psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Ciwanên Komciwan Mannheim beşdarî “Roja Zarokan” bûn

Li bajarê Mannheim îsal jî wekî her sal Ahenga Zarokan û Malbatan bi nasnavê "Kinderspektakel" li Luisenpark hate kirin.Ev wek rojeke taybet ya zarokan û malbatan, hersal di 20ê  heyva 9a de tê çekirin.
 
Îsal KOMCIWAN-Mannheim jî bişdarî vê Ahenga Zarokan bû, li ciyê ahengê çadireke kurdî vekir, li wir xwarinên kurdî, pirtûk, CD yên kurdî yên muzîkê, alên kurdî, bendên bi rengên kesk û sor û zer difirotin. Ciwanên KOMCIWANê li ser komeleya xwe Kociwanê, Komkarê, gelê Kurd û Kurdistanê agahdarî dan beşdarên çalakiyê. Komciwan jî yêk ji wan 32 komelan bû yên xwe bi awayêkî baş da naskirin. Herwiha ciwanên Komciwanê wêne li ser dêm û çavan zarokan çêkirin û bi leystikan dilê gelek zarokan xweş kirin.

Bi minasebeta vê roja keyîf û xweşîya zarokan, ciwanên Komciwanê him piştgirîya mafên zarokan kirin û him jî ji bo xelkê dan zanîn ka rewşa zarokên kurd li Kurdistanê bi çi awayî ye. Li ser rewşa zarokên kurd,  bêparbûna wan ji jiyaneke bi ewle, bi saxlemî û mafê perwerdeya zikmakî hat ravekirin û behs kirin. Bi vî awayî ciwanên KOMCIWANê çalıkıyeke baş bi serfirazî pêk anîn

 Komciwan Mannheim

   
   
Dengê Kurdistan © 2011