PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Þahiya muzîkê ya Şivan Perwer,li Stokholmê kêfxweþîyeke mezin pêkanî

Şahîya Şivan Perwer ya16ê sibatê li Stokholmê bi beşdariyeke mezin û bi coş derbas bû. Ji 2000 kesî zêdetir beşdar tevî şevê bûn û şahîyake muzîkê ya bi dilê xwe derbaskirin.

Hunermendê hezkirî Şivan Perwer disa geşbû û guhdarên xwe dilxweş kir. Xên ji Şivan Perwer û koma wi ya sazbendan, hunermend Hesen Melle û koma xwe jî reng dabûn şevê. Beşdarên Şevê, kurdên ji hemû aliyên Kurdistanê û herweha gelek kesên biyanî wek swêdî û ereb jî heta saet 12ê şevê bi coşî govend gerandin.

Hunermend spasiyên xwe ji amadekarê vê şevê ango KOMKAR-Swêdê kir û razîbûna xwe anî zimên. Amadekarên konserê jî spasîyên xwe ji K-TV-ê (Kurdistan TV), Radyoyên meheli wek "Dengê Kurdistan" û Radyoya Aþtî ra dîyar kirin ku wan anonsa konserê belav kirine û alîkariya wan kirine. Şahî bi xweşî û serfirazî derbas bû.

 

  Dengê Kurdistan © 2002