PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

RAPOR

LI TIRKIYEYÊ PÊŞNİYARÊN JI BO DEMOKRASIYÊ Û ÇARESERKIRINA PIRSA KURDî

26-27ê Hezîrana 2004an

DI PÊVAJOYA YEKITIYA EWRÛPAYÊ DE PÊŞNIYARÊN JI BO DEMOKRASî Û ÇARESERKIRINA PIRSA KURDî

Wek tê zanîn di 11yê Çileya Paşîn sala 1999an de  di Zîrveya Helsînkiyê de Yekîtiya Ewrupayê, statuya“ Dewletta Namzet” da Tirkiyeyê. Bi vî awayî; di zîrveya meha Çileya Paşîn ya 2004an de Qonseya Ewrûpayê bi T irkiyeyê re di warê destpêkirina beşdarbûna muzakeran de îhtîmala biryardayînê  zêde ye.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), nirxandina pêvajoya endametiya YEyê  ya Tirkiyeyê, ji bo tespîtkirina daxwaz û helwêsta Gelê Kurd ya pêwajoya endametiya YEyê ya Tirkiyeyê , me di serî de li Diyarbekirê ,li gellek cî û bajarên Tirkiyeyê bi babeta “Di pêvajoya YEyê de Kurd û Tirkiye” sempozyûman  pêk anî. (Çi heyf e civîna ku 11ê Nîsana 2004an de ku me yê li Diyarbekirê pêk bianya, ji aliyê Waliyê Diyarbekirê ve hat qedexekirin. Ev kiryar, bi  rastiya vê pêvajoyê nakeve û rewşeke bedbext  e.)

Ev civînên ku me pêk anîne, bi beştarbûna bi sedan mirovên ku ji her aliyên civaka  Kurdan; ji rewşenbîr, hûqûqnas, nivîskar, sendîqakar, hunermend, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar pêk hatin. Pirraniya beşdaran, bi nivîskî û bi devkî ramanên xwe yên derbarê daxwazên Kurdan yên pêvajoya YEyê eşkere kirin. Di encama hemû ev civîn û gengeşiyan de fikir û pêşniyarên ku derketin rastê, em dixwazin wan bi her awayî bi we re parvekin.

Kurd, Yek Ji Ew Gelên Kevnare Yên Rojhilata Navîn E û  Divê Wek Her Gelî, Hemû Mafê Xwe Yên Neteweyî û Demokratîk Bi Serbestî Bikarbîne.

Ku her tim tê dîyarkirin, Kurd ne kêmnetew in. Ew di Rojhilata  Navîn de gelê herî kevn û mezin yê dêmatî ye. Kurd, zimanekî wan ê bi xwe ku ji malbata Hînd û Ewrûpa tê, bi navê Kurdî zimanekî wan, çandeke wan a dewlemend û dîrokeke wan a kevnare heye. Ji vî gelî, nêzikî 20 milyon kes di nav  tixûbê Tirkiyeyê de dijîn.

Di dema Şerê Rizgariyê de sozên ku ji aliyên rayedarên wê demê ve ji Kurdan re hatine dayin, bi damezrandina komarê re û bi imzekirina Peymana Lozanê re hatine jibîrkirin. Di ciyê wê de polîtîkayên yekalî ku hebûna Kurdan înkar dike dest pê dikirine. Heçî Kurd in kîngê ji bo daxwazên mafên demokratîk yên neteweyî serî hildabin jî bi tevkuştin û bi awayekî hovane hatine fetisandin, bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe hatine bidûrxistin. Di nav van serîldanan de serîldana 1925an ya Şêx Seîd, di sala 1930an serîhildana Agiriyê û di sala 1937an de serîhildana Dêrsimê serîhildanên Kurdan yên sereke ne ku di heman demê de bi xwîn û tevkuştin hatine fetisandin in.

Piştî damezrandina komarê wek hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wan jî hatiye înkarkirin û bi kampanyayekî mezin yên asîmîlasyonê xwestine ku Kurdan Tirkîze bikin.

