psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Xemginîya Erdheja Wanê

Salihê Omerî

Di 23ê meha Çirîya Pêşîn 2011 an de, saet duûçelûyekê rojê de erdhejek 7-2  li wana me û Erdîşê û derdorê gola wanê çêbû, ew erdhej tesîra xwe heta welatên cîran îranê, başûrê Kurdistanê, Erzuromê, Agirîyê û heta bajarê Mêrdînê kir. Ev erdheja hana ji hêla tabîeata erdê û li gor mirovatîya bi bawer ji hêla xwedê û şuxulê xwedêye, têye gotin. Em jî bêjin bila wehabe, şuxlê xwedêye, bila şuxulê xwedê be ne ê ebda-mirovabe, şuxulê xwede xweşe, lê bila wilo be…

Bi vê minasebeta malwêranî û erdheja ku ji terefê xwedê de çêbûye, sersera ser çava bila destê mirova têde tune bese. Lê ez dibêjim ku mal û avayên ku hatine avakirin li wanê bi duristî bi planeke baş û mesrefeke baş lê bi hatina xerckirin, wê ewqas zirarek mezin çênebûna li wana me. Ji ber ku pisporên erdhejê yên komara tirkan dizanin xetên dibinê erdê de yên erdhejê hene û yek ji wan jî bajarê wanê û der û dora wêne. Çima tetbîrên li himberî erdhejê negirtine?.

Heger komara tirkî tetbîrên li himberî cîhê ku erdehej wê lê çêbibe negirtibe, komar û desthilatî mesûlê vê wêrankirina ku li wan û der û dorê çêbûye heye. Salê çûyî li Japonya erdhejik 9,2 çêbû lê ewqas feleketeke mezin çênebû mirov nehatin kuştin, ji ber ku komara Japon û desthiledarîya wî welatî tetbîrên xwe yê erdhejê girtîye, xanîyên ku çêdike bi saxlemî çêdike. Ez dibêjim, sûcê herî mezin di rewşa erdheja ku li wanê çêbûye yek emîn komara tirk û desthiledarîya wê bi xweye. Heger ji serîde tetbîrên ewlekarî bigrtina di vê erdhejê de wê ewqas zirar nehatina kirin.

Ez dixwazim li ser te çend gotina bêjim, Wana bav û kalan;
Wan wana meye
Berdêlya derd û kulaye,
Ji bêxwedîtî ev hate serê teye,
Xwedîyê te kurdin
Dil êşê te zaza, kurmanc, soran û lorî,
Wa şandin ji başûr malê bavê te,
Barzanî hawar û gazî kir li pismamê te,
Hîn jî hawara Barzanî ji bo wanê dûm dike,
Hey mala te ava kurê camêrê Barzanîyê mezin, kekê Mesûd,
Ew êş û xemginîya bajarê wanê,
Êş û xemginîya hemû Kurdane,

Li welatê pismamê te ji Mêrdînê bigre heta Qersê, heta Colemêrgê, Amedê û herweha, alîkarî pere cil û berg, betanî, lêhêf doşek, hemû tişt dan hevdû şandin ji pismamên xwere.

Lê weke ku dibêjin, şuxulê xwedêye,

De bila şuxulê xwedê be,

Ne şuxulê ins û cinsa be…

Ji kurikî deh salî pirsîne?

Nav Ehmede, ehmed erdhej çêbûye li Wana me, em li cil û berga digerin tu dikarî çibidî, Ehmedo ji dibîstanê tê li berdevê derîyê xweye, Ehmedo qutikê xwe ji xwe dike, dibêje ev ji min diqedi, yê ji Ehmedo re dibêje, ma ne hindike?

Ehmedo radibe pantorê xwe jî ji xwe dike û dibêje ne bese, yê ku alîkarîyê didin hev ji Ehmedo re dibêje wele ne bese, lê bila wilo be, lê Ehmedo ji wan re dibêje, ha ji we fanêrê min jî, ji wan birayên min zarokên Wanê re bişînin. Wey mala te ava Ehmedê deh salî…

Lê meriv destê xwe deyîne ser ûjdanê xwe û bi axife. Di vê erdheja wana mede, çi ji kê qedîyaye û jê hatîye madî û manewî alîkarî şandine, çi dezgeh, çi jî şexs, ji herşar alêyên tirkîye û Kurdistanê, ji Colemêrgê bigre heta Tiraqya, ji Entabê bigre heta behra reş, ji her hêla xwe ve alîkarî madî û manewî kirin. Ji welatên cîhanê, meriv dikare bêje gelek welatan xwestin ku alîkarîyê bikin, pêşî lê desthiledarîya tirkan qebûl nekirin. Lê vê talî alîkarîya wan jî hate qebûlkirin. Heta çend hebên ku ji Japon hatibûn, di erdheja dudan de du heb ji wan jî di hotêlê de, hotêl bi ser wan de hate xwarê û ew jî ketin nav refên yên ku di erdhejê de mirin.

Ji hemû welatîyên Wanê û der û dora wêra, ji kes û kûsên zirar dîne, di warê vê erdheja wanê de, kesên ku hatine birîndarkirin şifayê ji wanre daxwazîyê dikim û kesên ku mirine cîhê wan bihuşt be û ser saxîyê ji malbatê wan re dixwazim.

Erdhejên weha derbik dinê çênebe, avayên ku ji ana û pêve çêbibin, bi hawayeke rêk û pêk bêne çêkirin, mesrefên ku li xanîyên ku bêne xerckirin dibin çavdêrîya muhandiza de, bi alavên weke çîmento û hesinên bi qelîte bêne çêkirin. Ji bo derbikidinê erdhejên ku çêbibin feleketên weke erdheja Wanê zirarê neyê kirin.

   
   
Dengê Kurdistan © 2011