PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bo raya giştî,

8’ê Çileya Paşîn, li Diyarbekirê qezayeke balafirê pêk hat . Di qezayê de 75 kes jîyanê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Platforma Kurdên Ewrûpayê serwxeşîyê xwe yên xemgîn pêşkeşî malbata kesên, ku  encamee qezayê de jîyana xwe ji dest dane, dikin û şîfa ji bo birîndaran dixwazin.

Li seranserê Tirkiye û Kurdistana Tirkiye rêwîtîya bi balafir perçeyek ji jîyana xelqê bûye. Her roj bi hezaran mirov rêya balafirê bikar tînin. Lê mixabin, rastîya Tirkiyeyê,  piştî qezaya li Diyarbekirê bi awayeke vekirî careke din derket holê. Balafirgeha Diyarbekirê tevî 16 balafirgehên din yên ku li bajarên Kurdistanê de hene, ji aletên pêwîst yên modern ku di rewşa hewayên xirab de alîkarîya pîlotan dike, mahrûm in. Sebebê esasî ya qezaya dawî jî, ew bûye. Piştî lêkolînan hate holê ku aletên wisa di piranîya balafirgehên bajarên rojavaya Tirkiye de hene lê li bajarên kurdan tune ye. Ev rastîya rûyê dewleta Tirkiye û nêrîna wan ya derheq heremên Kurdistanê, radixîne ber çavan.

Em hêvî dikin ku qezayên wiha careke din neye serê mirovên me. Hêvîdar in malbat û dostên yên mayî bi sebir vê êşa xwe ya giran derbas bikin.

PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(DEM-KURD, PNK-Bakur, İnsiyatîf)

Navnîşana Pêwendîyê:

FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org

2003-01-10

 

  Dengê Kurdistan © 2003