psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Şandeya Komeleya ÇIRA serdana Şaredariya Surê kir

Dengê Azad-Amed

Şandeya Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê ya di bin serokatiya Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi de serdana Şaredariya Surê ya Amedê kir. Şande ji aliyê Şaredar Abdulah Demîrbaş ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Birêvebiriya Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê di çarçoveya serdanên xwe ya li saziyên li Amedê de serdana Serokê Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş kir. Şandeya komeleyê ku ji Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi, Sekreterê Komeleyê Diyar Arcan, Birevbirên Komeleyê Yelda Ekîncî û Şîrvan Daş pêk hatibû, ji aliyê Serokê Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş ve li meqamê xwe hat pêşwazîkirin.

Serokê Şaredariya Surê Abdulah Demîrbaş, bi germî xêrhatin li şandeya Komeleya ÇIRAyê kir û vê serdanê watedar nirixand. Demîrbaş, herweha diyariyek ku ji rêzepirtûkên li ser zimanê kurdî ji aliyê Şaredariya Surê ve hatine çapkirin, pêşkêşê şandeya ÇIRAyê kir.

Piştre Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi, ji bo vê diyariya giranbuha spasiyên xwe pêşkêşê Demîrbaş kir. Karakeçî jî, diyariyek ku ji rêzepirtûkên M. Emin Bozarslan yên “pêkenok”, “çîrokên gelêrî” û Mem û Zîn û Baxçê Zimên û pirtûkên Kemal Burkay Bîranîn Cîlda 1 û 2 pêk hatibû ku di nav weşanên DENGê de hatine weşandin, pêşkêşê Demîrbaş kir. Piştre bi kurtî behsa xebat, proje û çalekiyên komeleyê kir û da zanîn ku ji roja damezrandinê û heta nuha bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo pêşvebirin û kemilandina çand, ziman, edebiyat û folklora kurdî xebat kirine û ji nuha û pêve jî, dê van xebatên xwe bidomînin.

Karakeçi, di berdewamiya axaftina xwe de ked û hesasiyeta Demîrbaş ya ji bo zimanê kurdî bi giringî nirixand û diyar kir ku ew wek  Komeleya Çand û Hunerê rûmetek mezin didin vê hesasiyeta cenabê wî û wek saziyeke neteweyî jê re spas dikin. Karakeçî, herweha bal kişand  li ser xeteriya pêşberê zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê û diyar kir ku divê fikare û siya siyasetê li ser ziman bê rakirin û hemû sazî, dezge û herkesê berpirsyar wek meseleyeke hebûn û nebûnê li ziman binêrin û di vê çarçoveyê de li ziman xwedî derkevin.

Karakeçî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku herçendî di warê rojname, kovar,  weşangerî, televîzyon û whd. de pêşkeftin û destkeftinên cidî hene û di warê nivîsandin û bikaranîn zimanê kurdî de azadiyek berbiçav hebe jî, lê di warê zanîn û bikaranîna ziman de bi taybet jî di nav nivşên nû de paşkeftin û qelsiyek gelek mezin tê dîtin û weha got; “Ev yek jî ji bo pêşeroja gelê Kurd xeteriyek gelek mezin e ku divê ji nuha ve pêşî lê bê girtin û ji bo vê yekê jî divê herkes û her sazî bi reflekseke neteweyî tevbigere.”

Serokê Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş jî, wan pirtûkan wek diyariyeke gelek giranbuha nirixand û spasiyên xwe pêşkêşê şandeyê kir. Demîrbaş jî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser xebatên wan yên derbarê zimanê kurdî de û diyar kir ku ev demek e wek projeyek dane ber xwe û di vê çarçoveyê de em li malên taxê dibin mêvan û ji bo nasîna zarokên kurd ya bi çîrok, kilam, tiştanok û wd. re şevbêrik lidar dixin. Demîrbaş, herweha diyar kir ku ew wek şaredarî ligel Kurdî-Derê li ser înternetê bi qasî 5 hezar kesî fêrî zimanê kurdî dikin.

Demîrbaş, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa siyasî ya gelê kurd û diyar kir ku ji her demî bêtir pêwistiya kurdan bi hevkarî û yekîtiyê heye û weha got; “Di vê çarçoveyê de di serî de wezîfe û berpirsyariyek mezin dikeve ser milê partî, rêxistin û siyasetmedarên kurd û divê her yek ji wan, hemû nêrîn û berjewendiyên xwe yên grûbî bidin aliyek û bi reflekseke neteweyî berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bikevin nav hewldanê. Lewra, tê dîtin ku neyar û nehezên gelê kurd lê dixebitin û di nav hewldanê de ne, di nava kurdan de tovên neyartî û dubendîtiyê direşînin daku wan jihev bixin û destkeftiyên tekoşîna bi dehan sal bipelçiqînin. Ji ber vê yekê jî, divê kurd hê zêdetir hişyar bin û bi pêkanîna hevkarî û yekîtiyek netweyî ji vê helwest û hewldanên kirêt re bibin bersiv.”   

 
   
Dengê Kurdistan © 2011