psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Kekê Zubeyr Yildirim

Salihê Omerî

Kekê Zubeyr Yildirim hêja û delal, li hêla Mêrdînê herêma Omerya li gundê Çalê, di sala 1934 de, ji dayîk bûye. Ji malbatek dihate nasîn li herêma Omeryan, malbata wî serok eşîra Omeryan bû û kurê Evdelê Silêman e. Di sala 1986 meha Adarê 16ê wê de çû ser dilovanîya xwe

Nêzîkî bîst û pênc salan di nav kar xebatên welatparêzî de, kar xebat kirîye, derba ewilî di nav refê PDK-T de xebat kirîye û piştre jî di sala 1974 an de di nav refên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê de ( PSK) kar û xebatên xwe berdewam kir, heta ku çûye ser dilovanîya xwe.

Li herêmê wexta ku qala kekê Zibeyr dihate kirin, herkesî jê hez dikir û weke mînak ew ji xwe re dihesibandin.  Xeyisyetên kekê Zibeyr hinik ji ev bûn; miroveke civakvan bû, Kurdperwerekî diksoz bû, hemû kurdan jê hezdikir, partî û rêkxirawên Kurdan qîmet didan kekê Zibeyr û hwd…

Di 12ê êlona sala 1980 an de, hate girtin û gelek tada û lêdan lê hate kirin, piştî ewqas tada û lêdan kekê Zubeyr li ber xwe da û tu tiştê ku hevalê û hogirên xwe pê biêşîne negot, piştî ewqas tada hate berdan. Derba duda di sala 1986 meha adarê 16ê wê de dîsa hate girtin, eza û tedayek gelek mezin lê kirin. Reh û damarên kekê gernas gelek êşandibûn,dijminê har û hov pir lêdan û dîsa jî sira xwe neda, lê wî li berxwe da, teslîm nebû, lê belê xwîna xwe, canê xwe teslîmê axa Kurdistanê welatê bav û kalan kir û şehîd ket.

Lê li ba kekê hêja me yê hêja, bi rastî welat ji her tiştî şêrîntir bû. Emê di vê tekoşînê da heyfa kekê xwe û hevrê xwe Zubeyr tev şehîdên din ji kedxwaran û zordadestan bistînin. 

Weke ku em dizanin di dema ”UDG”ê de, bi wî temenê xweyî mezin weke xortekî kar û xebat dikir û ew yekitî bi ser keve, ew kesekî weha bû ku gelek ji nêzîkayî û yekitîya Kurdan hez dikir, ji ber wexta ku qala kekê Zubeyr Yildirim dibû, digotin, ew camêrê kurê camêra ji yekitîya Kurdan hezdikir.

-Min kekê Zubeyr ji malbatek mezin û kurê axayên herêma omeryan dihate naskirin, ya dudan jî wexta ku dihate gotin Zubeyr Yildirim, weke welatparêzekî gelê Kurd dihate bîra meriv. Hemû kesanan jê hez dikir, ji xeynî dagirkeran.

Kekê Zubeyr min çend derban wî dît, bi teybetî jî li nexweşxana Mêrdînê, ji ber ku birayê wî Doktor Brahîm Yildirim bû û çend sala serokatîya doktorên nexweşxana Mêrdînê dikir.

Kekê Zubeyr herdem cil û bergên wî Kurdî şalik û şapik û komê koloz û derbna jî Lihafe ya bi gulik, rengo-rengo û şehr li serê xwe dikir. Meriv çawa wî didît kêfa meriv jêre dihat, xwîna meriv bi ser wî de dikelîya.

Hezar rehmet li te be kekê hêja û delal û dil paqij, tê herdem di dil gelê Kurd de bijî û tê tucarî neyê ji bîr kirin, heta gelê Kurd û Kurdistanê sax be.

2011-05-05

 
   
Dengê Kurdistan © 2011