Rêzdar Burkay vedigere welat
Newroz Bawer
Belê Piştî 31
salan li
jîyana koçberîyê, vedigere welatê xwe. Vedigere qada germ û pir alozê berxwedanê. Rêzdar Kemal Burkay bi kar û xebata xwe, bi xweragirî û berxwedana xwe navekî bihagiran,
kesatîyekê bi îman
û pak û durbîn afirandî ye.
Bi nîv qirnekî tejî ji alozî û bahozan,
di nava
qada xebatê da
bi xweragirî û serfirazî
çeperê xwe dagirt.
Li hemberê dagirkeran
û xulamokên wana da serê xwe
netewand.
Di meydana berxwedanê da tirs û sistî û bêhêvîtî nasnekiriye,
Her cihê kû lê bûye
û di her şertekê
da, li di
her çar parcên
Kurdistanê da, li gîrtîxane û di nava qeyd
û bendan da,
li koçberî û mişextîbunê da, hergav, şev û roj bê wastan
bi pênîvîsa xwe,
bi hizrên xwe yên
tîtavk zulmata
şevên tarî yê dagirkeran diçirand, xewa neyaran direvand.
Hita roja ewroke, ew nav
ji bo
dagîrkerên Kurdistanê
tirs û xof e. Ji bo
dostên gelê
me û zehmetkêş û karker û roşenbîrên Kurd, nîsana hêvî û aşitî û azadîyê ye.
Burkay nîşana
xweragirî û berxwedanê ye.
Di temenê xwe yê 74 salî
da çu
cara xwe
ji bîr û bawerîya, ku bi xwe lê
bawer e baneda.
Bi tinê serê xwe jî
maba, ew
hertim xudan helwêst bû.
Ew pêşeng
e, durbîn û hurbîn
e.
Burkay çu caran berjewendîya xwe ya şexsî
berçav negirtîye.
Hertim di jîyana xwe da,
di kar
û barê sîyasî û rêxistînî da bi destecemî (kolektîfî) xebat kirîye.
Rê nedaye xweperestî, helperestî û hesabên biçuk.
Loma dagirkerên
Kurdistanê jî
nikarin bi sivikî behsê kesatîya navdarê Burkay bikin.
Ew mamostayê demokrasîyê ye.
Ne bi tenê lê bawer e, her tim li jîyana
xwe da
pêrevî kirîye.
Hertim rexne lî xwe girtin
û rexne girtin
li ser bingehê pêşveçûnê da bi kar anîye.
Mirovekê berhemdar, zana û bi sebir û xweragir e.
Ew bi hemû alîyên xwe ve
Kurtperwerekî sosyalîst
û şoreşgêr e.
Netewa Kurd kadirên
wusa pir bi zehmetê
bi desteber dike.
Pêşengê gel ji bona çaresarîya kêşa Kurd,
li ser bingehê mafê çarenivîsa netewî, çareserîya federalîzmî
di damezrandina PSKê da, da pêşiya xwe û îro rastîya
wê hizra rastbîn li Başur bejn hildide. Rêka çareserîya
her rasbîn ji bo me darijandîye.
Ew bi wê durbînî
û rastbînî û hurbînîya
xwe bi rastî pêşrev e.
Bi kar û xebata xwe,
rêka me
rêvingên Rîya Azadî vekirîye û armancên me destnîşan
kiriye.
Nexşe rêjîya kar û tekoşînê bi destve înana
armancên pîrozê gel û welat ji bo me darijandîye.
Helbestvan , diroknas, zimanvan, rêveber, mamosta û
şervanê qada kar û tekoşanê biryara vegerana
xwe da û dumahîya vê mehê da vedigere welat.
Burkay gelek karên mezin xulqandine,
yêk jî
wana ev e ku
dahata hemû
berhemên xwe daye xizmeta kar û tekoşîna gelê xwe.
Cara yêk li dîroka bakûra Kurdistanê da bi dilê xwe
dest jî serokatîya ew partîya ku 30 sala zêdetir bi rêve
dibir, kêşa û dor da hevalê xwe. Ji bo vî desthelat
û kursî ne armanc bû.
Ew her di nava
karwanê rîya
azadî da sengerê xwe ji caran
qahîmtîr kir, hêvîyên
xwe jî caran
bi hêztir kir. Tîşkên
bîr û hizrên
xwe yên tarîrevên
bi berdewamî belav
dikir û niha jî her dike.
Îro jî biryara
vegera xwe daye
û di dumahîya vê
mihê da vedigere welat.
Vedigere bi serbilindî, bê evê ku ji bîr û bawerîya
xwe hindî serê misqalekê paşgez be.
Vedigere qada berxwedanê, bi dilekî germ û bî evînekê
mezin.
Ew ne muhtacî
xala û meth û sena ye.
Bi keda xwe
serbilind û bi derbazîya xwe ya pak
û zelal bi rumet
e.
Bi camêrî û bi vekirî
gotina xwe
dibêje û bawerîya xwe diparêze.
Li hember dijminên
Kurd û Kurdistanê da, li
hember çîna çewsêner
da paşgez nebûye
û serê xwe neçemandîye.
Loma ew ji
bo her kurdekî
xudan xîret û ar û namûs rumetî ye.
Kekê Kemal, em bi kar û xebata te, bi bîr û hizrên te,
bî helwêst û biryarên te serbilind in.
Cenabê te her tim ji bo me, nîşana xweragirî û
berxwedanê ye.
baş dizanim cenabê
te ji van gotinên
ku ez û heval
û dost li
ser kesatî û kar û xebata te dinivîsînin, aciz dibî.
Lê belê ez gelek bextewer im ku demekî
dirêj min karîye
bibime hevsenger û hevrêyê Burkayê rêber û şehîdên navdar Qasimlo û Şerefkendî.
Ez bi we serbilind
im.
Evê rastîyekê me
kurdan e hita ku em kesên
wekî we ji
dest nedin, em
rola we bi başî
şirove nakin.
Belê Mamosta Burkayê bi temenê xwe yê 74 salî
da, bi dilekî
germ û hêviyeke mezin vedigere nava qada xebata nav
welat.
Dîsa karekî wusa kir, ku
dilê dosta
şad kir û xewa neyar û nehezan revand.
Kurdistan ji te ra dibêje
hun bi xêr
hatin kekê Kemal,
bi dilekî germ we hembêz
dike.
Qeyd û bend û zîndana
dijmin ji
kar û xebata te disilike, ji tirsa dilerize.
Ji ber ku bîr û bawerîya
te helbest
û û çarînê te
pêlên tarîstanê
û bê hevîyê dişkêne.
Her wekû cenabê
te di çarîneke zêrîn
da dirêsî:
Di rîya azadiyê
da hezaran hatin
hezaran çûn
Ka roja me, ewqas sal û zeman
hatin çûn?
Hêvîdar be hevalo,di avê da naçe xuh û xwîn
Gel man, lê gelek
Sezar û Xulago
Xan hatin çûn.
|