PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ronakbiren Kurd: “Ji aliyê amaç û hedefên xwe ve, ev şer nayê qebul kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta Tirk e.”

Hınak ronakbir, niviskar uu siyasetmedareen kurd, bı hevra daxuyaniyek lı ser biryara dawi ya Kongra Gel belav kırın. Ronakbireen Kurd dı vee daxuyaniyee da gotın, ku “Ji aliyê amaç û hedefê n xwe ve, ev şer nayê qebul kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta Tirk e” uu ji biir uu rayee Kurd xwastın, ku dıji vee şeree derkevın Ronakbireen kurd bang kırın, ku “yên ku dijî vî şerî bê armanc in, werin ba hev û li ser bernameyek hevbeş xebatê bikin.” Daxuyaniiya ronakbiireen Kurd bi vii awayii ye:

“16’ê Sibatê, di sala 1999 an da, bi girtina serokê PKK A.Öcalan va konsepteka sîyasî a nu, ku Ocalan jêra „Komara Demokratik“ digot, destpêkir. Bi ya vê konseptê, dev ji daxwazên Kurda yên neteweyî û sîyasî hate berdan. Dîsa bi ya vê projeyê, serhildan û berxwedanên Kurda yên sed sala borî, weki provakasyonên bona parve kirina Tirkîyê hate nirxandin. Bîr û bawerîya kemalîzmê, ya fermî, ku Kurdan yekcar qebûl nedikir, hate pejirandin. Ocalan, xwe wek „Neteweperwerekî Atatürkî“ nîşan da. Li ber dadigehê got; ku "Tekoşîna çekdarî şaş û xelet bû, li Tirkîyê rîya kar û xebatên demokratîk û aşitî her tim hebû, îro jî her heye. Di tekoşîna çekdarîyê da, serketina me sedî da sed jî hebe, em ji vir şûnda ti car çek hilnadin destê xwe.” Ragihand, ku dev ji xebatê çekdarî berdane.

“Gerillayên PKK bona ku nişan bidin, bi dilsozê girêdayîya vê projeya ku jê mora Serkanêgiştîyê Tirk dixûye, bi destûra Ocalan sengerên xwe berdan û paş ve kişîyan başûrê Kurdistanê. Lê belê êrişên dewleta Tirk di vê paşve kişandinê da jî berdewam bû û di encema van êrişan da, ji pênc sed gerillayê bêtir hatin kuştin. Di eynê wextê da bi navê „Gruba Aşitîyê“ hêzên gerilla şandin Tirkîyê, lê ewan bi cezayên giran hatin ceza kirin.

“Bi projeya „Komara Demokratîk“ gelê Kurd kete bin manîplasyonek xurt û bi mabesta, ku carek din Kurd entegreyê sîstema sîyasî ya Tirk bibin hate hereket kirin. PKK’yê ji ortê rakirin. Komel û sazîyên eşkere jî, gor wê projeyê, yan ji ortê hatin rakirin yan jî nu ve hatin sererast kirin

“Di van pênç salên dawîyê da, li Tirîyê û Rojhilata Navîn bûyerên sîyasî yên girîng qewimîn û hin jî diqewimin.... Rûdana xweguhertinên girîng û dîrokî di vê herêmê da nêzîk e. Bi operasyona hêzên hevpeyman ya li dijî Iraq’ê, desketîyên girîng ketin destê Kurdan. Dîsa di vê demê da li Tirkîyê, tabloyekî nu a siyasî hate holê. Hikumetê, bona endametiya Yekitîya Evrûpayê hinek guhartinên qanunî pêkanîn.

“Di dawîyê vê projeyê da, pirsgirikên navxweyî di nav refên PKK’yê da pir bûn û PKK kete rîya ji hev belav bûyînê. Êdî serokatîya Öcalan tê nîqaş kirin.

“Dewlêta Veşartî”, ku ji guhertinên li Tirkîyê ne rehet e, dixwazê bi vê bî ryara şer, pê şîya pêvajo bigre. Hêzên militarîst, dixwazin dîsa bi tenê bibin destilatadarê welêt. Bona şikandina deskevtiyên Kurdistana Başûr û fetisandina ronahiyê di vê beşê welatê me da, dixwazin zirufên dest direjîyê pêk binin. Ji xwe ci û şunê , ku biryara şer hatiye girtin, di bin qontrola Serkanêgiştîyê Tirk da ye.

