PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

ÞEHÎDÊN HEWLERÊ HATIN BÎRANÎN,
QETLÎAMA QAMÎÞLO HAT PROTESTOKIRIN

STOKHOLM 13/03/2004- Îro li paytextê Swêdê Stokholmê, ji bo bîranîna çileya þehîdên 1-ê sibatê xwepêþandanek hat lidarxistin. Bi sedan kes, li meydana nav bajêr (Sergelstorg) kombûn û careke dî kareseta terorîstî ya ku li Hewlerê li dijî xaniyên PDK û YNK hatibû kirin, rûreþ kirin. Sernavê komîteya hevbeþ ya herdu partiyan, YNK û PDK  gotar hatin xwendin. Li ser navê partiyên swêdî ji parlamenterên dostên kurdan beþdar bûn û pitgirîya xwe ji bo gelê kurd nîþandan. Herweha li ser navê Komîta Hevkariya Hêzên Siyasî jî gotarek hat xwendin. Li ser navê Platformê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol bi zimanê swêdî gotarek xwend. Îzol di gotara xwe da balkiþande ser qetliama Qamîþlo û siyaseta dewleta Suriyê mehkum kir.

LI DIJÎ QETLÎAMA LI KURDISTANA SURIYÊ

Mîtînga ku tenê ji bo bîranîna þehîdan û ji bo rûrþkirina terorîzmê hatibû amadekirin, her di cî da bû xwepêþandanek li dijî qetlîama Qamîþlo û êriþ û bûyerên dawî li bajarên Kurdistan Suriyê. Li meydana xwepêþandanê, li ser wan bûyeran agahdarî  hatin dayîn. Li gor agahdariyên dawîn  bajarê Qamîþlo di mehserê da ye, ordî û polêsên Suriyê, hatin û çuyîna nav bajarê Qamîþlo qedexekirine, der dorê bajêr bi tank û çekên giran hatiye pêçandin. Heta niha þer di navbera wan û gelê kurd da dewam dike. Bi kêmanî 18 kes ji kurdan hatine kuþtin û bi sedan birîndar hene. Beþdarên xwepêþandana Stokholmê,  ji meydana nav bajêr heta ber sefareta Amerîka meþiyan. Li dijî hukumeta Suriyê, li dijî qetilkirina kurdan û ji bo azadiya gelê kurd slogan hatin bangkirin. Li ser navê beþdarên çalakiyê  sê kesan daxwaznameyeke miþterek hildan û birin sefareta Amerîka. Di nameyê dehwa alikariya Amerîkayê û Milletên Yekbûyî hat kirin da ku neheqiya ser gelê kurd li Kurdistana Surîyê bibînin û rejima þoven û kevneperest ya Suriyê mehkûm bikin. Piþtî ku name gihandin sefaretê, bi sloganên rûreþkirina rejima Suriyê kombûn gihîþt dawiyê.

 

  Dengê Kurdistan © 2004