PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Seydayê Tirêj (1923-2002)

Seydayê Tirêj ji nav me barkir, lê stêrka wî geş dimîne

Ehmed Heso

Dilê Seydayê Tirêj, ku 79 salan evîna kurd û Kurdistanê ketibû navê, di xwîn û laşê wî da belav bibû û di rupelên diwanên wî da xwe nîşan dida, ew dilê mezin demjîmêr dora heftûnivê  şevê roja 23’ê Adara sala 2002 da, li nexweşxaneyeke li bajarê Hesekê sekinî.

Seydayê Tirêj di 25’ê Adara sala 2002 da, li gundê bav û kalê xwe Gîrkeftar hatîye veşartin. Bi deh  hezaran kurd û kesên ji neteweyên ditîr, ku li herêma Cizîrê dijîn, qasî 30 kîlometre li du cenazeyê helbestvan û torevanê xwe yê nemir meşîyan daku ew cara dawî birêkin. Tevgera Kurd li Suryê (bi hemû partî, rêxistin, komên folklorî û hwd) li helbestvanê xwe xwedî derketine, bernameyê vaşartina cenazeyê Seydayê Tirêj organîze kirine. Ev yêka jî nîşan dide, ku Seydayê Tirêj helbestvanê Kurdistanî bû.

Li ser gora wî ya pîroz da gotarên partî û rêxistinên Kurd hatin xwendin. Van gotaran hemû li  ser jîyana Seydayê Tirêj û  kar û xebata wî yên sîyasî, cîvakî, torevanî û konevenî bûn

Tirêj di jîyana xwe da herdem hevgirtin û yekgirtina gelê Kurd dixwest. Di roja koçkirina wî da ev yeka bi başi dîyar bû. Gelê Kurd li wî xweyî derket û nîşan da, ku mezînên xwe tu car ji bîr nake, qedr û qiymeta wan baş dizane.

Bila serê gelê Kurd saxbe!

 

 

  Dengê Kurdistan © 2002