PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

RADYOYA  YÊRÊVANÊ Û PÊŞDAÇÛYÎNA SİTRANBÊJYA KURDÎ

Eskerê Boyîk

Nîvê salên pêncîyî li Ermenistana Sovyêtê dîsa rojên xweş seva pêşdaçûyîn û gulvedana çand, huner û kûltûra Kurdî vebûn, karê kurdewarî geş bû.

 Ew mecalên pêşdaçûyînê, ku dewleta Sovyête dema demezirandina xwe da dabû Kurdên welatê xwe sala 1937 an  hatibûn rawestandin. Herba cihanê ya dudan, ku bi altindarya welatê Sovyêtê bi dewî hatibû, êdî ji pey xwe çend sal hîştibûn. Tengasî û dijweryên şer hêdî-hêdî derbaz dibûn, birînan kew digirt. Kurdê wî welatî jî şer da bedelê mezin dabûn, wan jî weke xwe telî-tengasî  dîtibûn..

 Tevgera gelê Kurd ya azadîxwez jî cihanê da dijî zulm û zora dagerkiran xwe dida hisandin. Rojhilata Navîn da bûyarên sîyasî yên giring diqewimîn.

Hukumata sovyêtê dîsa Kurd kirine bîra xwe. Paytexte Ermenistanê: Yêrêvanê da dîsa dest bi weşena rojnema RIYA TEZE, radyoya Ermenistanê ya dewletê da axaftinên bi zimanê Kurdî bûn. Ji bo dibistanên gundên Kurdan dersdarên ziman û edebyete kurdî hatin hazirkirin. Beşa Nivîskarên Kurd li rex Yekîtya Nivîskarên Ermenistanê, Akadêmya Ermenistanê da tevî beşên Rojhilatzanyêye din usan jî kar û xebatên li ser kurdzanyê geş bûn.

 Bawarkî temamya ew para gelê Kurd, yên li wê komarê dijîtin li dora wan merkezên xwe yên kûltûrî, çandî, perwerdeyî, zanyarî civyan. Ji bo ew merkez tev jî li bajarê Yêrêvanê da bûn, ji hev dûr nî bûn,, rewşembiran jî teva hev nas dikirin, bûbûn wek malbetekê, hêza xwe kiribûn yek, ku ew karê pîroz bi serketin bimeşînin.

 Sal hatin bihurîn û jîyanê nîşan da, ku li dervayî welêt, bi mecalên pir kêm, halê sansûryê yê berkî duqet da ( him ya Welate Sovyêtê, him ya Ermenya) rewşembirên Kurdê Ermenistanê ew karê welatparêzyêyî hêja bi serfirazî pêşda birin û emekê xweyî layîq  kirin di  xizna çand û medenyeta gelê xwe, bûn çira hişyarbûnê, gûman-hêvyên azayê seva hemû Kurd û Kurdistanê..

Ji wan merkezên kûltûrî, zanyarî, çandî yên jorgotî, her yekî di salên heyîtya xwe karne pir eyan û binghîn kirin. Lê dema derheqa wan  da  axaftin dibe, berê ewlin navê Radyoya Yêrêvanê tê bîranîn, bexsa stiran û dengbêjan, sazbendî û sazbendan tê kirin.

Ji bo wî wextî, gava  li heçar perçê Kurdistanê, berê ewlin, perçê herî mezin Kurdistana Bakûr da dagerkiran, nîrê xwe yê zulmê û tunekirinê li ser sutyê gelê Kurd giran kiribûn, bi toqê Kemalîzmê û şovenîzmê, pantûrkîzmê gel dixeniqandin, dipelçiqandin, ziman, nav, nasneme, dîrok, çand, heyîtya kurdewarî dihate înkarkirin, aşê asîmlekirinê bi temamya hêza xwe dixebitî, dengê Radyoya Yêrêvanê, zarê Kurdîyî şîrin, kilam û miqamên Kurdan wek leylana biharêye xweş her roj hidûdên xezevê, yên polaye cemed dibirîn, derbaz dibûn, diçûn digihîştine dilên evdên zêrandî,  bindest, ji wan ra dibûn hêvî, dermanê jîyana kurdewaryê, heyîtyê, kela azadî û berxwedanê...

