psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Rêxistinên Kurdî di parlamentoya Danîmarqa de beşdarî resepsîyona dostê kurdan bûn

Di roja 09.12.2010’an de li parlamentoya Danîmarqa ji bo kevneserokê Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Holger K. Nielsen, resepsîyonek ji alîyê parlamentoyê ve hate li dar xistin. Ev resepsîyon bi pêwana 25 salîya endametîya kevneserokê SF’ê di parlamentoyê de bû. Holger K. Nielsen dostekî herî nêzîk ê gelê kurd e û wî tim û daîm piştgirîya doza kurdan kirîye. Bi salaye ku dostanîyeke germ di navbera wî û kurdên vî welatî de peyda bûye û ev dostanî hê jî her berdewame. Ji ber vê dostanîya germ bi kurdan re, gelik partî û komelên kurdî jî hatibûn vexwendin û beşdarî vê resepsîyona di parlamentoyê de bûn.

Di resepsîyonê de gelik wezîr, serokpartî, endamên parlamento, kesên sîyasetmedar amade bûn. Ji alîyê kurdan ve jî partî û komelên kurdî ku beşdar bûn ev bûn:

  1. Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK.
  2. Partîya Demokrata Kurdistanê, PDK.
  3. Yekîtî Nîştimanî Kurdistan, YNK.
  4. Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur, PDK-Bakur.
  5. KOMKAR-DK
  6. Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danmarqa.
  7. Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê.

Di destpêkê de serokê parlamento Thor Pedersen, ku ji partîya liberal Venstre ye,  axaftinek kir û dûr û dîrêj qala jîyana sîyasî a Holger K. Nielsen kir. Serokê parlamento herweha bal kişand ser kar û xebata Holger K. Nielsen di nava salan de û karê wî bilind nirxand û anî ziman ku herçiqas ku ew di warê sîyasî de ne wek hevûdin difikirin jî, lê ew bi karkirina li gel Holger K. Nielsen gelkî kêfxweşe.

Serokê grûba SF’ê di parlamento de, Ole Sohn jî axaftinek kir û kar û xebata wî di nava partîyê de bilind nirxand.

Piştre jî endama kurd a parlamento ji partîya SF’ê, Özlem Çekiç jî axaftinek delal li ser navê rêxistinên kurdan kir, spasîyên xwe û rêxistinên kurdan ji bo piştgirîya li himberî doza gelê kurd pêşkêş kir û wiha berdewam kir: ”Holger K. Nielsen ji ber kar û xebata xwe, dilsozîya xwe, hûmanîzm û şexsîyeta xwe li beramberî doza kurdan û mafên wan cihê xwe di dilê kurdan de çêkirîye. Navê wî di nav kurdan de weke dostekî gelekî hêja belav bûye û hemû kurd li vir wî nas dikin. Ew beşdarî gelek civînên kurdan û şahîyên kurdan bûye. Wek ku tê zanîn di sala 2009’an de ew wek ”Dostê kurdan ê fexrî” hatibû xelat kirin. Em spasîya xwe ji bo dilsozîya wî pêşkêş dikin û di jîyana wî da her serkeftinê dixwazin. Bêyî ku ez dawîyê li axaftina xwe bînim, ez dixwazim bînim bîra mêvanan ku Holger K. Nielsen ne tenê bi dostanîya xwe li gel kurdan tê nas kirin, lê ew bi taybetmendîyeke xwe a din jî tê nas kirin û ew jî ewe ku di gelek şahîyên kurdan de govenda kurdî jî kişandîye”. 

Piştî axaftina Özlemê, kevneserokê SF’ê Holger K. Nielsen dest bi axaftina xwe kir. Pêşî spasîyên xwe bi taybetî ji bo serokê parlamento û axaftvanan anîn ziman û bi xêrhatina mêvanan kir. Wî jî dûr û dirêj bahsa dîroka jîyana xwe a sîyasî kir û bal kişand ser hin minaqeşe û serpêhatîyên balkêş li gel kesên ku di nava salan de bi wan re dayin û stendin kiribû.

Piştî van gotinan, ji bo vê roja taybet surprîzek hatibû amade kirin. Bi qedandina axaftina Özlemê re dahol û zirna (def û zirna) kurdî ket hundir û dest pê kir. Bi dengê dahol û zirnê re Özlemê destê xwe avêt destê Holger K. Nielsen û pê re jî mêvanên kurd li beramberî wan qas mêvanan govenda kurdî kişandin. Wek ku di dîmenande jî dîyar dibê, Holger K. Nielsen di serê govendê de bû. Bi rastî vê yekê him kêfa Holger K. Nielsen û him jî ya mêvanan anî. 

Piştî govend bi dawî bû, Holger K. Nielsen spasîyên xwe pêşkeşî Özlem û kurdan kir û got ku dilê wî tim li gel kurdaye. Bal kişand ser rewşa kurdan û got ku kurd li cihanê miletê herî bindeste û ewê ji niha û pê de jî tim cihê xwe li cem gelê kurd bigrê û piştgirîya xwe ji bo doz û mafên wan berdewam bikê

Resepsîyon di du seatan, ji seat 15.00 heta seat 17.00’an berdeam kir.

Di eynî rojê de Holger K. Nielsen dîsan bi rêya ê-maîlê ji bo Özlem’ê spasîyên xwe pêşkêşî kurdan kir ku bi girseyî beşdarî resepsîyona wî bûn. Di maîlê wiha hatibû nivîsandin: ”Hêja Özlem, dubare spasîyên xwe pêşkêşî te dikim ji bo wê axaftina te a delal û wê keda te a di vê çalakîyê de. Ez gelekî pê kêfxweş bûm – herwiha jî bi dîtina wan qas kurdan ku li wir amade bûn. Bi vê dîtina wan kêfa min gelkî hat û hat xweya kirin ku gelek tiştên ku hatine kirin bi avê de neçûne. Li gel silav û rêzên taybet, Holger K. Nielsen”.

Wek ku tê zanîn Holger K. Nielsen ji sala 1991 heta bi sala 2005’an serokê partîya SF’ê bû û niha jî dîsan şexsîyetek/stûneke taybete di nava partîyê de. 

Têbînî: Hun dikarin di bin vê lînkê: http://kurdistan.nu/dk-yazilar/gala_kurd_kopenhag09.htm de nivîsa li ser gala kurdî ku ji alîyê nûnertîya Hikûmeta Herêma  Kurdistanê li Bakûrê Ewropa ve di roja 28.01.2009’an de li bajarê Kopenhagê hatibû lidarxistin bixwînin. Li wir Holger K. Nielsen wek “Dostê kurdan ê fexrî” hatibû xelat kirin.

Ji bo bêtir dîmenan temaşe bikin ji kereme xwe re pê li vê lînkê bikin:  http://picasaweb.google.com/yilmazyildiz1973/HolgerKNielsens25ArsJubilUmIFolketinget#

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

roniwelat@yahoo.dk

11.12.2010

 
   
Dengê Kurdistan © 2010