Herêma ku Kurd lê dijîn di warên aborî û civakî de paş ve hîştine, li van deran hebûna saziyên kevneperest bi zanebûn hatine parastin û li ser piyan hîştine.

Bi kurtasî Kurd di pêvajoya dîroka Komara Tirkiyeyê de, di warên aborî, siyasî û çandî û di aliyan de hatine qewirandin.

Piştî derbeya leşkerî ya di sala 1980ê de polîtîkayên înkar û zilmê yên ku li himberê Kurdan hatine bidarxistin bêtir hovane bûne. Şerê çekdarî ya PKKê ku di sala 1984an dest pê kiribû jî ji bo bicihanîna polîtîkayên înkar û zilmê ji wan re bûye firsendeke mezin.

Di pêvojova vî 15-20 salên dawîn de Kurd û herêma ku lê dijîn bi her awayî bûye hedefa polîtîkayên heloşkirin û wêrankirinê.

Bi polîtîkayên koçkirinê yên ku bi darê zorê hatine kirin, demografiya herêma Kurdan hatiye guhartin. Bi dehan hezar gund û navçe şewitandine û vala kirine. 3 milyon Kurd ku li van deran dijiyan bi darê zorê hatine koçkirin. Di encama di vî şerê 15 salê dawîn de qewimiye li gor çavkaniyên fermî 35 hezar kes, di rastiyê de jî 50 hezarî zêdetir kes jiyana xwe ji dest daye, her ewqas jî birîndar bûne. Di vê demê de jî bi hezaran mirov jî bi cinayetên qisas nediyar hatine qetilkirin.

Bi avakirina Sîstema Cerdevanên Gundan, di nav civata Kurdan de hesûdî û dijminahî pêk anîne. Di herêmê de bi pêkanîna saziyên wek Walitiya Herêma Awarte (OHAL), Tîmên Taybetî û Jîtem jiyana civakî dijwar kirine.

Di van demên dawîn de di çarçoweya YEyê de hinek guhartin hatibin kirin jî polîtîkayên înkarina pirsa Kurdî di rastiyê de nehatiye guhartin. Hebûna gelê Kurd hê jî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin.

Ji aliyê din ve rayedarên Tirkiyeyê bi salan e pirsa Kurdî wek pirseke ewlekariyê dane xwuyakirin, çareseriya vê pirsê jî spartine hêzên ewlekariyê û serî li riya zordariyê dane. Di 20 salê dawîn de jî pirsa Kurdî wek pirsa PKKê nîşan dane, vê pirsê di raya giştî de li hundur û li derve wek pirsa “terorê” dane nîşandan. Bi vî awayî bi polîtîkayên xwe yên zordar li himberê gelê Kurd xwestine ku ev kiryarên xwe meşrû nîşan bidin.

Lê bi rastî pirsa Kurdî pirseke neteweyî ye. Lê di heman demê de xwedî aliyên aborî, siyasî, çandî, civakî, dîrokî û jeopolîtîk e. Digel vê yekê di nav çend welatî (wek Tirkiye, Iraq, îran û Sûriyeyê) de xwedî hebûneke komplîke ye. Ji ber vî aliyê wî hewldana çareserkirina vê pirsê gelek girîng e.

“Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê” û “Bernameya Neteweyî” Dûrê Nasandina Mafên Gelê Kurd e.

Armanceke damezrandina YEyê jî dewamiya jîngeha aştiyê ye. Di şertên Tirkiyeyê de bicihanîna armanceke weha ya herî girîng çareserkirina Kurdî bi awayekî demokratîk û di bingeheke wekhev de ye. Lê çi heye “Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê” “Bernameya Neteweyî” ya ku hukumetê ew amade kiriye û ji aliyê wan ve ji nû ve hatine sererastkirin û ji vê mantiq û ferasetê gelek dûr e.

Her wek din di rapor û Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê ku ji aliyê YEyê hatine amadekirin, çareserkirina pirsa Kurdî û Kurdan ku tevlî vê çarçoweyê nekirine, di nav gelê Kurd de bûye sedema nexweşî û fikareyên rasteqîn. Lê  Perlementoya Ewrûpa di sala 1992an de biryara naskirina  Mafê Tayinkirina Çarenûsiya Xwe ya Gelê Kurd daye.

