasima bo çi heta nuha yekitîya hezên welatparêz pêknehatîye jî raxiste ber çawan. Her usa di vê bareyê da di van salên dawîn li welat HAK-PAR, li dervayî welat jî yekitîya Komelên demokratîk, Însîyatîfa rewşenbîrên Kurdistanê û di dawîyê da jî çawa gihîştîye PLATFORM ê behs kir. Giringîya berdewam kirina van karan nîşan da. Himber teslîmbûyînê çawa dilsozên welat bê westan kardikin û gel hîşyar dikin, para PSK di van bizavan da çîye eşkere kir. Her usa behsa piştgirî, hevkarîya  di nav hêzên her çar parçên Kurdistanê û  karên bo pêkanîna otorîteyek nav Kurdan da bizavên PSK kir.

Di heqê bikaranîna gihîştina armanca pîroz jî got:

“ Heqê gelê Kurd heye ku ji bo azadî û rizgarîyê her cure xebatê bikarbîne. Em dijî şerê çekdarîyê nînin. Bes divê şert û mercên welat, navçe  cîhanê rê bidê me. Lê divê berê pêşîn gel bê hişyar kirin, rêzkirinê. PSK heta nuha giranî daye karên sîyasî, aşitîyane û demokratîk. Heta ku gel, kadroyên Partîyê bi çekên herî girîng; bi sîyasetek rast û durust perwerde nebe, dibe ku şerê çekdarî yên ne bi wext, serda jî bikeve destê nezan û xwefiroşan malweranîyê, qirkirina gelê me jî dikare bîne holê. Nimûne vaye li ber çavên me ye, pêwist nine ku em nimüyek din li cîhanê da bidin. Dîroka van dawîyan ya gelê me, di vî warî da jî PSK çiqas xwedî pêşbînîyek rast bûye carek din jî nîşanê me dike.” Got.

PSK di warê ragihandinê da çiqas kar meşandîye, behsa navê hin weşananü rola wan  kir. Pişt ra behsa GEL-AG kir. Pêwistî û girîngîya projeyê anî ser ziman, ji beşdaran xwest ku bo vê yekê di nav gel da  propaxande bikin û piştgirîyê jê bixwazin.

PSK li gor şert û zemanan, gor pêwîstîyên waqîyî di serî da bernama xwe, xwe nû kirîye. Ev pêvajo her wê dewam bike, got  û qala hin nimûnên ji dîroka Partîyê kir.

Gotarvan balkişande ser hevkarî û tevxebata bi gelên cîran ra û bi kurtî qala wan xebatan kir.

Di  rewşa cîhan û rojhilata navîn ya  îro da wazîfe û erkên kurdan û PSK yê kivş kir.

“ Bîr û bawerîya me dîsa wek berê pêwîstiya pêkanîna yekitîya hêzên Kurdistanî ye. Derîyê me her tim vekirîye. Kî ku ji bernama me, kar û xebata me  razî ye, em pê ra dikarin kar bikin. Ne şert e ku em di nav partîyek da bin, di bin sîwanek netewî û demokratîk da dîvê em bi hevra têbikoşîn!

........

Bi gişk hêzên xwe va divê em piştgirîya Kurdistana Federal bikin.

Her usa divê em hemû, hevkarîyê bi raperîna demokratîk û rewa ya Kurdistana bin destê Sûrîyê, bi birayên xwe va bikin. “ 

25 mehê jî li bajarê Heilbronê jî ev konferans hate dayînê. Ji ber ku beşdarên konferansê kurdîyek wek zimanê  civîneke ilmî tenegihîştin, konferans bi zimanê tirkî bû.

Pey herdu civînan jî beşdaran pirsên xwe kirin, hin caran bi kurtî bîr û bawerîyên xwe anîn ziman usa dîyar bû ku gelê Kurd careke dî  berê xwe dide xeta rastîyê. Her usa bi desketîyên Kurdistana Başûr va ruhîyeta netewî xurt dibe. Neyar û  xulamokên wan êdî nikarin pêşîya vê meşa pîroz bigrin.

Roj roja Kurdan e
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Partîya Sosyalîsta Kurdista

 

  Dengê Kurdistan © 2004