Di destpêkê da ji tunebûna kadirên pêwîst di rêvabirina wî karî da  dijwerî pêjda dihatîn. Wê demê li nava civaka kurdên wê heremê rojmemevan, kadrên pispor, usa ji zanên têxnîkî yên wî karî  pir kêm bun, yan qet tune bûn. Heta dîktorê (sipîkêr) ku karibin gotarên kurmancî pak bixwûnin û axaftinên bi radyoyê bi zanyarî rêva bivin, tune bûn.

Salên ewlin bi alîkarya zaneyên ermenî karekî xurt hate kirin. Li cîyê vala di nava çend sala da, axaftinên kurdî ji axaftinên radyoyê yên bi  zimanên din danedixistin. Di demeke kin da nav û dengê Radyoya Yêrêvanê li nav temamya Ermenîstanê, Kurdên welatê Sovyêtê û hidûdên wê der bela bû.. Ne tenê kurda lê, ermenya jî bi hizkirin sitiran û mûzîka kurdî dibihîstin.. Salên ewlin  axaftinên zimanê kurdî bi pêlên cî dihate dayîn. Di nav her gundekî da derva radîyo hebûn. Çawa xelkên gundên kurda, usan jî yê ermenya  bêsebir hîvya  axaftinên bi  kurdî bun, ku  kilam û miqamên kurdîye xweş bibihên.

Radyoya Yêrêvanê ya Kurdî roleke dîrokî di pêşdabirina sitiranbêjya kurdî da lîst. Dengê wê radyoyê tê bêjî temamya Kurdistanê da bû ronaya xwehisyanê, kulîlka sitiranbêjyê ya çilmisî geş kir, jîyaneke nû, hêzeke nû, hişyarbûneke nû wî werî da çê kir..

Eger hinek warên pêşdabirina ziman û çanda kurdî da rola kovara HEWARÊ û Bedirxanyan tê pêş, lê di warê pêşxistin, parastin û di nû va jîyankirina stiranbêjyê û sazbendya kurdî da rola Radyoya Yêrêvanê kêm nîne.

Ciqas ku ez zanim, sitirana kurdî ya ewlin, ku bi radyoya Yêrêvanê hatye dayîn Bêrîvana dengbêj Efoyê Esed .

Paşê ji pey hev sitiranên Şeroyê Biro, Ahmedê Mîrazî, Sûsîka Simo, Fatma Îsa, Egîtê Têcir, Belga Qado, Bêmalê Keko, Zadîna Şekir, Reşîtê Baso , Mehmedê Mûsa, Karapêtê Xaço, Mecîtê Silêmîn, Memoyê Silo, Xemoyê Hesen, Kubara Xudo, Seyadê Şamedîn, Şiblyê Çaçan, Sîsa Mecît û gelek gelekên din hatine nivîsar. Ew tev ji dengbêjên gelêrî, yên xurt û dengxweş bûn. Sitiranên wan, hîmlî ji derya zargotina me ya ji dewrana dihat. Demeke kin da ew dengbêj tev jî li nav guhdarên radyoye da hatin naskirin û hizkirin. Fonda dengxana Radya Yêrêvanê bi kilam û dengê wan  tije bû.. Niha ji wan dengbêjan tek-tûka mane. Lê xêra Radyoya Yêrêvanê dengê wan, sitiranên wan, ew durr-cewahirên xizna dengbêjya gelê kurd ji undabûnê xilaz bû û bû hebûna gel ya heta-hetê.

Wê demê wek niha nî bû, ne têxnîka dengnivîsarê hebû, ne komên stiranbêjyê, folklorê,ne jî komele yan kilûbên kurdan, ne jî mecalên belevkirina sitiranan. Xwestina dewleta Ermenya jî tune bû ku dengbêjî û folkilora kurda pêşkeve.Kom çêbin. Komê wane wî teherî ra bikevne hucetê. Ji bo reqas û sitiranên wan hîmlî rwqas, miqam û ewazên kurdî kurdî danîne bîra mêriv. Cilên folklorî jî ji xemla kurda cuda nedibûn..

Dengbêjî karê dengbêja yê hîmlî nî bû.. Wek niha, dengbêjî dengbêja  ra ne bûbû karekî aborî. Dewat jî bi def û zurnê dihatin kirin. Usa ku ji bo pêsdaçûyîna dengbêjyê, xwe pêsxistina dengbêjan tu mecal tune bûn.

