PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Samî Evdirehman: Em qebûl nakin ko hêzên tirkan bên Kurdistanê

HEWLÊR, 13/2 2003 — Tirkiye her roja ko diçe pirtir eskerên xwe li ser tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê zêde dike û niho ev bûye tehdîdeka berbiçav li ser başûrê Kurdistanê. Cihgirê serokwezîrê Kurdistanê Samî Evdirehmanî di preskonferansekê de careka dî diyar kir ko kurd dê li dijî hatina eskerên Tirkiyeyê rawestin û ti sebeba hatina eskerên tirkan nîne.

— Ti sebebên bereqil ji bo hatina hêzên tirk yan her hêzeka biyanî nîne ko bên herêma me. Em dê li dijî wê rawestin. Ti xêr di hatina wan de nîne û tişteka baş jê dernakeve. Heger hêzên tirk bên hingê ew dê bibe provokasyonek bo hikûmetên dî û ew dê bibe problemek hem bo me û hem bo Tirkiyeyê.

Tirkiye îdia dike ko ew hêzên xwe ji bo parastina tixûbên xwe û rêlibergirtina mihaciran verêdike ser tixûbî. Bêguman ev ne argûmenteka di cihê xwe de ye ji ber ko kurd ji başûrê Kurdistanê narevin. Ereb dixwazin ji bin desthilata Sedam Hisênî birevin û bên Kurdistanê û niho hikûmeta Kurdistanê xwe ji bo parastin û bicihkirina wan amade dike. Samî Evdirehman vê argûmenta tirkan pûç dike û dibêje:

— Heger Tirkiye bixwaze arîkariya mihaciran bike hingê bila ew rê bide rêxistinên sivîl û Xaça Sor ya nêvneteweyî, bila hêzên eskerî rêneke. Em lehîstoka siyasetê nalehîzin ji ber hinek bingehên exlaqî û niştimanperwerî yên me hene ko em li serê rawestiyane. Ti welat xêrhatinê li hêzên welatên cîran nake heger ko sebebeka maqûl jê re nebe.

— Tirk ne ji bo şerkirina li dijî ordiya Iraqê tên, ew dixwazin di deriyê paşiyê re bên û bikevin welatê me. Em vê qebûl nakin. Ti kes qebûl nake ko hêzeka dagirker bêt û welatê wan dagir bike.

Kerkuk Kurdistan e, 13.02.03

 

  Dengê Kurdistan © 2003