PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

RAPORA PLATFORMA KURDÊN LI EWRÛPA PKE – PLATFORM)
LI SER BERENDAMTÎYA KOMARA TIRKÎYEYÊ YA JI BO YEKÎTÎYA  EWRÛPAYÊ

Pêşgotin :

Kurdistan di rojhilata navîn de weke welatekî ku, bi erdê xwe zêdeyî 500.000 km2 e û li dor 35 - 40 milyon nufûsa xwe, di nav sê dewletên dagirker weke Tirkîye, Îran û Surîye de hatîye dabeşkirin. Bêgûman Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Iraqê rizgar bûye û gelê kurd wê beşê azad ji xwe re kiriye nimûne û lê xwedî derdikeve. Herweha ji hemû cihanê re da dîyarkirin ku ew dikarin îdareya welatê xwe bikin.  

Miletê Kurd bi tevayî îro di dinyayê de yek ji wan miletên bi nufûsa xwe ya herî mezin e ku ne xwedî dewletek e. Herweha ne xwedî mafên xwe yên neteweyî û demokratîk e jî.

Divê hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser vê pirsa girîng bifikire û ji bo çareserkirina vê neheqîyê, piştgiriya gelê kurd bike da ew jî weke hemû milletan bigihêje mafên xwe yên rewa yên Neteweyî û Demokratîk.

Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike, li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe.

Bûyer û guherînên ku ji 1989ê û vir de (taybetî jî, di van deh salên dawiyê) ku li dinyayê û li welatê me pêk tên, çi bi erînî û çi bi neyînî tesîra xwe li hemû dewlet û dezgehên nav-neteweyî dike.

Herçuqas di armanc û daxwazên sereke yê milletê Kurd yên neteweyî û demokratîk de, tu guherînên bingehîn çênebûbin jî (ji bilî Başûrê Kurdistanê), bi guherînên "pêvajoya Îmralî"yê Komara Tirkiye(KT) bi plan û projeyên li dijî berjewendiya gelê Kurd yên weke ”Komara Demokratîk” û ”Hevwelatiya Destûrî” û bi siyaseta xwe ya kedîkirinê dixwaze gelê kurd ji desthilanînê bixe û teslîm bigre.

Lê, KT nikare bi vê siyaseta qirêj milletê kurd bixapîne. Ji ber ku milletê kurd tu caran vê siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekirîye û îro jî nake.

Ne dewletên rojava û ne jî dewletên din yên di siyaseta cîhanê de desthilatdarin, heta nuha ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu gavên ciddî neavêtine. Di pirsa çareserkirinê de gelê kurd heta îro jî wek xwedîyê pirsê, wek muhattab an wek terefê sêyem nehatine qebûl kirin.

Bêgûman di navbêna dewletên YE ê de pirsa kurd bi sewîyeyeke pirr nizim tê munaqeşe kirin, lêbelê di van munaqeşeyan de dîtin û pêşniyarên xwedîyê dozê an xwedîyê pirsê nayê wergirtin.

Kêmasîyeke pirr mezine ku heta nuha tu dewletên YE ê, milletê kurd bi awayeke fermî ne wek teref û ne jî wek xwedîyê pirsê qebûlkirine.

Şaşîtiyek pirr mezine ku YE, pirsa Kurd û Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê) bi Komara Tirkîyeyê(KT) wek “pirsa mirovî, çandî û ziman” çareser bike.

Em careka din dîyar dikin ku gelê kurd ne kêmnetewe ye û bi dîroka xwe, bi ziman û çanda xwe neteweyeke bi serê xwe ye. Loma jî divê di pirsa çareserîyê de gelê kurd jî cihê xwe bigre. Heger ewa ne be, dê Pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirsgrêkeke girîng di rojeva YE ê de bimîne. Herweha ewê careka din Tarîx Dubare bibe. Wek nimûne : Sala 1639 û sala 1923.

Çareserî ne tenê li gor berjewendiya dewletên YE û li gor berjewendîya Komara Tirkiyê ye. Em hêvî dikin ku YE li prensîp û hêjayîyên xwe xwedî derkeve û nehêle ku KT wan prensîp û hêjayîyan binpê bike.

