PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Stokholmê:
100 saliya jidayikbûna Barzani  hat pîrozkirin

Îro (15 Adar 2003) li paytextê Swêd Stokholmê salvegera sedemin ya jidayikbûna têkoşerê mezin, serok Mele Mistefa Barzanî hat pîrozkirin. Civateke qelebalix ji bo yadkirina Barzaniyê nemir amade bûn. Ji ber ku di salonê de şûna rûniştinê nema, gelek kesan li ser piyan gudariya bernameyê kirin.

Civîna bîranînê, piştî rawestina bi deqîqeyeke bêdeng ji bo rêzgirtina Barzanî û hemû şehîdan, bi xwendina “Ey Reqîb” dest pê kir. Piştre  gotarên Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Platforma Kurdên Awropayê, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê hatin xwendin. Nama sekretê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê birêz Kemal Burkay ji alî hevalekî PSK di civînê da hat xwendin. Kemal Burkay di nama xwe da li ciyekî weha dibêje Dema Mele Mistefa û hevalên xwe piştî şoreşa 14 Temmozê ya sala 1958 ji Sowyêt vegerîyane welat, ez 20 salî bûm û hingê min navê wî bihîst û bi tevgera Kurd hesîyam. Piştî Şoreşa 1961 jî ji xwe, Mele Mistefa wek serokê şoreşê, wek partîzanekî bi nav û deng li çîyan, bû sembolê welatparêzî û berxwedanê ji bo me hemû welatparêzên Kurd.”

Gotarên PDK-Îran (ji alî nûnerê wan ve) û nameyeke pîrozbayîyê jî ji YNK-liqê Swêd hat xwendin. Herweha gotareke rêvebirîya PDK-Bakur, û ya PDK-Iraq liqê Swêd hatin pêşkêş kirin. Bilî gelek partîyên siyasî, gelek dezgehên demokratîk û kûlturî jî slavnameyên pîrozbahiyê şandibûn. Di civînê da, herweha mesaj û gotarên rêxistinên erebî û aşûrî jî hatin xwendin. Gelek mêvanên ereb û aşûrî jî amade bûn.

Di hemû axaftin û slavnameyan de li ser rola serok Mele Mistefa Barzanî ya di tarîxa têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de hat seknandin. Giringî û mezinaya Barzaniyê nemir hat bilêvkirin. Şaira hêja Sebîha Hekarî li ser Barzanî û xebata wî çend helbest xwendin. Di dawiya civînê da hunermend Nasir Rezazî, Merziye Ferîqî û Xoşnav digel miletê di slonê de “Ey Reqîb” xwendin. Civîna bîranînê bi awakeyî serkevtî gihîş dawî. Bi vî awayî kurdên li Stokholmê bi hevra rojeke mezin bi kêfxweşî pîroz kirin. Civîn ji alî Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Platforma Kurdên Ewrûpayê hatibû organîzekirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2003