PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

Kek Newroz merasima xelatan rêve dibe...
 

M:E: Bozarslan xelata ARAS da F. Kakeî
 

Beko Saydan Xelata Jurgen Hoppe dayê
 

Rojnamevanê almanî Jurgen Hoppe
 

KOMKARê Îsal xelat dane "Weþanxaneyên Kurdî" û Jurgen Hoppe

Di roja dawîn ya "Pêþangeha Pirtûkên Kurdî " de, KOMKARê xelatên xizmeta çanda kurdî da sê weþanxaneyên kurdî û weþanger û rojnamevanê alman Jurgen Hoppe. Wek tê zanîn ev cara sêwemîn e ku KOMKAR xelatan dide kes yan jî dezgehên ku xizmet pêþkêþî ziman û çanda kurdî kirine.
Weþanxaneyên ku xelat wergirtin ev bûn: APEC(Stokholm), DENG (Istenbol) û ARAS (Hewlêr).

Xelat bi destê Mihemed Emîn Bozarslan, Yilmaz Çamlibel, Haluk Ozturk û Beko Saydan hatin pêþkêþkirin. Ji bo bi dest wergirtina xelata APECê Alî Çîftçi, ya DENGê Ozgur Basut, ya ARASê Felakeddîn Kakeyî û herweha Jurgen Hoppe beþdarî merasima xelatwergirtinê bûn. Rojnamevan Jurgen Hoppe ji ber helwesta xwe ya erênî û xizmeta xwe ya hêja ya ji bo pêþxistina ziman û çandên gelên koçberbûyî, layîqî qedirgirtin û xelatê hat dîtin. Ew rêvebirê weþanê yê Radyoya WDR ye. Vê radyoyê di sala 1978a de dest bi weþanê kirîye û ji wê demê heta niha bi navê "BERNAMA KURDÎ" (berê tenê li Dortmundê, lê niha li seranserî Almanyayê) bi zimanê kurdî bernama radiyo diweþîne.

Haluk Öztürk xelata Weþanxana APECê pêþkêsî Alî Ciftcî kir. "Bila xelata we weþangerên kurd weke þîrê diya we li we helal be!" got Yilmaz Camlibel û xelata DENGê da destê Özgür Basut, bi îtinîna, bi dilovanî... Mîna ku emanetekî hêja yê bav û kalan teslîmî nivþekî teze bike..

 
  Dengê Kurdistan © 2003