PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Xelatên KOMKAR ji bo çar Kurdên nivîskar û hunermend

B. BEFRÎN

Di roja 27.10.2002’an da, li Elmanya li bajêrê Kolnê, Yêkitîya Komelên Kurdistanê -KOMKAR, çar ronakbîrên Kurd xelat kir. Hêjayî gotinê ye ku evê cara duduyan e ku KOMKAR bi vî karê berkevtî radibe.

Qederê 250 hunermend, nivîskar, wênekêş, polîtîkvan, hozan, vekolîner, zimanzan û rojnamevan beşdarê merasima xelatdayina KOMKAR’ê bûn.

Bername bi pêşkêşkirina surudê EY REQÎB ji aliyê muzîkvanên Kurd Kak Necmedîn û Kak Rizgar û deqiqeyek bêdengî bo rêzdarîya şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Paşê Fettah TÎMAR serokê KOMKAR’ê, armanca pêşkêş kirina xelatan şirove kir û dilxweşîya xwe anî ziman û dest nîşan kir ku bo pêşerojê jî bo karên bi vî cureyî amade ne. Serokê KOMKAR di axavtina xwe da got: “Vê carê me ji nava xebatkarên çand û huner û edeba Kurdî da çar dilsoj hilbijartine em bi dayîna evan xelatana, li kar û xebata wana rêz digirin. Emê di pêşerojê da jî evê bernama xelat danê bimeşînin.”

Vekolîner û nivîskar Memed BAYRAK, zimanzan û nivîskar MALMISANİJ, wênekêş Haşîm SAYDAN û hunermend Şivan PERWER xudanên xelatan bûn.

Xelatê Memed BAYRAK qerar bû ji alîyê kurdologê navdar û pisporê Holandî Martîn von BRUÎNESSEN wê hatiba dan. Lê belê ji ber hindek sedemên ne ji dest, Martîn nikarî beşdar bibe û nameyekê giranbiha şand û ji KOMKAR’ê xwast ku xelatê Memed BAYRAK li cihê wî bidene BAYRAK. Ev kar ji alîyê nivîskar û ronakbîrê Kurd Munzur ÇEM ve hate ci be ci kirin. Nama berêz Martîn von BRUINESSEN bi Tirkî hate xwendin paşê bi kurtî Kurdîya wi bo beşdarên bernamê hate pêşkeş kirin.

Zimanzan û nivîskar MALMÎSANİJ xelatê xwe ji destê D. ÎZOLÎ xudanê Ferhenga Kurdî-Tirkî girt. Wênekêş Haşîm SAYDAN xelatê xwe ji destê nivîskar, hozanvan Husên HEBEŞ wergirt. Şivan PERWER jî xelatê xwe ji destê nivîskar û siyasetvanê Kurd, serokê DBP’ê û hevalbendê HAK-PAR’ê Yilmaz ÇAMLİBEL wergirt.

Yilmaz ÇAMLIBEL axaftineke balkêş kir. Çamlibel di axivtina xwe da wusa got : “Qedirdayîn di nava civaka me da kêm e, mîzana me xirab e, em hineka pir bilind dikin, hinekan qet qîmetê nadin wana, yanî mîzana me xirab e.” Piştî ku bi kurtî li ser rola Şivan PERWER di pêşxistina huner û muzika Kurdî da axivt, berê xwe da Şivan û gotê : „ Ez heyrana dengê te me, heyrana çavê te me. Xwestekek min ji te heye: Tu li hemberê dijiminê xwe serê xwe bilind bigre, lê li hemberî gelê xwe pozbilind nebe, nefspiçûk be, guh nede pesnên vala, qure nebe. Were evan gotinên evî kalemêrî bike guhar û têxê guhê xwe.”

Di dawiya bernamê da guruba muzîqê KOMA NEMRUD û muzîkvanên Kurd Kak Rizgar û Kal Necmedîn hunerê xwe pêşkeşê beşdarên merasinê kirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2002