psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Ku Heye Xwedê Nepejirîne

Riza Çolpan

Ji Awistûralya, ji xwendevanên Dema Nû, Dengê Kurdistan û hemû Kurdperwerên Kurdistan ra silav û rêz.

Xwendevanên delal,

lal, ev e çend meh ne ku agirekî wek lehîya agirpêj di Rojhilata Navîn da diherike, xwîna mirovan, zar û zêçan di nav xwe da dikelîne û ziwa dike. Li Tûnisê çirûskên agir jibo azadî û demokrasîyê pêket, belav bû, xurrîyê xwe gîhand Misirê, li wir berî da Lîbyayê, Yemenê, dûra jî Sûrîyê. Zalimên Rojhilata Navîn di dîroka mirovatîyê da her bi nav û deng in. Firawûnên Misirê, Dehaqên Asûr, Şahên Faris, Xelîfeyên Ereb, dûra jî padîşahên Serçûkan û Osmanîyan, îro jî nevîçûk û şûrkêşên wan, wek Gurên Gewr, Talîban, Hammas, Hizbullah û alîgirên Ayettullah Xûmeynî, xwîna mirovan dirijînin û bi xwînê, bi malê dinê têr nabin. Zalimên wê erdnîgarîya qedim ocaxê kesîb û jaran kor dikin, zar û zêçan, pîr û kalan, keç, bûk û xortên ciwan dikujin, jibo dewr û dewrana desthilatdarîya xwe û dewlemendîyê, zewq û sefa cîhana fanî û derewîn.

Lê li Tirkîyê? Ez bawer im di sî (30) salên rabirdû da, heya roja îro lehîya xwînê wek çemê Dijle û Firatê li ser erdê Kurdistana Bakûr diherike. Her roj xort û keçên Kurt tên kuştin, gund û warê gelê Kurd tên şewitandin. Li milekî ev rewşa zalim, barbar û xeder, li milê dî, îcar rewşa hilbijartina diwanzdehê Heziranê û provakasyonên ku li wî welatî rûdidin û diqewimin, bêtir tirsê dike dilê mirov. Di heqê wan bûyer û qewimandinan da Kek Kemal Bûrkay, gotarek dûr û dirêj, analîzek rast û objektîf nivîsîye, lê gelo alîgirên PKK ji wê rastîyê ra çi dibêjin? Gelê Kurd çiqas şîyar e li ser dek û dolavên dewleta kûr û gotinên girava Îmralî? Mahmût Alinak wênekî xeter tîne ber çavê gelê Kurd, peyxamberê kesîban li wir ayetan ji wan ra dişîne “Piştî panzdehê Heziranê, dê qîyamet li jor dakeve jêr, erd û asîman serhev-binhev bibe” dibêje. Li alîkî ev gefxwarin û tirsdayîn, li milê dî, rewşa gelê Kurd li Bakûrê Kurdistan min dikesirîne, dilê min dax dike. Bi rastî carna ez şaş û metal dimînim jibo rewşa gelê xwe. Di sedsala bîst û yekî, cîhanek pêşketî û nûjen da, gelê min li hember çavê hemû cîhan, çucar rastî û şaşîyan nabîne, bi rik tevdigere, guh nade kesên xudan hiş û xudan cêribandinên dîrokî, li hember çavê hemû cîhan wek kevneyarên dîrokek deh hezar salî, diçe jibo rojbûyîna serok -ku ez sedî sed bawer im ew di çarê (4) Avrêlê, ango Nîsanê da ji dayîk nebûye, dewleta zalim di nasnama wî da ew dîrok û roj nivîsîye- diçe dîwarê mala wî maç dike, axa derê malê jî digire ji xwe ra dibe dike teberik; Leyla Zana bûl û xûz dibe, destê xuşka peyxamber maç dike. Ax li serê min, ax li serê min, ez jibo gelê xwe gelek şermezar bûm û berketim. Ku heye Xwedê hiş bide vî gelî, amîn.  

Xwendevanên hêja, qet ji bîra min da naçe; di wexta şerê Kendavê, di sala 1991’î da, ku bi sed hezaran gelê Kurd li ber zilm û zora Saddamê xwînxwar, ketibû bin berf û pûkê, li ser çîyan dimir, hemû gelê Awistûralya jî ew rewşa di ekranê têlewîzyonan da didît, ji me Kurdan bêtir xemgîn dibû. Li Melbûrnê lawikekî deh salî bi gîrî û bi hêrs, pê pêsîra bavê xwe digire, ji bavê xwe ra: “Bavo divê tu ji vî gelî ra bibî alîkar” dibêje û digîre. Ango di wê demê da sempatîyek usa di nav gel û hûrgelên -Ji bil Tirk, Ereb û Farisan- vî welatî da hebû; lê wexta ku vî gelî di ekranê têlewîzyonan da maça Celal Talabanî li ser gepê Saddamê faşîst da dît, cîranek min nav “Marilyîn” di berbanga sibê da hat pêş derê min -Wê ji min ra Riçhard” digot- ji min ra “Rîçhard, pu-pu, te dît serokê we çito Saddamê faşîst, dijminê xwe yê zalim maç dikir” got û kelegîrî bû û ew sempatîya hat şikandin. Di wan rojan da ez jî, ji pirtûka xwe ya “Hîroşîma Duwem Helebce” ra mijûl dibûm, ku rojekî bi zû ji çapê ra amade bikim. Jibo wê maça Talabanî min di çarînek xwe da usa digot: Eman, eman, eman, eman/ Helebce bû mij û dûman/ Hember çavê hemû cîhan/ Talabanî seg maç dikir.

