psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Kurê Memo

Salihê Omerî

Kurê Memoyê simbêl qeyîtanî, rewşa wî baş bû û ji xwere gote, ezê herim bajêr emaneteke bavê min li cem dikandere, ezê herim emenatê bavê xwe jê bigrim û bînim. Lê heyîf û mixabin, xalê Arifê dikandar çûbû serdilovanîya xwe. Rindo kurê Memoyê simbêl qeyîtanî, wî û kurê xalê Arifê dikandar hevdû dîtin, silav li hevkirin, ji azadê kurê xalê arif re gote, ez kurê wî kesê ku bavê te mesela wî ji tere gotîye, ez kurê wî kesî mim.

Kurê xalê Arif ji Memore gote ser sera û ser çavan tu hatî, ev gelek sale ku emanetê bavê te li cem bavê min bû. Bavê min berî ku here ser dilovanîya xwe, ji min re gote, kurê min emaneteke camêrekî li cem mine û mesela wî ji minre gote, mesele ji vê heta vêye. Lê heta ana ew kes nehatîye, emanetê xwe ji min ne girtîye, heger ku ewkes yan jî merivik wî hate, qala emanetê bavê xwe, yan jî mervê xwe kir, tenê divê ku bêje emanet filan tişte (tayê simbêle) wêçaxê divê ku hûn, tu bidî wî/wan.

Min jî ji bavê xwere gote, baş bavo kengî hatin ser sera û ser çavan, ezê wesiyeta te pêk bînim, heger ewkes hatin, emanetê xwe. Piştî çend rojan, xalê Arif xwedê emanetê xwe stand, çû ser dilovanîya xwe.

Kurê memo yê simbêl qeyîtan, ji kurê xalê dikandare gote ez kurê wî camêrî mim, navê bavê min Memo bû, weke ku bavê te ji tere mesele gotîye, bavê min jî ev tiştê ku bavê te ji tere gotîye bi serê xweye. Lê çawa emanetê bavê min li cem bavê teye willo jî emanetê bavê te jî, li cem bavê min bûye, ez jî hatime emanetê bavê te bidim te û emanetê bavê xwe jî ji te bigrim, çawaye birakê Azad.

Azad jî, ji kurê memo re gote ser ser û ser çavan. Emanetê bavê te li cem mine, ezê herim bînim, dibê azad çû xurfa-oda bavê xwe, sindoqa bavê xwe ya emaneta kilît-zman lêxist sindoq vekir û emanetê bavê Rindo, çawa bavê wî emanetî kurê xwe kirîye weha anî da wî. Emanet di nava kaxezikê de bû ku çawa bavê wî daye dikandarê xalê Arif wilo jî da Rindo.

Rindo jî, ji kurê dikandare gote, ji ana û pêve divê ku ez û te bibin dest birakê hev, heta ku ez sax bim û zarok, zarokên min hebe ezê tucaî vê dostaya bavê te û alîkarîya ku bavê te ku bi me kirîye ezê ji bîr nekim. Îca ana bi xatirê te birakê azad tu bi mînî di nav xêr û xweşîyê de.  

 
   
Dengê Kurdistan © 2011