Li
Komeleya Diyarbekir ÇIRAyê Semînerek Li Ser Jenosida Barzaniyan
Bi mebesta bîranîna şehîdên Enfalê û jenosîda li
himber Barzaniyan hatiye kirin, Komeleya ÇIRA Diyarbekirê
semînerek li dar xist. Ji Komeleya Vejîn ji bo Qurbaniyên
Jenosîda Barzaniyan, Hazim Barzanî û Razî Adil Zêtî li
ser Enfal û jenosîda Barzaniyan axifîn.
Semînera ku ji aliyê Komeleya ÇIRA Diyarbekirê ve hat
li darxistin 13yê Adara 2011an roja yekşemê li otêla
Prestîjê hat kirin. Piştî deqîqeyek rawestina rêzgirtinê
ji bo hemû şehîdên azadiyê, Hazim Barzanî dest bi
axaftina xwe kir.
Hazim
Barzanî di destpêkê de li ser herêm û civaka Barzan axifî.
Barzanî diyar kir ku herêma Barzan ji 254 gundan pêk tê
û di serdema Şêx Abdulselam Barzanî de heft eşîrên
kurd bûne yek û konfederasyonek ava kirine.
Hazim Barzanî piştî li ser herêm, gund û eşîrên
Barzaniyan axifî, li ser dîroka Barzaniyan jî hin agahiyên
balkêş parve kir. Barzanî da zanîn ku di sala 1894an
de devera Barzan ji aliyê Osmaniyan ve hatiye dagirkirin,
şerpezebûn û wêranbûn ji wê demê de destpêkiriye.
Hazim Barzanî weha pê de çû; “Di sala 1907an de di serdema
Şêx Bidalîslamê Barzanî de di nav Osmanî û Barzaniyan
de şer çêbûye. Di encama şerî de Mele Mistefa
Barzanî di sê saliya xwe de li gel dayîka xwe ketiye girtîgehê.
Di sala 1945an de li paş raperîna Barzaniyan firokeyên
îngilizan li himber Barzaniyan bombe barandine. Di encama
şerî de hezarî zêdetir mirov derbeder bûne, 15 hezar
kes jî reviyane, li şikeft û li cihên nepen bicihbûne.
Piştî hilweşîna Komara Mehabadê di sala 1947an
de Îranê pê daye ser Barzaniyan û ew mecbûr mane welatê
xwe terk bikin. Wê demê Barzanî berê xwe dane Sovyetê
û çûne li wan deran bicih bûne. Bavê min bi xwe li Sovyetê
hatiye dinê.”
Hazim Barzanî wek panaromayek sal bi sal hetanî 1991an
zilm, zordarî û karesatên li herêma Barzan hatine kirin
yek bi yek diyar kir.
Li ser jenosîda 1983yan ya li himber malbata Barzaniyan
hat kirin de Hazim Barzanî got ku di qonaxa yekan de li
Bexdayê Şêx Osmanê kurê Şêx Ehmedê Barzanî
û birayê wî Şêx Nezîr û her wisa Îmad û kurên Mela
Mistefa, Ubeydûllah û Loqman û çend kesên din hatine girtin.Di
qonaxa didoyan de her du komelgehên –Qudis û Qadsiye-
ser bi nahiya Quştepeyê hatin dorpêçkirin û tevî
nêrînên jiyê wan ji 10 saliyê heta nêzîkî 90 saliyê hatin
girtin. Di qonaxa sisêyan de komelgeyên Behrke, Herîr
û Diyana hatin dorpêçkirin û nêrînên wan hatin girtin
Di qonaxa çaran de careke din komelgehê Qudis û Qadsiyê
hatin dorpêçkirin, kesên ku xwe veşartibûn hatin
tespîtkirin û girtin. Barzanî weha pê de çû, “Di jenosîda
Barzaniyan de 8 hezar mêr hatin girtin û hatin kuştin.
Bi tenê jin û zarok man. Li cihê mêr tune bin, zêde bûn
jî çênabe. Ev bi xwe jî jenosîd e. Ji xeynî kuştina
Barzaniyan, me bi darê zorê koç kirin, em birin nav herêmên
ereban û li wan deran bi cih kirin. Ez bi xwe jî ne li
herêma Barzan, li herêma ereban hatime dinê.”
Hazim Barzanî di dawiya axaftina xwe de slaytek li ser
jiyana kurdên Îraqê xasima jî li ser Barzaniyan pêşkeş
kir. Di heman demê de li ser gundên hatine şewitandin,
hin gundiyên hatine girtin û hatine kuştin wêne nîşanî
mêvanan da. Her weha hin belgeyên fermî yên jenosîdê ku
ji aliyê Beasiyan ve hatine morkirin jî yek bi yek nîşan
da. Barzanî diyar kir ku Dadgeha Bilind ya Tawanan li
Iraqê ji bo Enfal û Jenosîda Barzaniyan hin rayedarên
Beasiyan mihekeme dike, hetanî niha mihkeme 35 caran civiyaye
û xwedî wê hêvî û baweriyê ne ku sûcdarên Enfal û jenosîda
Barzaniyan bên cezakirin.
Piştî Hazim Barzanî, Razî Adil Zêtî axaftineke
kurt kir. Zêtî jî li ser Enfalê axifî. Razî Adil Zêtî
diyar kir ku di Enfalan de 180 hezar kes hatine kuştin.
Li seranserê Iraqê û Kurdistanê gorên bi komel û kesên
di Enfalan de hatine kuştin hene. Zêtî weha pê de
çû; “Jenosîd û Enfal mijarên gelek girîng in ji bo me.
Em nikarin bi du sietan behsa van karasetan bikin. Li
Kurdistanê kesên ku ji bûne şahidê jenosîd û Enfalê
gelek in. Rewşa wan a derûnî nebaş e. Hê jî
jibîr nekirine û ji tesîra Enfal û jenosîdê rizgar nebûne.
Gelek jin hene ku hê jî li benda zarokên xwe yên di Enfalê
de hatine wendakirin in. Dîsa bi hezaran gorên mirovên
ku di Enfal û jenosîdan de hatine kuştin ne diyar
in.”
Piştî pirs û bersivan Şêx Mîsbeh li ser Mele
Mistefa Barzanî şiêrek xwend û semîner bi dawî bû.
Serokê Giştî yê HAKPARê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê
Giştî yê HAKPARê Umît Tektaş, endamê Lijneya
Serokatiyê ya HAKPARê Saît Aydogmuş, ji Navenda Hunerê
Ya Dîcleyê Kemal Yildizhan, nivîskar Amed Tîgrîs, Receb
Dildar, berdevkê Platforma Diyalogê ya Dîcle û Firatê
Muhîttîn Batmanlî, nivîskar Roşan Lezgîn, berdevkê
TEVKURDê Sabahattîn Korkmaz, ji DÎSAyê Murat Aba, Şêx
Mîsbeh jî wek mêvan beşdarê semînerê bûn.
|