psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Komeleya ÇIRA semînerek li ser Nuredîn Zaza

Dengê Azad/Amed

Li Komeleya Çanad û Hunerê ya Diyarbekirê li ser kesayet û berhemên siyasetmedar û nivîskarê kurd Nuredîn Zaza semînerek hat li darxistin.

Semînera ku di çarçoveya bernameya xebat û çalekiyên Komeleya ÇIRA de hatibû amadekirin , ji aliyê helbestvan û nivîskarê kurd û xwediyê Weşanxaneya “Lîs” Lal Laeş ve hat pêşkêşkirin. Laleş, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya semînerê û diyar kir ku Nuredîn Zaza, di dîroka tekoşînê û edebiyata modern ya gelê kurd de ciyeke xwe yê giring heye, lê mixabin heta nuha derbarê kesayet, tekoşîn û berhemên wî de xebat û lêkolînek berfireh nehatiye kirin.

Laleş, bi vê mebestê spasiyên Komeleya ÇIRA kir ku derfet daye pê daku hindik be jî Nuredîn Zaza û berhemên wî bi ciwan û nivşên nû bide nasîn. Laleş, di axaftina xwe de bi giranî li ser aliyê wî yê çîroknûsiyê sekinî û diyar kir ku çîrokên Nuredîn Zaza, awêneya siyaset, civak, psîkolojî û guhertinên dema xwe ye ku hemû teferûatên nava jiyanê bi awayeke neqane, zelal û herikbar vedibêje, taswîr dike.

Laleş, berî kul i ser kesayet û berhemên Zaza agahî bide, bal kişand li ser dîroka edebiyata kurdî û weha got; “Dîroka edebiyata kurdî, dîroka helbesta kurdî ye, jixwe wek peyv jî helbestvan di nav çand û edebiyata kurdî de xurtir kiriye. Heta Qenadê Kurdo digel ku navê Dîroka Edebiyata Kurdî li berhema xwe kiriye jî, cih nedaye çu romannûs û çîroknûsên kurd. Sedema vê yekê ji ber nêzîkbûyînên me yên li lîngûstîk, struktuel, peyv û edebiyatê ye, wekî din jî kodên me yên kultûrî, sosoyolojîk, aborî û erkî ye.

Laleş, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Çîroka kurdî û weha got; “Çîroka kurdî bi Mele Mehmûdê Beyazidî (1799-1867) dest pê dike, lê belê heta demeke dirêj gelek rewşenbîr, dîrokzan û nivîskarên kurd wek çîroka yekem çîroka Fûat Temo ya bi navê “Siwêş” qebûl dikirin. Lê Firat Cewerî di Antolojiya Çîrokên Kurdî de dibêje ku Ferhat Pîrbal wek çîroka yekem “Çîroka Mem û Zînê” ya Mele Mehmûdê Beyazidî dihesibîne. Li gor vê agahiyê çîroka kurdî  ji sala 1956an vir ve diherike û her diçe dikemile. Di kemilandina çîroka kurdî de gelek rojname û kovarên kurdî rolên giring lîstine; Kurdistan, Rojî Kurd, Jîn, Ronahî, Hawar, Tîrêj, Riya Azadî, Roja Nû, Govend, Tîrêj, Jiyana Rewşen, Pelîn, Nûdem, Dûgir û wd.

Di nava ekola Kovara Hawarê de bi taybetî yên bi çîrokê re têkildar bûne Nûredîn Zaza û Qedrî Can in. Ev her dû nivîskarên hêja ne bi tenê endamên ekola Hawarê ne, herweha pêşengên çîroka modern ya kurdî ne jî. Celadet Bedir Xan ji bo Zaza digot; ‘Çexovê Kurdî’ Nuredîn Zaza gerok e. Secera wî ya dûrketinê ya sirgûnê gelekî dirêj e; hê di zaroktiya wî de ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û li Sûriyê, Iraqê, Libnanê û li swisreyê bi awayeke erjeng didome. 

Nuredîn Zaza, mirovekî piralî bû; wî wek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar ji gel3e xwe re xizmet kir, lê ligel jêhatîbûn û çalakgeriyê jî bi nexweşiya penceşêrê mir. Gelek behrem, nivîs 3u bend bi zimanê erebî, kurdî û frensî nivîsand. Yên hatine çapkirin ev in; Şerê Azadî (helbest), Constes El Li Gendes Du Kurdis, Ma Vie De Kurd, Keskesor (çîrok), Destana Memê Alan (amadekar û pêşgotin), Şivanê Kurd (werger). Mirov dikare çîroka Nuredîn Zaza bike dû heyam; Heyama Hewarê û Heyama Hêviya Welat. 

Dema mirov li mijarên çîrokên Nuredîn Zaza dinhêre, dibîne ku wî, mijarên wek, rola perwerdehiyê, xwestina tiştên pak ji bo hemû mirovan, hezkirina welêt û ji bo wê têkoşîn, serhildana Şêx Seîd, hezkirina xakê û ji bo wê têkoşîn, evîn, evînên bêbersiv-platonîk-, paşdemayîn, zilm û sordarîya li ser gel, nezanî, belengazî, tolhildan, hezkirin, sirgûn, ji çand û zimanê xwe dûrketin aciziyên ruh û wd. bi kar aniye.

Serpêhatî û bîranînên Zaza di çîroka wî ya bi navê “Şerê Mêşan” de jî roleke girîng lîstiye. “Şerê Mêşan” ku em wek berhema Heyamê Hêviya Welêt bi nav dikin, jig elek hêlan ve ji yên din vediqete. Bêguma, ger Zaza di çarçoveya “Şerê Mêşan” de çîroknûsiya xwe bidomandana û tevger û çalakiyên hundirîn di çîrokên xwe de xurt kiribûya, ew ê mîrateke xurt j ime re mabûya. Lê mixabin, di destê me de zêde tişt tune ne. Lê, ez hêvîdar im ku rojekê kesên ku arşîva wî li cem xwe diparêzin wan çap bikin, dibe ku wê çaxê tiştnê balkêş derkevin holê.”

Piştî axaftina Laleş, semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.  

 
   
Dengê Kurdistan © 2011