psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Şivan Perwer; “Ji zîhniyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car serê xwe xwar nakim”

Navenda Nûçeyan
Hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer li ser kampanyayê ku li dijî wî destpêkiriye, belavokek belav kir û ji got ku ez wekî berê hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me.

Belavoka Şivan Perwer bi vî awayî ye;

Ji raya giştî re,
Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min e.

Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye.

Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.

Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.

Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike kole û bi kar bîne.

Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewşa mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneşopîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî danişe, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze.

Ma xelk nizane ku Şivan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên faşist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, işkence kirin, kuştin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin.

Banga we dikim: Baş bizanibin ku ez Şivan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiş û bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse.

Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.
Slav û Rêz
Şivan Perwer
13.02.2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011