Xebatçîyên Radyoyê pê dihesyan li nav civaka kurdan da, kê kilaman xweş distirên, diçûne cem, teglîf dikirn danîn cem xwe, tevî girûpên sazbendyê dengê wan dicêribandin û dinivîsîn. Payê sitiranbêjaye pirê, merivne gundî, nexwendî yan nîvxwendî bûn..

Tiştê sereke ew bû ku sitiran pir bi pirofêsyonalî, xemxurî, bijartî, bêy tiştên zêde dihatine nivîsar. Guhdarya mezin dihate danîn li ser zimên, ewêz, deng. Saya wê yekê jî  kilamên 40-50 sal berê Radyoya Yêrêvanê da hatne nivîsar, tê bêjî kevn nabin, bedewî, şîrnayî û tema xwe unda nakin. Naha jî dema hinek dengbêj wan kilaman nû  distirên, tê bêji nikarin di wan da tiştên zêdekirinê yan guhestinê bikinê (çawa têksta kilamê ûsan jî ewaz da ), xofê dikşînin dest bidine temametya wan.. Meriv tirê ji nû va sitiranêna wan kilaman kopî kirina bingeha ne. 

Tevî kilam û miqaman  usan jî destanên gelêrî yên wek Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Zembîlfiroş, Ker û Kulik, Sêva Haco, Dimdim û gelekên din bi sitiran û çîrok hatin nivîsar. Ji wan gelek, bi veçêkirna nivîskaran bûne, radîokompozîsya, şano û hatine parastin. Evan, ne tenê tîatroyê bi deng in, lê kompozîsyayên kilam, miqam û mûzîka kurdî ne...

Dengên dengbêjan bi ewazên sazbendên mezin Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile, Taharê Emer û gelekên din dihat xemilandin. Vira cîye, ku emekê Egîtê Cimo bê şêkirandin. Emekê wî sazbendê gewre di nav serrastkirin, hazirkirin û dengnivîsara her sitiranekê da heye. Şureta sazbendyê ya bilind û xwendina sazbendyê ew kirine hunurmendekî gewre, mamistakî zane di warê dengbêji û sazbendiya kurdî da. Ew her dengbêjî ra li ser deng û sitiranên wan xebitîye, bi ewazên bilûra xwe şîrnayîke xezayî daye sitiranan.

Bi miqamên wî hûnandi gelek helbesên helbestvanan bûne kilamên nemir. Kilama Welatê min Kurdistanê jî ya wîye.

Hostatya sazbendya Şamilê Beko evseneyî bû. Di warê bilûr, fîq, zurnê da dijwer yek hebe bigihîje bilindaya wî.

 Di sewta zurna Xelîlê Evdile da şîrnayî, nazikayî û nermayîke kurdewarî hebû. Sewta zurna wî, teyê bigota guhê mêriv da dihelya. Sewteke usan bû, ku bi xeberan meriv nikare temamya his, hewas û lezeta bihîstina dengê zurna wî bîne ziman...

Dema derheqa sitiranbêjya kurdên Ermenistanê û Radyoya Yêrêvanê da axaftin dibe gerekê navê Sûsîka Simo neyê bîrkirin.Ew hê berî vekirina Radya kurdî jî sitiranbêja kurde pirofêsyonal ya  tek û tenê bû li rêspûblîka Ermenîstanê. Ew tev komên başqe-başqe (yan jî koma xwe çê dikir) digerya û konsêrtên kilamê kurdî dida. Rind tê bîra min, wê demê ez zaro bûm, girûpa wê, Şamilê Beko û hinekên din dihatin û kilûba gundê me da konsêrt didan. Emekê Sûsîka Simo di piropagandakirina dengbêjya Kurdî da li Ermenîstanê pire. Heta dewya salên heyştêyî jî kilamên Sûsîkê yên teva zeftir bi radyoye dihatin dayîn.

Salên qeyde Sovyêtê,  yên ewlin da, di nav dengbêjya kurdî da kilamên bi sitîl, cûre û naveroka nû peyda bûn.. Sûsîkê jî hîmlî ew kilam û kilamên gelêrîye sivik distiran. Wan da pesnê qeydê sovyêtê, jîyana nû, xebatê, xwendinê, partîya komûnîsta, Lênîn, Stalîn, kolxoza, sosyalîzmê, pismamtî-biratya gelan  dihate dayîn. Hîmê sitiranbêjya wî teherî li nav kurda da, aşiqên gelêrî yên wê demê Ahmê Çolo, Aşiq Nazûk  û hinekên din danî bûn, paşê ev warê stiranbêjyê bi alîkarya dengbêjên gelêrî û helbestvanan berfire û xurt bû… Vira cî ye derheqa dengbêj û sitirannivîs Mecîtê Silêman  da jî bê bîranîn. Ewî, bi kilam û mûzîka xwe  tiradîsya stiranbêjya jorgotî berdewam kir û pêş xist. Gelek kilam bi xeber û miqamê wî sêwirandî radyoye da hatine gotin. Ewî ew kilam tev Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir û hinekên din sitiraye.

