psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Roja Vegera Kemal Burkay

Hevalê me Kemal Burkay piştî 31 sal û 4 mehan vedigere walat. Burkay hîn salek berê eşkere kiri bû ku vegere. Lê berî vegerê hin kar û barê xwe temam kir, wekî herdu cîldê bîranînên xwe yên mayî ji bo çapê hazir kîr. Burkay dixwest di nîsan-gulana îsal da vegere, lê jî ber hilbîjartinê tehîr kir.

Burkay duh, 7ê Tîrmehê bilêta xwe birî û ajansa CİHAN’ê ra eşkere kir ku 30ê Tîrmehê, roja şemîyê jî Stokholmê dîçe Îstembolê.

Xebera ajansa CİHAN’ê  usa ye:

“Burkay piştî 376 mehan vedigere welat”

“Rewşenbîrê Kurd Kemal Burkay, wekî xethelbesta xwe ya bi nav û deng ‘Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî, rûken be’, piştî 31 sal û 4 mehan vedigere welat. Burkay cara pêşîn ji CİHAN’ê ra eşkere kir ku êdî dawîya xurbetîya 376 mehan tîne û got: “Ez ji kesî ne xeyîdî me, ez têm ku tevî kar û xebata ji bo aşitî û demokratîyê bîm. Welatê me gelek sal winda kirin.”

“Şair û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ku ji 31 salan zêdetir e mecbûr ma ye li Swêdê bijî, di hevpeyvîna xwe ya bi CİHAN’ê da got ku di 30 Tîrmehê roja Şemîyê saet 12.20 bi balafira THY ji Stokholmê radibe û di saet 16.45 dadikeve Îstembolê, Balafirgeha Ataturk. Burkay hest û planên xwe yên vegerê ji nûçegihanê Cîhanê ra usa got:

“Ez di destpêka meha Nîsanê da ji welat derketim, û ji ber derba eskerî ya 12 Îlonê nekarîm vegerîm. Yek ji wan kesan bûm ku ji himwelatîyê jî hatibûm derxistin. Lê piştra, di dema Ozal, sala 1992’yan da qanûnek derket û himwelatîya me şunda dan. Hîn di sala 1993’yan da Wezîrê Hundir ya wê demê Îsmet Sezgîn got: ‘Burkay dikare bi serbestî vegere.” Lê wan salan li welat rewş gelek xirab bû, min ew bangeke realîst ne dît û venegerîm.

“Min qasî salek berê (sala 1910) biryara xwe dabû ku vegerim. Di vê navberê da min hin kar û barê xwe temam kir. Wekî du cildên mayî yên bîranînên xwe ji bo çapê hazir kir û li benda derbazbûna hilbijartinê mam.”

Min texmîn nekir ku vêcar xurbet ewqas dirêj be, lê tucar bêzar û bêhêvî nebûm

Di heqê vê mideta dirêj li xurbetê jî Burkay usa got: “Dema ji welat derketim ne hat bîra min ku xurbet ewqas dirêj be, lê pir dirêj bû. Dema Cunta eskerî vekişîya li pişt xwe bingeheke zagonî û sazî hiştin gor dilê xwe. Ango rewşa piştî wê jî ji dema wê tu ferqî tune bû. Hukumetên sîwîl ku piştî Cuntayê hatin dest li vê sazîyê ne dan. Destûra 12 Îlonê çend caran hat pînekirin û ma. Lê hêvîdar im, êdî dawîya wê jî hatîye.”

Li ser pirsa me ya, di vê pêvajoya dirêj da waxta wî çawa derbaz bûye, Burkay usa got: “Ewqas demeke dirêj ji welat dûr bimînim jî, tuca bêzar û bêhêvî nebûm. Min gor rewşa heyî him kar û barê xwe yê sîyasî bi rêva bir, him jî di warê edebî da berhemên teze dan. Helbet di vê yekê da, bi raya min, para îmkanên teknolojîk jî heye. Salên 1980 û piştî wê ji demên berê gelek cudatir e. Têlewîzyon, înternet û têlefona destan dûr kirine nêzik. Mirov di saya wan da dikare li welat çi dibe nabe di wê lehzê da hîn be. Her usa jî li hemû welatên Ewrûpê ji welatê me xelk heye, wekî li her derê kolonî çêbûne. Li bajarên ku em lê ne nas û dost ne kêm in. Ji malbata min jî gelek kes li cem min bûn. Hingê mirov li van welatên beyanî jî xwe wek beyanî nabîne.

Nivîsên min li weşanên ku li welat bi destê hevalê me çap dibûn, derdiketin; kitêbên min jî li welat çap dibûn. Li medyayê ambargoya li ser me jî carina sit dibû, wek vê dema dawî.”

Welat pir waxt winda kir, pirs her çûn girantir bûn.

Burkay got: “Lê ev hemû wê rastîyê naguhirin ku ez mecbûr mam 31 salê xwe li der welat derbaz bikim. Eger me bikariba li welat bi serbestî sîyaset bikira, tesîra wê cuda dibû. Ew firsend ji dest me hat girtin, lê vê yekê tu feyde neda gel û welat. Serda jî gel û welatê me gelek tişt winda kir. Pirsgirêk ne hatin çareserkirin û ji berê girantir bûn. Me gelek waxt winda kir.”

Li ser pirsa Cîhanê, “ji ber van tiştan dilşikestî yî, yan bi hêrs î?” Burkay usa bersîva me da: “Na, dîsa jî ne dilşikestî me. Ez bextewar im ku cardin vedigerim welatê xwe. Ez ji vir hada jî, çi ji dest min hat dê bikim ji bo piştgirîya berxwedana heq û azadîya mirovên me û ji bo aşitî û demokratîyê.”

De Rûken Be!

Ev şiêra bi nav û deng ya Kemal Burkay ku Sezen Aksu jî wek stran dibêje, “De Rûken Be” usa ye:

De rûken be bila ewr biçin
Karker bi dil û can bixebitin, rûken be
Wekî din ez çawa nuh dibim
Dibe ku fîlmek tê bejêr
Daristanek ava dibe li çolan
Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî, rûken be
Aj û qamîşên min hebûn gelek
Çemên min, çaqilên min ên rengîn
Lê tu cuda yî, nîzam fêm dikî?
Wekî birçî me, ji dayik xeyîdî me
Bajar hemû ji min xeyîdî ye
Pisîkek min jî tune, nizam fêm dikî?
Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî, rûken be

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011