Ger di Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê de û ger di  Bernameya Neteweyî ya Tirkiyeyê de di hin deman de Pirsa Kurdî ji nedîtinê hatine û pirrî çaran jî daxistine fêza mafên kesayetiyê.  YEyê çawa ku ji bo pirsa Qibrisê behsa çareseriya wekhevî û edaletê dike, di mesela Kurdî de jî qîma xwe bi tenê daxwaza mafên biçûk aniye û ev yek bi rikn û prensîbên edaleta vê yekitiyê nakeve.

Amadekirina Bernama Neteweyî ya Tirkiyeyê, bi felsefe, krîterên demokratîk û mantiqa Yekîtiya Ewrûpayê ve naedile. Ji aliyê din ve di pêvajoya amadekirina Bernama Neteweyî de civak û di serî de jî Kurdan beşdarê vê yekê nekirine û daxwazên wan nedane pêş çavan. Bernameyek weha eşkere ye ku wê têrî demokrasiyeke hevbeş, piraliya Tirkiyeyê û bi normên YEyê nakeve.

Partiya me di dema ku “Zagonên Entegrasyona YEyê”  di parlementoya Tirkiyeyê de dihat nîqaşkirin de, di rapora xwe ya 25ê Adara 2003an de hatiye îlankirin de bi israr behsa kêmasî û xeletiyên vî alî de kiribû. Lê çi heyf e ku nûnerên parlamento û hukumetê di yeka xwe de israr kirin. Di encamê de li Tirkiyeyê dîmeneke dûrî daxwazên demokatîzebûneke bi bingeh derket holê.

Gelo heta îro digel “Paketên Entegrasyonê” û yên guhartinê ku hatine amadekirin, mafên mirovan, mafên birêxistiniyê, civîn û mafên numayişên girseyî, bi kurtahî rewşa normên ku nebe nabe yên demokrasiyê di çi rewşê de  ye?

Di Çarçoweya Entegrasyona YEyê de Yên Hatine Kirin û Nehatine Kirin Çi Ne?

Heta tarîxa vê rapor hatiye amadekirin, di meclîsê de heşt pakêtên ku bi gelek guhartinên zagon û Zagona Bingehîn çêbûye. Pakêta nehemîn jî şandine parlamentoyê.

Guhartinên di zagon û Zagona Bingehîn de ku  di sala 2002an de çêbûne, ev guhartinên sereke weha tên rêzkirin:

Di nav vê demê de ;

Hebûna OHALê dawî lê anîn.

Xala 8. ya Zagona Bi Terorê re Tekoşîn (TMY) hat rakirin.

Cezayê îdamkirinê, di serî de li dervayî şertên şer, paşê jî bi temamî ji Zagona Bingehîn hat derxistin.

Xalên derheqê qedexekirina Kurdî de ji Zagona Bingehîn hat derxistin.

Girtina partiyan hat zehmetkirin.

Digel gellek şert û astengan ‘Bi zimanên din ên dervayî Tirkî weşana televîzyon û vekirina qûrsan’ hat serbestkirin.

Çi heye ku ev guhatinên hatine çêkirin, hem di çareserkirina pirsa Kurdî de hem jî li Tirkiyeyê di warê daxwazên demokratîzekirineke bingehin de gelek gavên paşdemayî û nebes in.

Beriya her tiştî, Zagona Bingehîn ya 1982an ku dema sazûma leşkerî de hatiye çêkirin li ciyê xwe sekinandiye. Di rewşa qada îhlalkirina mafên mirovan de jî bi eşkereyî di raporên salane ya Navenda Giştî û Şaxên Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Mazlûm–Derê de xuya dike. Li gor raporên van saziyan ku di sala 2003an de hatine weşandin; Di van deman de jî eşkence û bûyarên kiryarên xerab dom dikin. Di encama êrîşên cinayetên qisas nediyar û înfaz bêdaraz de mirov jiyana xwe ji dest dane. Ji ber raman û çalakiyên wan li kedkarên  dewletê lêpirsîn vedibûne. Di wan raporan de her weha; ‘ji bo ku ramanên xwe yên li dervayî ramanên fermî bilêvkirine  li ser partîyên siyasî, saziyên li dervayî hukumetê, rojnemevan, nivîskar û hunermendan zordestî dewam e ’ diyar bûye.