Komara Tirkiye(KT) ji destpêkê heta îro hebûna kurdan wek milet înkar kiriye û gava ku gelê kurd doza mafê xwe yên neteweyî û demokratîk kirîye, bersiva KT her zilm û zordarî û jenosîd bûye.

Komara Tirkiyeyê ji bo sed hezar tirkên Qibrisê federasyonê kêm dibîne û doza konfederasyonê û hetta dewleteke serbixwe dike; lê ji bo zêdeyî bîst milyon kurdên Bakurê Kurdistanê tu mafan nas nake. Siyaseta Komara Tirkiyeyê do jî û îro jî li dijî kurdan înkarkirin, asîmîlasyon û jenosîd e.

Em Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE – PLATFORM, li pirsa Kurd û Kurdistanê weke pirseke siyasî ya miletekî û weke welatekî bindest û dabeşkirî dinêrin. Em rêya çareserîyê di qebûlkirina mafên milletê kurd yên Neteweyî û Demokratîk de dibînin. Loma jî çareserîyên wek “Komara Demokratîk” û “Hevwelatîya Qanûna Bingehîn” ne çareserîne û dîtinên wusa, beşek ji wê siyaseta qirêj ya KT ye.

Pirsa NASNAMEYA KURD :

Li KT yê kurd bi nasnameya xwe nayê naskirin û hebûna kurdan wek Netewe an Gel bi awayeke fermî heta îro jî nehatîye binavkirin.

- Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.

- Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di qanûna esasî ya KTyê de bê bicîhkirin û garantîkirin. Divê hemû maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûna esasî ya KTyê de hene werin derxistin û qanûna esasî ya nuh bê amadekirin.

- Komara Tikîye, bi zanebûn navên gund û bajar û hemû deverên cografîk yên ku bi kurdî bûn guherandîye û kirîye bi tirkî. Divê evan  guherandinan careka din ji nuh ve, di bin çavdêrîya YE ê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl yên kurdî ve serast bibin.

Statuya ZIMANÊ KURDÎ û mafê PERWERDEKIRINÊ :

Divê zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bibe xwedî statuyeke resmî. Loma jî, ji bo KTyê pêwistîya bernameyek taybetî ji bo pêşveçûn û parastina zimanê kurdî heye.

Bi alîkarîya aborî ya YE ê û di bin çavdêrîya Rêxistinên Civakî yên Sivîl (NGO=Rêxistinên nehukumetî) û yên kurdan zimanê kurdî wek zimanekî perwerdeyê were bikaranîn. Mamosteyên zimanê kurdî werin perwerdekirin. Di vê hazirîyê de divê bikaranîna bîrûbawerîyên îdeolojîk û nîjadperest neyên bikaranîn û di warê naverokê de mudaxuleya dewletê ne be. Heta ku endametîya resmî ya KTyê ji alîyê YE ê ve bê qebûlkirin, divê her hemwelatî bi zimanê xwe yê zikmakî di hemû sewiyeyan de, ji sinifa yekê û heta dawîya xwendina bilind bibe xwedîyê mafên xwendin û perwerdeyê.

- Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê kurdî  were damezrandin û Komara Tirkîye jî, ji bo bicîhanîna van erkan berpirsîyar (mukellef) be.

MAFÊN XWEÎFADEKIRIN Û XWE BIRÊXISTINKIRINÊ :

Ji destpêka damezrandina KTyê heta îro, mafên azadîya fikirînê, xwe îfadekirinê û xwe birêxistinkirinê, bi qanûnan hatiye qedexekirin. Bi hezaran kes ji ber wan qanûnan ceza xwarin e û hatine îşkencekirin û hepskirin. Ev rewş di gel hin guherandinên biçûk, hê jî dom dike.

- Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên sîvîl, demokratîk û sîyasî bi nasnameya kurdî divê wek mafên bingehîn di qanûna esasîya KTyê de bên bicîhkirin û garantîkirin. Herweha, divê qedexeyên ku heta îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya sîyasî ya bi zimanê kurdî hene, werin rakirin.

PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ Û KONVENSÎYONÊN KU KT  ÎMZE KİRİyE

Sîstema dadwerîyê û huqûqê divê ji binî ve li gor normên YE ê were guherandin. Divê di pêvajoya dadwerîyê de zimanê kurdî û tirkî bi alîkarîya tercumanan were bikaranîn.

- Divê KT hemû şerh û şertên xwe yên ku ji bona pêşîlêgirtina maf û azadîyên gelê kurd ku ne li gor pîvanên peyman û konvensîyonên navneteweyî ne rabike û pêwistîyên pîvanên wan peymanan û konvensîyonan bi tevahî bicîh bîne.

Pirsa  WEŞAN Û ÇAPEMENÎYÊ :

Li KT ê, pêwiste her du ziman (kurdî û tirkî) bi awayekî sîstematîk û fermî werin bikaranîn. Ji bo çapkirin û weşandina pirtûkên zarok û mezinan yên bi zimanê kurdî û ji bo rojnameyên kurdî, divê alîkarî û teşwîqên aborî werine kirin.

- Divê hemû weşanên çapemenî û ragîhandinê yên weke  weşanên TRTyê, ji bernameyên zarokan bigre heta bernameyên li ser ziman, kultur, dîrok, nûçe û magazînan çawa bi zimanê tirkî amade dibin, herweha bi zimanê kurdî jî amade bibin.

Rewşa penaberan û mafê vegerê Tazmînata aborî :

Kesên ku dixwazin vegerin warê bav û kalên xwe, divê ku ji alîyê YE ê, NGO yên kurdî û dezgehên KTyê ve bên tesbît kirin û ji alîyê aborî ve werin destek kirin.

Hemû gund û deverên ku hatine wêrankirin, berîya ku xelq vegerin cîhên xwe; divê di bin kontrola YE ê de bên avakirin. Kes yan malbatên ku ji mal û warên xwe hatine nefîkirin divê bi awayeke fermî werin tesbîtkirin û bi awayeke fermî jî zerara wan li wan were vegerandin.

- Komara Tirkiyeyê di bin kontrola YE ê û NGO yên kurdî ji bicîhanîna van erkan berpirsiyar e.

cudahîya (Ferqa) di navbera herêmên tirk û kurd de :

KT ê ji despêkê û heta nuha ji bo pêşveçûna herêmên kurdî weke “herêmên rojavayê Tirkiyeyê” ji bo avakirin û pêşdexistina herêmên Kurdistanê bi zanebûn tu xebat û projeyên berbiçav pêk neanîye. Di navbera her du herêman de cudahîyek pirr mezin heye.

- Divê YE ê û KT ê, ji bo bipêşdexistina herêmên Kurdistanê bernameyeke taybetî amade bike û di zûtirîn wext de vê BERNAMEYÊ derxîne pêş û têxe jiyanê.

Bernameyeke taybetî ji bo mafên zarokan û jinan  :

Li KT ê û Kurdistanê zarok û jinên kurd, du(2) beşên civatê ne ku di bin sîstema asîmîlasyonê de herî zêde zerar dîtinin û hîna jî dibînin. Zarokên kurd, ji ber asîmîlasyon û bêxwedîtîyê her demê di bin rewşeke xirab de bûne. Gelek zarok û jin ji ber neçarî û bêalîkarîya dezgehên fermî yên dewletê, bûne qurbana sîstemê û xwe di bazara laşêxwefirotinê de dîtin e. Herweha gelek zarok ketine nav sîstema krîmînalîteyê. Bi hezaran jinên kurd di bin zordestîyeke mezin de ne û hinek ji wan bi rêya xwe kuştinê, dawî li jiyana xwe anîn e.

- Pêwîstîya zarok û jinên kurd ji alîkariya bi bernameyeke taybetî heye. Ev kar û xebat divê di bin kontrola YE ê, bi beşdarîya NGO yên kurdî û rêxistinên taybetî yên zarok û jinan ve werin meşandinê.