Belê xwendevanên hêja, di wê rojê da dilê min gelek êşîyabû, şermezar bûbûm li hember cîrana xwe Marîlyîn. Lê gelo jibo sî (30) hezar mirûdan, ku  navê gelê Kurd li ser wan bû, çûbûn serdana peyxamberê pêncemîn Apo, çi bibêjim? Ji kerema xwe hûn bibêjin, bi xoşmêjî û bîrûbawerîyek usa ve, di vê sedsala bîstan da em çito serkevin, çito rizgar bin û bibin xudan dewlet? Yan jî dewletek bi çi rengî? Bawer bikin wexta ku min ev nûçe bihîst û di têlewîzyonê da jî dît, gelek şermezar bûm, berketim. Min xwast erd biqelişe, ez jî di navda wenda bim.

Belê birayên delal, bi rojan ez jibo wê rewşa Kurd-birayên xwe dikesirîyam, sê (3) roj berê jî birayê minê biçûk Alî, ku min ew ji bavê xwe çar salî standibû, ango min piştî mirina bavê xwe ew xwedî kiribû, zewicandibû, anibû vî welatî, bi nexweşîya şêrpençe mir çû heqîya xwe, îcar êşa dilê min bû du qat. Ew jî bûbû mirûdekî peyxamberê pêncemîn Apo, mirûdan li ser cendegê wî ramyarî, ango sîyaset dikirin, ku ew jî bêtir ji min ra bû kul û derd. Wan malxiraban bira ji biran ra, xarzî ji xalan ra kirin dijmin, rêz û rêzdarî, mezintî û biçûktî, îtîram di nav gelda rakirin, tiştekî bi rûmet nehîştin. Kur ji bav û bapîrê xwe ra, keçikê ji dîya xwe û dapîra xwe ra “Heval” got, rêzdarî û evîna nav mezin û biçûkan li holê rabû çû. Ku heye Xwedê nepejirîne, wekî dî ez çi bibêjim

Min piştî mirina birayê xwe, du helbest nivîsî, li jêr ez herduyan dê pêşkêşe we xwendevanên hêja bikim.

 Zalima Birçî û Har

Kesera welêt dikşînim
Lê welat dûr e
Birîn bêderman e 
Pirr çal û kûr e
Ne bijîşkek hey
Ne Loqmanî Hekîm
Ketime hezazê dixeniqim
Her der herîye
Her der çamûr e

Çira hatim vir
Û vî welatî?
Kê ez li welêt dûrxistim?
Kî bû ew dijmin
Li gaz û tatan xistim?

Bahozê zaliman ez rakirim jor
Bin asîmanê şîn
Li hewa firandim
Berê min da cemsera başûr
Li ser kîşwera Asya û Afrîqa derbas bûm
Hatim nêzî Japon
Endonezya û Çîn

Êdî ez kal im
Xudan derd û kul
Digîrim her roj
Ez bûme bilbil

Li welêt dûr
Mirina birê dibînim
Birîn kûr bûye
Ez dil bi şîn im

Hêzek min jî dikşîne
Ber bi tarîyê
Ku biniximîne laşê min jî
Bi axê
Bi herîyê

Dûwayî ya jîyanê usa ye
ibo her jîndar
Mirin hûtek heft serî ye
Dixwe herkesî
Zalima birçî û har.

Jîyan û Hosîya Min

Jîyan, jîyan, jîyan, jîyan
Bo jîndaran xan e cîhan

Herkes têda dibe mêvan

Mîr, Beg, Axa, Şah û Gavan

Kes namîne li cîhanê

Bê dûwayî li vê xan e

Rêwîtîyek dor bi dor e

Meşek dijwar ber bi gor e

Ew gor tarî, teng û sar e

Li wir tune heval, yar e

Kes nebêje “Ez dimînim

Li cîhanê disekinim”

Cîyê her mirovî gor e

Ev rastîye, lê pirr zor e

Bo mirinê mal, milk, hebûn

Nabe bertîl jibo şabûn

Bin erdê da tiştek nîn e

Ne bihişt-doj, nan û rûn e

Mar û mişk in hevalên te

Tev bixukan ew goştên te

Bixwin, hestî dibin xwelî

Bin erdê da mîlyar salî

Li wir ew jî tev dibin ax

Cardin nabî mirovê sax

Usa ya jîyana jîndar

Qet têr nabe mirina har

Dê ew bixwe vî Rizê Gur

Bike çala tarî û kûr

Lê ez naxwazim wê çalê

Li Kûpikê, Xelan, Dalê (1)     

Hezkirîyên xwe ra bêjim

Ez dîn im, ne jî gêj im

Naxwazim ez gîrî û şîn

Diwa, ayetên ol û dîn

Bixwin, vexwin reqî, şerav

Bi eşq û kêf, her dem, her gav

Bişewtînin tev laşê min

Axê bibin hûn gundê min

Belav bikin li ser Gazê

Bi govend û tembûr, sazê

Lê bi dengê Şivan Perwer

Kasetekî hûn daynin ser

Ey Reqîb ji min ra quran

Tika ye ev, bo zar, biran

Li tev strana “Kîne Em”

Bigrin govend, tunebe xem

Ronahî ye evîna min

Bin rojê da xwelîya min

Ji tavê ra bibe heval

Mîlyar-mîlyar, roj, meh û sal

Bibim nêrgiz, gul-gulistan

Li ser axa Kurd-Kurdistan

Gelê min bîhnke gula min

Dê her şa be gîyana min

Gîyana min, ristên min in

Bîhnkêşên gulan jî hûn in

Ev e daxwaz, hosîya min

Jibo malbat, zar-zêçên min.

----------------------------------------------------

(1)   Xelan û Dal, gundê kalikê min in

14-5-2011 Sydney. Rojek li pey mirina birayê min Alî

 
   
Dengê Kurdistan © 2011