Em wek HAK-PARê û birêvebirên wê, ji ber ku qala çareseriya pirsa Kurdî kirine, partî û birêvebir bi dawayên cûrbecûr re rûberû man e.

Tenê kirinên ne demokratîk yên li hember partiya me hatine kirin,  li Tirkiyeyê  di aliyê astenkirina maf û azadiyan de gellek balkêş e.    

Derheqê HAK-PARê de di Adara 2002an de, ango di meha ku partiya me hat damezrandin de Mahkemeya Zagona Bingehîn derheqê partiya me de doza girtinê kir. Doza ku hat kirin bêyî dawîbûnê hatiye sekinandin. Lewra,  ji ber ku di komcivîna me ya 04.01.2004an de bi Kurdî hat axaftin û vexwendinameyên komcivînê bi Kurdî-Tirkî hatin çapkirin ji aliyê Serdozdarê Komarê yê Enqereyê ve lêpirsîn hat kirin û ev lêpirsîn hê jî didome. Dîsa derheqê serokê giştî yê partiya me Abdulmelîk Firat û birêvebirên partiya me de ji ber ku derbarê çareserkirina pirsên Tirkiyeyê de ray û ramanên xwe eşkere kirine yan jî di civînan de bi Kurdî axifîne gelek doz tên kirin. Digel ji hin van dozan bi dawî bûne hin doz jî her berdewam in.

Ne bi tenê ev in.

Sazûmana Cerdevaniya Gundan hebûna xwe hê jî dom dike.

Di 82. xala Zagona Partiyên Siyasî de hatiye diyarkirin ku ji xeynî Tirkî divê tu ziman neyê bikaranîn. Ango zimanên din qedexe ne. Ev jî pirsgirêkeke mezin e.

Digel xala 8. ya  TMYê hatibe rakirin jî ji dêlve wê re xala 312. ya Zagona Cezaya Tirk  li ber raman û azadiya îfadekirina ramanan de astengeke mezin e.

Xala 159. ya Zagona Ceza ya Tirk  rexnegirtin û azadiya îfadekirina ramanan dijwar kiriye.

Kiryarên derbarê weşana Kurdî ya bi riya Radyo û Telewizyonê û qursên Kurdî ji dawxazên Kurdan gelek dûr în û li ber dilê me wek ku tinazên xwe bi Kurdan dikin tê.

Digel ku di mevzûatê de ‘Weşana bi ziman û zaravayên herêmî yên ku hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin’ hatiye pejirandin jî bi bandornameyê ev ‘maf’ di nav hefteyê de bi çend sietan hatiye sînorkirin. Di vê çarçoweyê de ji 09.06.2004an vî alî de kanala radyoya TRTê û kanala TVya TRT3ê de heftê 35 deqîqe dest bi weşana Kurdî kirin. Ev pêngav ji bikaranîna mafên weşana Kurdî pirr dûr e.

Di warê perwerdeyê de jî di mevzûatê de ‘Ji bo hînkirina ziman û zaravayên ku herêmî yên ku hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin de hin guhartin hatin çêkirin. Lê him bi destê dewletê tu qursek nehatiye vekirin him jî di warê perwerdeya zimanê zikmakî de tu gavek nehatiye avêtin.

Li gor Partiya me divê zimanê Kurdî digel zimanê Tirkî li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de him di kar û barên gelemperî/dewletê de wek zimanê fermî û him jî di saziyên perwerdeyê de wek zimanê perwerdekariyê bê bikaranîn.

Ji ber ku ji 20 milyonî zêdetir Kurd bi vî zimanî diaxifin, divê di hemû fêzên saziyên perwerdeyê de –di dibistan, xwendegehên serate, zanîngehê de- divê ev ziman wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn. Lewra ji krîterên Kopenhangê wêdetir mafeke hemwelatiyiyê ye.

