psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Tahir Mahmûdî; “PDKÎ wek erkek ser milê xwe dizanin, piştevaniyê li vê kempeniyayê bikin”

Nunerê Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Tahir Mahmûdî, piştevaniya partiya xwe ji bo Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê aşkere kir û diyar kir ku ev piştevanî ne bo zindaniyên Kurd bi tenê ye, bo hemû zindaniyên siyasî yên neteweyên Îranê ye.

Hevpeyvîn-Dengê Azad

Wek tê zanîn di encama siyaseta îdamkirina çalakên sazî û dezgehên sivîl û siyasî li Îranê, nerazîbûnek zêde peyda bûye. Bo bergîrîkirina vê siyaseta komara Îslamî a Îranê, hewl û xebatên gelên Îranê û gihandina vî dengê nerazîbûnê bo raya giştî ya navxwe û derveyê welat kempeniyayek bi navê Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê hatiye destpêkirin. Taybetmendiya vê kempeniyayê ew e ku damezrênerên vê kempînê hejmarek ji çalakên sivîl û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê pêkhatine ku bergiriya vê siyasite komara Îslamî bikin û piştevaniya raya giştî a cihanê jî wergirin.

Di vî derbarê de helwesta partiyên opozîsyon yên Îranê û aliyên dî yên Kurdistanî nêrîn û helwestên wan yên li dijî siyaseta îdamkirina girtiyên siyasî ji aliyê komara Îslamî a Îranê ve emê, bixine ber we.

Dengê Azad: Niha li Îranê kempeniyayek bi navê “Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê” destpêkiriye. Helwesta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ çiye, beranberê vê kempeniyayê?

Tahir Mahmûdî (Nunerê Hewlêrê yê PDKÎ): Komara Îslamî a Îranê, bi exlaqê xwe yê 30 salî dest ji zilm û zorî û tepeserkirina gel neberdaye. Weke em dibînin, Îran wa bûye zîndanek mezin bo hemû neteweyên li Îranê. Diyare, di nav zindanên Îranê de girtiyê siyasî bi salên dirêj hatine hikumkirin û rojane em dibin şahidê vê yekê ku roj nebe bi dehan kes nehêne hilawîstin, darvekirin. Tometên curbecur bo têne sazkirin. Ji ber vê ye em wekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ wek erkek ser milê xwe dizanin, piştevaniyê li vê kempeniyayê bikin. Pişta vê kempeniyayê bigirin, bo aşkere kirina navê zindaniyên siyasî, gihandina wan amaran(îstatîstîk) bo sazî û dezgehên çavderên mafê mirov, ji bilî wan jî agahdarbûn li ser rewşa zindaniyên siyasî; ka ew zindanî rûbirûyên çi kêşeyan dibin. Ev e yek ji xemên PDKÎ ye.

Cihê xoşhaliyê ye ku ev piştevanî ne bo zindaniyên Kurd bi tenê ye, bo hemû zindaniyên siyasî yên neteweyên Îranê ye. Bê ferq û cudahî hemûyan diparêz e. Em dengê xwe didin pişt dengê vê kempeniyayê û piştevaniyê lê dikin.

Bo bidestxistina amarên li ser wan zindaniyên siyasî, xebatek çawa birêve diçe? Gelo li Îranê derfeta wê çendê heye ku van amaran bidestbixin?

Wek min behskirî, li Îranê tund û tûjî û tepeserkirin her berdewam e. Gelek zehmet e jî ku em amarên deqîq(temam) bidestbixin, lê belê, bi hevkariya li gel neteweyên dî yên Îranê û partiyên siyasî hewlê didin ku li gor wan îmkanên heyî, bidestbixin. Ji ber ku hindî ku Komara Îslamî li ser kar be, dibe ku bivê radeya pêwîst em nikaribin amarên rasteqîne bidestbixin. Gelek kes di zindanan de hene ku navên wan jî nehatine tomarkirin. Bi şiklên curbecur tomet bo hatine sazkirin û hatine bê seraşûnkirin(ji holê rakirin). Ji ber wê ye ku em çavrê wê çendê nîn in ku di qonaxa pêşiyê de lîsteya navên hemû zindaniyên siyasî bidestbixin, ji ber vê ye daxwazê ji wan kesan dikin yên ku zanyarî di destan de hebin, yan binemaleyên wan zindaniya bin, pêwendiyê li gel partiyên siyasî yan li gel Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê(www.kampein.blogspot.com) bikin, nav û çarenûsa wan bidinê bo raya giştî û bi vê rêyê bikarin karekî bo azadbûna wan bikin.

Hûn bo serketina vê kempeniyayê û bi girseyîkirin û piştgirî wergirtina wê çi xebatê dikin?

Em wek PDKÎ, bi hemû hêz û şiyanên xwe piştgiriya vê kempeniyayê “Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê” dikin. Bi riya rêxistinên xwe yên derveyî welat bi hemû şiyanên xwe hewl didin di kombûnên diyarkirina nerazîbûnan, bi gihandina lîsteyên navên zindaniyên siyasî û helwesta siyasî û fermî di vî derbarê de daxuyaniyeke Deftera Siyasî me ragihandiye.

Li Kurdistana Iraqê de li gor îmkanên heyî û mecalê hevkariya vê kempeniyayê dikin. Hemû endamên PDKÎ piştgirî li vê kempeniyayê dikin. Di nav welat de jî dixwazim careke din bêjim ku kempeniya bo yek mehê ye, ji 21 Sibat heta 21 Adara 2011 ku dikevite roja Newrozê, ji ber vê ye ku hindî mecal hebit, li Kurdistana Îranê jî piştgiriya xwe bo vê kempeniyayê radigihînin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011