Di dereca pirofêsyonalîzmê û propagandakirna kilama kurdî da gerekê karê dengbêja dengxweş û xwedêdayî Zadîna Şekir bê şêkirandin. Ewê jî tevî gurûpên ermenya bi salan kilama kurdî li ser dikên rêspûblîkayê û hidûdên wê der sitiraye. Dema navê Zadînê tê dayîn dengbêjî, sitiran, ewazên mûzîkaêye nazik  dikevin bîra mêriv. Zadîne ji dayka xwe dengbêj hatibû dinê. Eger xweyê wê hebya, mecalên wê wek sitiranbêjên gelên mayîn bûna ez sedî sed bawarim Zadînê bibya siteyrkeke sitiranbêjyê ya bi nav û  deng.

Salên heftêyî kilam û helbestên aşiqê ermenyayî mezin yê sedsalên navîn Sayat Nova hatine wergerandin bi kurdî. Ew helbest çawe kilam jî bi ewazên wan hatin hazirkirin û sitirana wan sipartine xwendkara ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê  Aslîka Qadir. Bi van sitiranan wê cîyê xwe li nav malbeta dengbêjên kurd da girt. Paşê bi sitirana kilama Welatê min Kurdistanê li nav gelê kurd da hat naskirin û hiskirin.

Aramê Tîgran hewake nû û xweş anî  Radypya Kurdî ya Yêrêvanê û bernemên dengbêjyê, mûzîkayê bi sitiranên xwe xemiland. Bi alîkarya rewşembirên kurd yên Ermenistanê Aram radyoyê da li ser kar hate cîkirin. Ji wî ra mecalên efrandaryê hatin sazkirin. Civaka kurd e rêspûblîkayê ew hemêz kir. Çawa doktora hunermendîyê Nûra Cewarî dinivîse: “Di nav hunermendîya Aramê Tîgran da xeysetê ermenya û kurda, du sitîlên qedandinê tevî hev bûne û stîleke stiranên kurdî, ya bajaryê ya xisûsî çê bûye.”

Aram hostayê hûnandina miqamê kilama ye. Ewî li ser hîmê helbestên Feqîyê Teyran, Cegerxwîn, Şikoyê Hesen, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşît, Sihîdê Îbo û gelekên din salên xwe yên Radyoya Yêrêvanê da gelek kilamên nemir sêwirand, bi kîjana dengxana kilamên kurdî ya Radyoya Yêrêvanê dewlemend kir.

Di emrê Radyoya Yêrêvanê da bûyareke mezin bû dema kilamên hunurmendên bi nav û deng Şivan Perwer û Gulistanê gihîştinê Yêrêvanê. Dengê Şivên bi radyoya Yêrêvanê temamya Kurdistan da ber xwe, bela bû, bû banga  serhildan û berxwedanê, hisyarbûnê, jîyanê û heyîtyê, azayê û serbestyê.

Bi vê radyoyê salên dirêj dengê bilbilên Kurdistanê Mihemed Arifê Cizîrî, Eyşê Şanê, Îsa Berwarî, Hesen Cizîrî, Meyrem Xanê,Mihemed Şêxo li cihana kurdan bela bûye.

Radyoya Yêrêvanê da usan jî enekê hunermendên dema meye bi nav û deng Dilovan, Casimê Cerdo pire. Dengxana Radyoya Yêrêvanê da usa jî çend sitiranên Xana Zezê, Naza Kokil, Naza Xeto  gelekên din hene.

Bi texmîna me Ermenistanê da bi xebatên doktora Hunurmendyê Nûra Cewarî  sitiranbêjî û sazbendzanya kurdî ra pirî-hindikî hîmê zanyarî jî hate danîn. Sitiran hatine parevekirin ser beşa: yên meranyê, govendê, xebatê, yên sîyasî, yên welatparêzyê, sitirabên şinê, yên olî û hivd. 

