psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina YNKê hate pîrozkirin

Îro li Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNK bi beşdariyeke mezin hate pîrozkirin.

Dengê Azad/Hewlêr

Îro li Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNK bi amadebûna cîgirê yekem ya Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Peşmergê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Endamên Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Hesen Şerefî û Mihemed Nazif Qadirî, Parêzerê Hewlêrê û hejmarek konsolên welatên biyanî, hejmarek zêde kadroyên YNKê û bi hezaran xelkê Hewlêrê ve hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Cîgirê Yekem ya Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî gotarek pêşkêş kir. Kosret Resûl Elî di gotara xwe de 36emîn salvegera damezrandina YNKê pîroz kir û behsa damezrandin û têkoşîna dûr û dirêj a YNKê kir.

Pîrozbahî, pêşkêşkirina çend gotar û stranan bi dawî bû.

Bi boneya 36emîn salvegera damezrandina YNKê, Komîta Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK nameyeke pîrozbahiyê ji YNKê re şand.

Ev e nameya PSKê;

Ji Bo Mekteba Siyasî ya YNK

Hevalên  hêja,

Em bi navê hemû endam û alîgirên Partiya xwe 36. salvegera damezrandına YNK li we û bi rêka we li hemû endam û aligirên YNK pîroz dikin.

Em piştras in, ku YNK di sengerê demokrasî, azadî û pêşkevtinxwaziyê da ji bona parastin û pêşvebirina deskevtên netewî û demokratîk wê berdewam kar û xebatê bike.

Serketina we dixwazin.

Piroz be 36 saliya YNK!

Bijî hevkarî û hevdengiya hêzên welatparêzên Kurdistanî!

Komita Navendî a PSK

01 Hezirana 2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011