Dîsa divê sînorkirinên derbarê radyo û telewizyonê de hatine kirin bên rakirin, TRT divê kanalek xwe ji bo weşana Kurdî bi rêk û pêk bike. 

Divê Normên Navneteweyî Rêzaniyê Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî Bikin

Wek ku xwuya dibe digel li Tirkiyeyê ji bo endametiya YEyê hin guhartin hatine çêkirin hê jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tu polîtîkayên dilsoz nehatine kirin. Lewra him hebûna gelê Kurd nehatiye naskirin, him jî di warên weşan û perwerdeya bi zimanê Kurdî de tu gaveke ku tê daxwazkirin nehatiye avêtin.

Lê Kurd, wek gelên din yên dinyayê tevlî xwe îdarekirinê divê xwedî hemû mafên demokratîk bin. Dixwazin vê yekê jî bêyî ku sînorên Tirkiyeyê biguhurînin bikin.

Wek Tirkiyeyê gelek dewlet hene ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aştiyane çareser kirine. Îspanya, Belçîka, Elmanya û Îngilîstan ku endamên YEyê ne ku pirsgirêkên xwe yên bi vî rengî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aştiyane çareser kirine. Di vî warî de Plana Çareserkirinê ji bo Qibrisê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin ji Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina vê pirsê wek modelek e.

Wekî din jî di tekst û biryarên lihevhatinên navneteweyî ku wek tekstên huqûqa navneteweyî jî tên hesibandin û di heman demê de him YEyê him jî Tirkiyeyê bi xwe ve girêdidin, daxwazên Kurdan meşrû tên dîtin.

- Di Prensîbên Wîlson ku piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn de hatibûn weşandin de “Qels yan jî xurt hemû gel bi awayekî wekhev, azad û di nav ewlekariyê de xwedî mafê jiyînê ne” wek prensîbeke hatiye qebûlkirin.

- Di Lihevhatina Sewrê de ku di sala 1920î de hatiye îmzekirin de hemû aliyên lihevhatinê diyar kirine ku wê Dewleteke Kurdî ya Serbixwe nas bikin.

- Di Konvansiyona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya sala di 1966an de prensîba “Hemû gel xwedî mafê xwe îdarekirinê –self determinasyonê- ne.” cih girtiye.

- Li gor Daxwuyaniya derheqê Nasandina Gelên Kolonî ku di 14yê Çileya Paşîn a 1960î de û hejmara wê 1514 e û ji aliyê Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye îlankirin de hemû netewe xwedî mafê self-determînasyonê ne. Di encama vî mafê xwezayîde ew dikarin statuya xwe ya polîtîk diyar bikin, pêşveçûnên aborî, çandî û civakî bi serbestî taqîb bikin.

- Li gor Deklerasyona Koloniyan ya 1950yî ji hemû gelan re mafê xwe îdarekirinê hatiye dayîn.

- Di Deklerasyona Pêywendiyên Biratiyê ku di sala 1970yî de ji aliyê Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin de ji hemû gelan re mafê xwe îdarekirinê hatiye pejirandin.

Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî û Demokrasiyeke Li Gor Standartên YEyê;

Tirkiye li gor avahiya xwe ya pirretnîk divê bi awayekî plûral û beşdarî xwe ji nû ve bi rêk û pêk bike. Divê him ji bo demokrasiyê him jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî dev ji helwêsta xwe ya navendî, yekane û sist berde. Li gor normên YEyê sazûmaneke federal bê avakirin. Sazûmaneke bi vî rengî divê hemû mafên Kurdan nas bike û jiyaneke wekhev bi xwe re bîne. Tirkiye derbarê vê mijarê de dikare ji yek van modelan yan jî li gor mercên xwe çend modelan sentez bike û vê pirsê çareser bike.

Ji bo vana jî çend pêngavên sereke ev in:

- Ji dêlve Zagona Binhgehîn ya 12ê Îlonê ya ku bi darê zorê bi civakê dane pejirandin Zagoneke Bingehîn a demokratîk, plûral, li gor qaîdeyên hûquqa navneteweyî û wê hebûna Kurdan bipejirîne, maf û azadiyên wan nas bike bê avakirin.