Payê sitiranaye pirê bi nota hatine nivîsar, çawan bi pirtûkên başqe,û usan jî kovar û rojnema da hatine weşandin.Vî werî da karne hêja tev Nûra Cewarî usan jî, Cemîla Casim, Egîtê Cimo kirine.

Berpirsyarya  beşa sazbendyê û dengbêjyê ya Radyoya Yêrêvanê timê jî  pispor û zanyarên wî warîye eyan kirine. Nûra Cewarî, Cemîla Casim, Egîtê Cimo, Tîtalê Efo. Ew tev jî bi xwendina sazbendyêye bilind û pirofêsyonalê wî karî bûn…

Nav pirin. Di salên heyîtya xwe da, di  dereca pêşxistina sitiranbêjî û sazbendiya kurdî da Radyoya Yêrêvanê karekî pir mezin kirye. Ew kar bi xebata hezara merivan hatye kirin. Gotareke wa biçûk da bi gişkî emekê teva bê nîsandan mimkûm nîne..Wekî emekên hêja, bi rastê bê li ber çevan û ewleda ra bimîne arşîva Radyoya Yêrêvanê beşa Kurdî ra lênêhêrîna lêkolînkirna zanyarî pêwîste.

Van dewyan dema derheqa radyoya Yêrêvanê, kar û barê wê da axaftin dibe, tê nivîsar, ew fikira şaş pêşda hatye, ku destanînê wê, kara sala ye gewre navê çend dengbêja va tê girêdan. Ew jî dengbêjên usa ku bi xera wê radyoyê hatine naskirin, li nava  salên heyîtya wê  da bi  çend cara bûne mêvanê wê. Carna bi têlêvîzyonên kurdî evdine usa derheqa Radyoya Yêrêvanê da pêşda tên kû hêç haj kare wê tune ne. Hinek jî yekalî nêzîk dibin, bi qestî naxwezin hinek nava bêjin, derheqa karê wan da binivîsin,hewl didin karên kirî navê xwe û merivên xwe va girêdin..

Di bingeha vî karê gewre da emekê temamya rewşembirên kurdê Ermenistanê ye. Ji berpirsyarên wî beşî  girtî heta mamostayên gundan, zanyarên kurdê here mezin girtî heta xwehdkaran…

Du salên ewlin berpirsyarî wan radyoaxaftinan kirye nivîskarê kurdî bi nav û deng Casimê Celîl. Paşê,salê dirêj berpirsyar Xelîlê Çaçan Mûradov bû. Gerekê bi heqî bê gotin karê bingehîn dema wî rewşembirê welatparêzî hêja da hate kirin.. Çawa berpirsyar emekê Ahmedê Gogê jî kêm nîne. Salên nodî da kar û barê wê merkeza kurdî temam kete li ser milê Keremê Sîyabend û malbeta wî… Kerem karekî welatparêzyê yê hêja kir, nehîşt wan salên dijwer da ew merkeza kurdî Ermenistanê da vêse…

Beşê radyoaxaftina da salên başqe-başqe xebitîne helbestvanên bi nav û deng Şikoyê Hesen, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşît, nivîskarên eyan Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Sîma Semend, Tosinê Reşît, rojnemevan Mirazê Evdo, Têmûrê Xelîl, Hamoyê Rizgo, Baryê Mehmûd, Îşxanê Eslan, Hesenê Mehmûd û gelekên din.

Dîktorî (spîkêrî) kirine:Nûrê Polatova, Eznîfa Reşît, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo, Lûsîka Huseyn, Gulîzera Casim…

Di pêşxis xebata bê merkezê da emekê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Nado Maxmûdov, Sihîdê Îbo, Şekroyê Xudo, Semend Sîyabendov, Xalit Çetoyêv, Maksîmê Xemo, Karlênê Çaçanî, Elyê Ebdilrehman…pire…Meriv vira kare navê tev, nivîskar, rojnemevan, hunermend, zanyar, sîyasetmendarên kurde Ermenîstanê û hinek jî yên Gurcistanê binivîse.

Bi tifaq û karê tomerî radyoya Yêrêvanê navê xwe li nav dîroka gelê me ya bi hezaran sala da nivîsî. Karê wê, kirinê wê wê neyên bîrkirin.

 03. 08. 04.

 

  Dengê Kurdistan © 2004