psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Di xwepêşandana Silêmaniyê de 50 kes birîndar bûn

Îro li Silêmaniyê li derveyî xwepêşandanên Berderkî Serayê, li cadeya Askekan û Mizgefta Gewre û nêzîkî qaymiqamiya Silêmaniyê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûneke 2 seatî rû da.

Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de, nêzîkî 50 kes birîndar bûne ku piraniya wan jî polîs in û hemû birîndar jî bi kevir hatine birîndarkirin.

Birêveberê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Silêmaniyê Hawar Hesen li ser jimar û rewşa birîndarên pevçûna îro got, “Hemû birîndar jî bi kevir birîndar bûne û metirsî li ser jiyana çi birîndarekî jî nîne. Di nava birîndaran de rojnamenivîsek û 11 welatiyên sivîl û 38 polîs hene.”

Li gor nûçeyên kanalên ragihandinê yên herêm,ê di xwepêşandana îro ya li Silêmaniyê de xwepêşanderan navenda bazirganiyê ya bi navê Kaso Mall dane ber keviran û bi dehan xwepêşander jî ji aliyê hêzên polîsan ve hatine destgîrkirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011