psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Hilbijartina giştî li Danîmarqa.

Özlem Sara Çekiç dîsan kete parlamentoyê

Piştî 10 salan li welatê Danîmarqa hikûmet hate guhertin.

Roja pêncşembê, ango di roja 15.09.2011’an de li welatê Danîmarqa hilbijartina giştî a ji bo parlamento pêk hat. Di demek gelekî kurt de, 20 roj berîya hilbijartinê, serokwezîrê Danîmarqa Lars Løkke Rasmussen roja hilbijartina giştî îlan kir û di nava van 20 rojan de bi hemû îmkanan dest bi kar û xebata hilbijartinê hate kirin.

Hê berîya hilbijartinê Partîya Sosyaldemokrat (S - Socialdemokraterne), Partîya Sosyalîst a Gel (SF – Socialistisk Folkeparti), Lîsta Yekîtîyê (Ø - Enhedslisten) û Partîya Lîberal a Çep (R – Radikal Venstre) li hev kiribûn ku seroka Sosyaldemokratan Helle Thorning-Schmidt wek serokwezîra nû destnîşan bikin. Di navbera Sosyaldemokrat û Partîya Sosyalîst a Gel de jî weke peymanekê hatibû girêdan ku herdu partî bi alîkarîya van herdu partîyên din hikûmetê damezirînin.

Hilbijartina vê carê wek hilbijartinek di navbera du blokan de pêk hat. Li alîyê hikûmetê Partîya Lîberal (V - Venstre), Partîya Muhafezekar (C – Konservativ Folkeparti) û Partîya Gel a Danîmarqa (DF – Dansk Folkeparti) hebûn. Hikûmet ji xwe ji Partîya Lîberal û Partîya Muhafezekar pêk dihat û Partîya Gel a Danîmarqa jî ji derve ve piştgirîya wê dikir. Ev partî gelekî bi sîyaseta xwe a li dijî bîyanîyan bi nav û denge. Vê partîyê jî ji ber vê piştgirîya xwe gelek daxwazên xwe ên sîyasî ên di derbarê bîyanîyan de bi hikûmetê dane pejirandin. Hikûmet bûbû weke zarokekê di destê wan de û ev hemû qanûnên dijwar ên ku heta niha di warê bîyanîyan de hatine dayin hemû ji ber piştgirîya vê partîyê bû. Ev blok weke ”Blå Blok”, ango Bloka Şîn” dihate bi nav kirin. Li himberî wan jî bloka partîyên ”çep” jî weke ”Rød Blok”, ango Bloka Sor dihate bi nav kirin.

Di hilbijartinê de KOMKAR-DK bi hemû îmkanên xwe piştgirîya herdu welatparêzên kurd,  Özlem Sara Çekiç (SF) û Bilal Inekçi (SF) kir û bangewazîyek şande ji raya giştî a kurd re ku piştgirîya van herdu berendamên kurd bikin.

Di hilbijartinê de bi tevayî 4 kesên kurd ên berendam hebûn: Özlem Sara Çekiç (SF), Bilal Inekçi (SF), Serdar Benli (SF) û Yildiz Akdogan (S). Bilal Inekçi û Serdar Benli li eynî herêmê, li herêma ”Københavns Vestegns Kreds” de xwe dabûn nîşan dan. Özlem Sara Çekiç û Yildiz Akdoğan jî li herêma ”Københavns Storkreds” beşdar bûn. Ji nav her çar kurdan tenê Özlem Sara Çekiç dîsan biser ket û kursîyê xwe di parlamentoyê de parast. Özlem Sara Çekiç bi tevayî 5383 dengên şexsî wergirtin û li gel dengên partîyê ku dane wê jimara dengên wê gihişte 8685 dengan. Bilal Inekçi jî 1359 dengên şexsî wergirtin û li gel ên partîyê jimara dengên wî jî gihişta 3409 dengan, lê mixabin ji ber paşdaçûna SF’ê di hilbijartinê de, Bilal Înekçi nehate hilbijartin.

Piştî hilbijartinê Bloka Sor bi ser ket û rê jê re vebû ku dest bi damezirandina hikûmeta nû bikê. Di vê hilbijartinê de 3 partîyên biçûk ên weke Partîya Lîberal a Çep (R), Yekîtîya Lîberal (I – Liberal Alliance) gelekî bi pêş ketin û du partîyan jî gelek kursî di parlamento de hunda kirin. Piştî hilbijartinê rewşa partîyan bi vî şêweyîye:

  1. Li gel ku Partîya Lîberal a serokwezîr hikûmet ji dest da jî, lê ew dîsan di vê hilbijartinê de bûne wek yekemîn partî û kursîyek li jimara kursîyên xwe di parlamento de zêde kirin. Jimara kursîyên wan niha gihişta 47’an.
  1. Partîya Sosyaldemokrat jî bû duwemîn. Di vê hilbijartinê de wan 44 kursî bidest êxistin, lê kursîyek jî ji dest dan.
  1. Partîya sêyemîn jî bû Partîya Gel a Danîmarqa. Wan 22 kursî bidest êxistin û kursîyek jî hunda kirin.
  1. Partîya Lîberal a Çep bû partîya çaremîn û 8 kursî li kursîyên xwe zêde kirin û bi tevayî 17 kursî bidest êxistin.
  1. Partîya Sosyalîst a Gel (SF) di vê hilbijartinê de gelek deng hunda kirin û bi tevayî 7 kursî ji dest dan. Niha tenê 16 kursî bidest êxistin, lê li gel wê yekê jî kêfxweşîya xwe anîn ziman ku hikûmet hate guhertin û bandora sîyasî a Partîya Gel a Danîmarqa ji holê hate rakirin. SF niha di rêza pêncan de ye.
  1. Lîsta Yekîtîyê tenê xwedîyê 4 kursîyan bû, lê di vê hilbijartinê de 8 kursîyên din lê zêde kirin û bi 12 kursîyên xwe cihê xwe di rêza şeşan de girtin.
  1. Yekîtîya Lîberal 5 kursîyên wan hebûn, lê di hilbijartinê de jimara xwe zêde kirin û bûne 9.
  1. Partîya ku herî zêde deng hunda kirin Partîya Muhafezekar bû. Wan bi tevayî 10 kursî hunda kirin. Niha tenê 8 kursîyên wan mane û cihê xwe di rêze herî dawîn a partîyên di parlamento de digirê.

Partîya Demokrat a Xaçparêzan (Kristendemokraterne), ku berîya hilbijartinê xwedîyê kursîyekî bûn di parlamento de, di hilbijartinê de biser neketin û bi temamî ji parlamento derketin.

Niha halê hazir Bloka Sor biser ket û van her çar partîyên ku berîya hilbijartinê li hev kiribûn seroka Sosyaldemokrat Helle Thorning-Schmidt wek serokwezîra nû destnîşan kirin. Serokên her çar partîyan jî di runîştina xwe a li gel melîkeya/kralîçeya Danîmarqa de seroka Sosyaldemokrat destnîşan kirin. Piştî ku Hele Thorning-Schmidt destûr ji melîkeyê Dronning Magrethe II. wergirt dest bi kar û barê damezirandina hikûmeta nû kir, ku ev kar  heta vê gavê jî hê berdewame. Helle Thorning-Schmidt wê di dîroka Danîmarqa de bibê yekemîn serokwezîr jin li vî welatî.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

18.09.2011

   
   
Dengê Kurdistan © 2011