psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Emê Bêrya Te Bikin

Salihê Omerî

Nizanim, ji ku dest pê bikim, ji naskirina ku min te nas kir û heta roja ku te berê xwe da welatê bav û kalên xwe, tu kesek ji wan kesa yî, kekê can, tu herdem rûken û dilgeş bûyî, li himberî min. Ez dibêjim hezkirina te ji min, erkên xwe yê şoreşgerî tiştên ji min dihat min pêk tanî, te jî ew didît. Ji xwe ji kesên xebatkar, fedekar û durist hezkirina te zêde bû. Ez bawer im di gelek biryaran de,” me te tenê hişt kekê Kemal”, lê dîsa jî bila saxî be…

Kekê Kemal emê bêrya te bikin, wê çûna teyê welat li komela KOMKAR Swêdê sarbûnek dest pê bike, ez hêvîdar im ku xelet bim. Ez bi hêvî me ku tu ji her çend mehan bêyî welatê xwe yê duwemîn swêdê, komela Komkarê geş bikî. Ez bawr im tu jî bêrîya me bikî kekê dilsoz û durist, ez weke hevrê yê te yê nêzîk, ne weke hevrêkî weke kurdikî wextê ku min te nas kir û bi vir de, ked û emeka min ku di ber te de çêbûye, min weke rûsipîyek xwe û ji ber ku tu miroveke durist rastgo bû, min te weha nas kir, destê min ji zatê weke te nebû ku ez bi virde û bi vîyalî de herim, min rîya xwe şaş nekir. Ji ber di jiyanê de min duristî û rastgoyî ji xwe re kirîye sereke, ji ber van jî hezkirinik min bi teybetî ji te re çêbû, kekê Kemal. Wexta ku mêvanên komela me dihatin, tu bi zatê xwe radibû, te digo hûnê çayê vexwin, te bi wî temenê xwe yê mezin û bi wê gotina ku te ji mêvanan re digot, te hezkirina xwe dixist dilê wî mêvanî. Mala te ava kekê Kemal ez bi xwe ji te fêrî gelek tiştên civakê bûm.

Wextê ku min te naskir û bi vir de, di suhbetên xwe de te herdem qala hevkarî, enî û pêvendîya-dîyalogan dikir. Ji xwe li bakurê Kurdistanê, bi serdarîya te ku we PSK damzrand di 1974 an de, we piştî çend salan di nava çend partîyên kurdan de, UDG ava kir, hûn mirovekî dûrbîn bûn, we pêşeroja xwe baş zanîbû. Wexta ku we PSK ava kir di programa partîyê de we du rê dîyar kiribûn, yek jê federasyon bû, ya dudan jî dewlateke serbixwe bû ku we digot heqê gelê kurd e. Heta ana jî tu vê raya xwe û bawerîya xwe diparêzî kekê Kemal. Mala te ava ji van hestên teyê durist û rast. Hinik jê ji ”serxwebûna herçar perçê kurdistanê dixwestn” lê ana jî ne tu tiştikî dixwazin, rojikê weha û roja dinê jî li têlike dinê dixin… 

Ez bi hêvî me, çûna teyê welat, piştî sîh û yek salî û bi temenek 74 salî, nêzîkayeke germ di nava kurdan de wê pêk bê, roleke teyê giranbiha heye di dîroka gelê kurd de, û ez bawer im tê wê rola xwe yê dîrokî bilizî. Erê wê barê te ji berê girantir bibe. Ji ber ku me gelek derban suhbet dikir, me qala welat û rewşa gel dikir, em gelek aciz dibûn, kekê Kemal te di got,” na divê ku em li ber xwe bidin, divê em gelê xwe bihûnînin-organîze bikin, erka me ya serekeye welatparêzî ye, demên weha wê bên û wê herin, weke pêlê deryayê wê herin û wê bên, emê van qolinca derbas bikin”. 

Ez dibêjim, tê çawa bi dil û can bêrîya welatê xwe Kurdistanê dikî, her usa jî bîrya swêdê bikî. Ji ber ku desthiledarîya swêdê û bi teybetî jî wexta we li swêdê penaberî xwest van camêran hemen penaberîya te qebûl kirin. Û piştî demikê jî tu bû hemwelatîyên swêdê, weke hemwelatîyek wan, çi îmkanên ji welatîyên wan re derbas dibe ji yekî weke te jî re darbaz dibû. Îca dibêjin ” bilbil xistine qesefê û li malê hemû tiştên wî tê ber, lê hey bilbil gotîye ax welat, ax welat!”

Welat, welatê te ye
Bi gul û çîçek li hêya te ye
Ji herçar hêlên welêt li hêya te ne
Kal û pîr li benda te ne
Xort û keç li hêvîya te ne
Dostê teyî kurd û tirk li benda te ne
dakeve, li frokxana îstanbulê
Li benda te ne!

Oxira te a xêrê be, tu bi xêr herî û bi xêr û silamet vegerî kekê Kemal. Emê bêrya te bikin.

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011