psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Serokwezîr serdana 6emîn pêşangeha pirtûkan ya li Hewlêrê kir

Îro, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ahmed Salih û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingarî, serdana 6emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Navneteweyî ya li Hewlêrê ku di 2ê Nîsanê de destpêkiribû, kir.

Dengê Azad/Hewlêr

Îro, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ahmed Salih û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingarî, serdana 6emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Navneteweyî ya li Hewlêrê ku di 2ê Nîsanê de destpêkiribû, kir.

Serokwezîr Dr. Behrem Ahmed Salih di pêşangehê de serdana weşanxaneyên ku beşdarê pêşangehê bûbûn kir. Berhem Salih serdana standa Weşanxaneya DENG ya Amedê jî kir li gel nunerên weşanxanê re sohbet kir û kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna wan pêşkêş kir. Nunerên weşanxaneya DENG jî pirtûkên Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û Xewnek ku têde weneyên tabloyên nîgarvan Arîf Sevînç hebû, diyarî serokwezîr kirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011