“Daxwazên, ku ji bo sedemên şerî hatine destnîşan kirin, ne daxwazên gelê Kurd yên netewî û sîyasî ne. Ji bona vê yekê ev şer, ne şerê gelê Kurd e, ti berjewendiya gelê me di vê şerî da tine ye.

“Ji aliyê amaç û hedefên xwe ve, ev şer nayê qebul kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta Tirk e.

Ev şer, li ser deskevtî û saziyên sîyasî li Kurdistana Başûr xeter e. Ev şer, hencetan dide destê dewleta Tirk, dakuêrîşê Kurdistana Başûr bike.

“Dewleta Veşartî”, ku naxwaze Tirkiyê tev lê pêvajoya endamtîya Yekitîya Ewropa bibe, hewcedarê vî şerî ye.

Ji alîyê din ve, bona ku carek din pozîsyona sîyasî û otorîteya Ocalan, di nav refên PKK da wek herdem kar bike, pêwîstî bi vî şerî heye. Bi dest pêkirina vî şerî ve, hakîmîyeta Ocalan, di nav PKK da dê carek din bi cih bibe.

Bi kurtî:

Divê ev şer bê sekinandin. Divê dewlet dev jê operasyonên xwe berde û gerillayên PKK jî êrîş nekin. Herweha,pêwist e herdu alî jî, li Peymana Cenewreyê ra rîayet bikin.

Divê dewleta Tirk dev jê sîyeseta nijadperest berde daku ev dibe sebeba şer û divê zirufeka demokratîk pêkbîne, daku gelê Kurd bikare çarenusi xwe bigre destê xwe.

Divê PKK, dev ji daxwazên marjînal-kulturî berde û têkoşîna xwe li ser mafên miletê Kurd yên neteweyî, sîyasî û demokratî bimeşine.

Em bang dikin, yên ku dijî vî şerî bê armanc in, werin ba hev û li ser bernameyekhevbeş xebatê bikin.

Mahmut KILINÇ, Nejdet BULDAN, Yilmaz ÇAMLIBEl, Ayhan ÇIFTÇI, Cuma YAKUT, Hüseyin TURHALLI, Zeki ÖZTÜRK, Murat DAĞDELEN, Mehmet BAYRAK, Eskerê BOYIK, Ahmet ÇAMLIBEL, Munzur ÇEM, Cemil GÜNDOĞAN, Musa KAVAL, A.Haydar KOÇ, Seyidxan KURIJ, Siraç BİLGİN, Rezan DİYAR, Mehmet YAKUT, Murat ÜLGEN, PIRKEMAl ,Sevda BERCILE , Fikret YILDIZ , Hadi BAGHISTANI, Recep MARAŞLI, Arif BEYENCIR, Elif İLBAY, Kenan Fani DOĞAN, Zınar ÖZTÜRK, Kutbettin ÖZER, Abdullah KAYA, Yılmaz KAYA, Behram ALABAY, Suna GÜVEN, Ali KARDAXOS, Serhat MERT, Selim ÇÜRÜKKAYA, Baran HEMZE, Metin AYYILDIZ, Ikram OĞUZ, Ferman ÇÜRÜKKAYA, BEDİL ,Mustafa ALADAĞ, Veysı ÖZGÜR, Özcan SOYSAL, Bube ESER, Hüseyın KIZILOCAK, Kazım TEMURLENK, Nazif TELEK, Ümit KAYA, Necmeddın ALP, Serdar Fettah MUSTAFA, Xeyri AKIN, Cafer DARICI, Brusk SOLDUK, Ali DÖNERTAŞ, Baran KARA, Mustafa KISABACAK, Bervarto ŞAHİN, Sait ÇÜRÜKKAYA, Mehmet ECE, Serpil İNANÇ, Osman ÇINAR, Bekir ÜÇKEN, MALMISANIJ, Ali ALXASİ, Dara CİBRAN, Fettah TİMAR, Veli ABBAS, Sema AYDIN, Zeynel Abidin HAN, M.Sıddık ÖLÇER, Yücel SÖNMEZ ,Mustafa FİLİZ, M.Ali YILDIRIM

 

  Dengê Kurdistan © 2004