- Divê hemû qedexeyên ku li pêşiya azadiya birêkxistiniyê ye bên hilanîn. Her ramaneke ku tundiyê naparêze di çarçoweya azadiya birêkxistiniyê de bi zagonan bê pejirandin. Ji ber vê yekê divê ji partiyên Kurdan re jîngeha xebatê bê amadekirin.

-li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê ji perwerdeya bingehîn hetanî zanîgehê zimanê perwerdeyê bi Kurdî be û li herêmên din jî Kurdî di xwendegehan de wek zimanê bijarte bê xwendin.

- Ji bo weşana Kurdî qedexe û sînorên di telewizyon û radyoyan de hatine dayîn bên hilanîn. Digel vê yekê ji bo di seranserê rojê de weşana Kurdî divê TRT kanalek xwe bi rêk pêk bike.

- Li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de divê li saziyên fermî û gelemperî digel zimanê Tirkî divê zimanê Kurdî jî bê bikaranîn.

- Enstîtuyên ku wê derbarê ziman, çand, dîroka Kurdî de lêkolînan bikin ji aliyê dewletê ve bên vekirin.

- Navên jîngehên jiyanê û cihên coxrafîk (çiya, çem, deşt, gol û hwd.) ji paş ve bên dayîn.

- Partiyên siyasî, komele, weqf, sendîka, kulûb, odeyên karan bên serbestkirin û ji bona di çalakiyên xwe de bikaribin zimanê Kurdî bikarbînin hemû astengên huqûqî bên hilanin.

- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê Parlementoyeke Herêmî bê avakirin; ev parlemento bi karên wek perwerde, tendurustî, ewlekarî û karên îdarî yên herêmê re mijûl bibe.

-Ji bo xeyd, pevçûn, suketinên di civakê de qewimîne bên hilanîn efûyeke giştî bê îlankirin.

- Sîstema Cerdevanên Gundan û saziyên Tîmên Taybetî divê bê rakirin.

- Ji bo vegera yên bidarê zorê ji gundên xwe koçkirine, divê bi her awayî şert û merc ji wan re bê naskirin.

- Divê qisasên cinayetên siyasî yên ku berê qewimîne derxin holê û ceza bidine wan.

- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de û ku ji aliyê aborî û civakî de ji paş ve mane, divê mudahale lê bê kirin. Divê herêm, ji aliyê aramiyê ve bê tekûzkirin, projeyên taybetî ji bo betal û belengazan bên bicîanîn.

- Di serî de zagona partiyên siyasî, ya helbijartinê, ya Civînên Girseyî, ya meşê, ya Zagona Cezayê û wek yaTMYê zagonên antîdemokratîk, divê li gor standart û muktesebata YEyê bên sererastkirin.

- Divê kiryar û zagonên ku laîkiya navnetewêyî û serbestiya baweriyan pûç dike ji holê rabin. Ji dêl ve Serokatiya Karên Diyanetê ve kar û barên bawermendiyê bi awayekî azad ji xwedî bawermendaran re bihêlin.

Partiya me di hemû pêvojoyên çareserkirina ji bo pirsa Kurdî de çi bikeve ser milê wê dike û amade ye ji bo xizmeta çareserkirina vê pirsê.

Partiya me dema ku Tirkiyeyê pêngavan ji bo  bicihanîna Krîterên Kopenhangê avêt, daxwaz dike ku bi Tirkiyeyê re ji bo endametiyê hevdîtin bên kirin.

Di vê çarçoweyê de em bang li hemû partiyên ku di parlementoya Tirkiyeyê de cih girtine dikin ku bingeha qanûnî yên ji bo xalên ku me li jor pêşniyar kirine tekûz bikin. Ev guhartinên wê bên kirin ji bo me hemûyan; ji bo Tirkan, Kurdan û herkesî li Tirkiyeyê dijiye.

26-27ê Hezîrana 2004an

 

  Dengê Kurdistan © 2004