psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Bila Şêrko Moarifi neyê dardakirin!

Xwendevanên delal,

Curmkariya sazûmana Îranê gelek caran di malpera me da tê rojevê. Di van roj û mehên dawiyê da ev curmkarî zêdetir bûye. Pir kes hatin dardakirin û di navbera wan da gelek kesên sîyasî hene.

Divê herkesê aştixwaz û azadîxwaz diji vê zulma sazûmana kevneperest û zordest derkeve û piştgirî bide mixalefeta Îranê.

Nuha bûyereke teze di rojevê da ye. Rewşa Şêrko Moarifi, xorteki 32 salî. Ew rejîma hov dixwaze di Yêkê Gulanê da, ango çend roj şunda wî jî darda bike.

Rêxistina Efê ye Navnetewi (Amnesty International) bangî raya giştî kir ku dijî vê qetilkarîyê derkevin. Ji bona vê yekê di ware internetê da jî kampanyayek heye. Kesên aşitîxwaz û diji îdamê van rojana li İstembolê, li pêş konsolosxana Îranê xwepêşandanan dikin. Gor agahdariyekê di 23’yê vê mehê (Nîsanê) da jî dîsa li wir kom bin. Dîsa daxwaz heye ku ber bi derîyê Gurbulaxê li sînorê Îranê jî meşek çêbe.

Em wek malpera Dengê Kurdistan piştgirîya van çalakîyan dikin. Eger em bikarin pêşî li dardakirina Şêrko Moarifî bigrin, belkî bikaribin rê li pêş dardakirinên dinê jî bigrin. Divê em ji vê sazûmana kevneperest û xwînxwar û hov ra bi xurtî nîşandin ku xelkê Îranê û hêzên mixalif û demokrat ne tenê ne û ne dûr e ku hisêbê kirinên wan ji wan bê pirsîn.

Em wek malpera Dengê Kurdistan gazî hemû xwendevan, heval û dostên xwe dikin ku, gor cî û imkanên xwe piştgirî bidine vê kampanyayê û di çalakîyan da cî bigrin.

Divê sazûmana Îranê, hîn ku ne dereng e, guh bide dengê gelê xwe û dengê hêzên aşitîxwaz li dinyayê.

Bila Şêrko Moarifî neyê dardakirin. Bila kes neyê dardakirin!

Dengê Kurdistan

17 Nîsan 2011

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011