PIRSA ABORÎ:

- Divê ji alîkarîya aborî ya ku ji terefê YE ê ve ji bo hazirîya berendametîya KTyê hatiye qebûl kirin, beşek ji vê alîkariyê li gor hejmara kurdan, ji bo bipêşxistina heremên Kurdistanê, zimanê kurdî,xwendin û perwerdeya bi kurdî û ji bo bi serbestî vegera penaberan were serf kirin. Ev alîkarî divê di bin çavdêrîya NGO yên kurdî û yên Ewrûpayî de were serf kirin.

Rêya mekanizmayên ku Kurd beşdarîya muzakereyan bibin

Di gel ku hejmara kurdan li KTyê ji siseya yek ya nifûsa giştî be jî, gelê kurd di pêvajoya muzakereyên YE ê û KTyê de, ne xwedî gotin û statuyeke fermîne.

Di muzakereyên ku heta îro pêk hatine, gelê kurd weke teref beşdar nebûnin. Delegasyonên KTyê, xwe wek temsîlkarê tirkan û kurdan nîşan daye û didin.

Di pêvajoya pêywendî û  muzakereyên ku bi KTyê re tên meşandinê de ku kurd jî bikaribin beşdarî muzakereyan bibin, pêwîst e YE rêya mekanizmayên beşdarîyê ji bo kurdan veke.

- Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan neyêkirin, heta tarîx dayîna muzakereyên bi KTyê re, divê di bin berpirsîyarîya YE ê de dezgeheke çavdêrîyê pêk were.

Pirsa Kurdên li Ewrûpayê :

Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bi tevahî û bi hemû pirs û pirsgirêkên xwe ve, êdî bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê.

Di pirsa entegrasîyonê de ji bo kurdan ya herî girîng ewe ku, kurd bi nasnameya xwe ya kurdî bên qebûlkirin û naskirin. Ji ber ku kurd ne azad û xwedî dewletek serbixwenin, loma jî ji bo çareserkirina vê pirs û rewşê, divê kurd xwedî înîsîyatîfeke taybetî bin.

Jiyana rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend e. Bi sedan rêxistinên sivîl û demokratîk bi awayekî gelek aktîf ji bo piştgirîya welatê xwe û ji bo pêvajoya entegrebûna bi civata ku tê de dijîn roleke girîng dilîzin.

- Divê li hemû welatên YE ê de, ji kurdan re mafên kulturî û kêmneteweyî bête naskirin. Herweha civata kurd, weke civateke ku ne xwedî dewletek serbixweye bête nirxandin û qebûlkirin.

Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di hundirê sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek kurd dijîn.

 Di pêvajoya çareserîyeke adil û rewa ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê de, van daxwazên li jêrîn, divê berîya destpêkirina muzakereyên endametîyê ya di navbera KTyê û YE ê de pêk werin.  Herweha divê YE  jî bibe çavdêr û garantorê vê yekê.!!!

1-      Divê Konseya Ewlekariya Neteweyî û hemû dezgehên di ser qanûna esasî û yasayên    

     bingehîn re ne, bên belavkirin.

2-      Dive Serokatîya Karên Dîyanetê bê belavkirin û ji hemû ol û mezheban re azadîya bawerîya dînî bi wekhevî bê dayîn û dewlet teva karên bawerîya dînî nebe.

3-  Divê KT dev ji sîstema xwe ya kevnare, merkezî û otorîter berd e û sîstemeke desenteralîze hilbijêre. Divê ji bilî kar û barên bergirîya welêt û ji bilî karûbarên derve, hemû karûbarê din dewrî Îdareya Herêmî ya Kurdistanê û Parlementoyeke Herêmî ya Kurdistanê bibe.

 4- Divê rê li ber legalîzekirina tevgera sîyasî ya kurdî bê vekirin û partîyên kurdî bi nav û nasname û programên xwe ve karibin bên damezrandin.

Divê partîyên sîyasî neyên qedexekirin û girtin. Herweha, divê ji bo temsîleke adil û rewa baraja ketina parlementoyê li gor pîvanên dewletên YE ê bê seraskirin ango ji %10 bê %4an.

    6- Di pêvajoya berendametiya KTyê de, divê YE daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe.

Bi pirr kurtî jî be armanc û prensîbên Platforma Kurdên Ewrûpayê PKE – PLATFORMê evana ne :

    - Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.

 - Weke hemû miletan mafê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayin bike, li ser axa xwe serbest û azad bijî, îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibe.

- Dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst, ji destpêkê heta îro hebûna kurdan weke milet înkar kiriye. Îro jî vê siyaseta xwe ya înkarkirinê ya nîjadperest û kolonyalîst didomîne.

- Divê Komara Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê veke. Çareserî jî, di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û Demokratîk de ye.

    - Zimanê kurdî wek zimanê tirkî divê bibe xwedî statuyeke resmî. KTyê divê ji bo pêşveçûn û parastina zimanê kurdî bernameyeke taybetî bide pêşîya xwe.Divê zimanê kurdî bibe zimanê xwendin û perwerdekirinê û yê ragîhandinê û di her sewîya dibistan û xwendegehanên dewletê de yên resmî.

    - Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin  û piştgirîya hêzên kurdan bikin da ku çareserîyeke rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin, derkeve holê. Pirs, bi tenê bi "însafa" dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê hiştin.

    - Miletê Kurd tu caran nîrê bindestiyê û siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekiriye û îro jî qebûl nake. Heta miletê Kurd, mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexîne, wê têkoşîn û xebata xwe bidomîne. Ji ber vê yekê, divê Komara Tirkiyeyê dev ji vê xewna pûç berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina mafên miletê kurd ên neteweyî û demokratîk e.

Em weke Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE- Platform, bangî rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), YE, Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE) û bangî hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku pirsa kurd û Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin û herweha ji bo çareseriya vê pirsê bixebitin.

Em dixwazin dengê xwe bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê  ku rê nede Komara Tirkiyeyê da ku normên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta ku Komara Tirkiyeyê bi rêyên aştiyê ji bo çareseriya pirsa kurdî gavan neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya xwe ya siyasî, leşkerî û aborî de bi hesasiyet be.

Tu miletî weke kurdan êş û kûl û azar ji destê zulm û terorê nekişandiye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) û ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Platforma Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê bawerîyê deye ku, muzakereyên di pêvajoya berendametiya KTyê û danûstendinên wê yên bi YE ê re, li ser rewş û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin, girîng û pirralî ye. Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad weke xwedîyê dozê û teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin.

Dive kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv û desthilat bin.

21.08.2004

Platforma Kurdên Li Ewrûpa

PKE - PLATFORM

Platforma Kurdên li Ewrûpayê (PKEPLATFORM),  ji nûnerên sê beşên civata kurd;

1. Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur - PNK-Bakur,

2. Însîyatîfên Kurdên li Ewrupayê – IKE - ÎNSÎYATÎF,

3. Koordinasyona Demokratîk a Kurdên li Ewrupayê - DEM-KURD

    ve di 20-21.07.2002 de li Swêdê li bajarê Stockholmê hate damezrandin.

PNK – Bakur : Partiya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê - PADEK, Partîya Îslami ya Kurdistanê - PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê - PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê - RSDK, Partiya Rizgarîya Kurdistan - PRK-Rizgarî

ÎKE -  ÎNSÎYATÎF : İnsîyatîfa Kurdên Almanya-IKA, İnsîyatîfa Kurdên Danimarka-IKD, İnsîyatîfa Kurdên Fransa-IKF, İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê-IKS, İnsîyatîfa Gelê Kurdistanê li Swisre-IGKS.

DEM – KURD : Civata Kurd (Giessen) , Civata Kurd li Elmanya (Koln), Dengê Kurdan li Duisburgê , Hevkar-Elmanya, IVK (Mainz) Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya), Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya) FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Komela Kurdistan li Belçîka, Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK, Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya, Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa, Komela Karkeren Kurdistan Swîsra, Komela Karkeren Kurdistan-Frensa, Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin), XOYBÛN-Berlin, XOYBÛN-Danîmerqa, Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, ) Mala Kurd li Biremen, Mala Kurd li Lubek, Mala Kurd li Parîs

 

 

  Dengê Kurdistan © 2004