psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Di Yada Şehîden Riya Azadî li Bajarê Duisburg/Elmanya

Komîta Navenda Elmanya ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, di 31ê Adara 2011´an da li Elmanyê, bajarê Duisburgê ji bo bîranîna şehîdên Riya Azadî merasîmek li dar xist.  

Civîna bîranînê bi sirûda netewî “Ey Reqip” û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê ve despêkir.

Di despêka axaftina xwe da Mamoste Fettah Timar  dûr û dirêj li ser giringîya vê rojê   sekinî û carek di anî bira beşdaran ku, di Kongra HDK-İ ya 1986 an da biryar hatiye girtin, ku 31. Adarê wek roja bîranîna şehîdan bê destnîşan kirin.

Çima 31.Adarê? Mamoste weha berdewam kir: “Çawa ku tê zanîn, ji piştî şerê cîhanê yê yekan ra hinek kevir ji cîhên xwe leqîyan, ango hinek sînorên nû hatin kişandin, hinek delet ji holê rabûn lê hinekê nû hatin saz kirinê. Di wê demê da, di dîroka Kurdan da cara yekan di 1946 an da Komara Kurdistan (Komara Mehabad) jî hate sazkirin û gorbehîşt Pêşawa Qazî Mihemmed jî bû serokê wê. Lê gelek mixabin, ku 11 meha şûnda ev Komara Kurd hate hilweşandin, 31.Adara 1947 an da Pêşawa Qazî Mihemmed, Seyfi Qazî û Sadri Qazî li meydana Çarcira, li wî cîhê ku damezirandina Komara Kurdistan hatibû eşkere kirinê, hatin dardakirinê.”

Mamoste gor: “Hema em dûr neçin, ji serê Bedirxanîyan, Şêx Ubeydullah ta îro gelek serhildanên Kurda pêkhatine û rêber û şervanên wan serhildanana hemû hatine darizandin û dardakirin. Lê taybetmendîya Pêşawa ew bû, ku ew Serokê Komara Kurdista ya ewilîn bû, ji ber wê jî ev biryara biryareke rast e. Partîya me ango PSKê jî ev biryar pejirand û ev çend salin, li gelek deveran Komîteyên PSK û HDK-İ tevayî vê rojê wek roja yada şehîdên Kurdistan saz dikin.”

Dû van gotinan ra, Mamoste Timar bi kurtayî, ji serhildana Şêx Ubeydulla ta îro hinek agadarî dan, heman demê da jî fotoyên rêber û şervanên wan serhildanan bi riya projektorê raxist ber çavên beşdaran. Her usan jî, şert û mercên wan deman, rewşa dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên li piş wan da, yên ku îro jî rola xwe li wê herêmê dileyîzin û rewşa mîrek, eşîret û rêberên Kurdan bi kurtayî hate şîrovekirinê.

Mamoste bi giranî jî li ser rewşa  ji piştî şerê cîhanê yê yekan sekirnî. Ewî ji Hereketê Qoçgîrî (Tirmeh 1920 – Nîsana 1921) destpêkir, Hereketê 1925 an (Şibat 1925 – Hezîran1925), Serhildana Agirîyê (Gulan 1926 – Îlon 1930), Hereketê Dersimê (1937 – 1938) û ta îro kurdan ji bo mafê xwe yên rewa çewa berxwe dane û tq îro çiqas qurbanî dane raxist ber çavan. Rêberên Kurdan çewa hatine darizandin û dawîyê de kuştin, nefî kirina kurdan, wêran kirina gund, bajarok û bajarên wan qedexe û tune hesibandina kurdan ya ji piştî peymana Lozanê ya 1923 yan jî hate destnîşan kirin

Di dawîya axaftina xwe da mamoste weha got: “Çewa ku tê dîtinê tekoşîna maf û azadîyan tekoşîna sedan salan e. Bi mîlyonan tekoşer, mîrovê sade, zar, jin û kalemêr bûne qurbanî, rêber hatine kuştin an jî dardakirinê. Ez bejna xwe ber ked û emegê wan hemûyan ditewînim Ew hemû şehîdên me ne”

Di dawîyê da Mamoste li ser cangorîyên Kurdistanê, şehîdên Rîya Azadî ango yên PSK agadarî da, heman demê da fotoyên wan jî hatin ser ekranê.  Wan kaderên mêrxas di destpêka kar û xebata Partiya Sosyalist a Kurdistan da, di bin kîjan şert û mercên giran da tekoşîn meşandine, lêdan, eşkence, nefî, heps û zîndan lê dîsa jî her tim bi mêrxasî mafê kurdan yên netewî û demokratik parastinê ta ku hatine şehîtkirin.  

Ji piştî Fettah Timar serokê KOMKAR-eu berêz Kovan Amedî çend gotin li ser xebata şehîdan gotin û taybetî jî li ser têkilîyên di navbera rêxirawên kurdistanî û hinek bûyerên ku, ne layîqî van şehîda ne agadarî dan û got: “Rêzgirtin û îhtirama şehîdan ya here baş ew e, ku em tekoşîna wan berdewam bikin û bigîjin armancên ku ew şehîd jî ji bo wan canfîda bûne”

Ji piştî Kovan Amedî, berêz Şêx Zedo Baedrî çend gotin pêşkêş kirin. Berêz Zêdo got:”Ez dixwazim berê bejim destxoş, we ev karê pîroz amadekirîye. Ez hîvî dikin amadekar di demê de agadariyê bigînin me, divê ev kara berdewam bike. Garek di gelek sipaz dikim.”

Di dawiya merasimê da, baweriya piraniya beşdaran ew bû, ku civînên usa dibe pire di navbera Kurdistaniyan da. Xwîna gelê Kurd yê her çar perçên Kurdistanê di rojên han da bi hev ra dikele, hestên hevbeş dilê wan tijî dike. Û ji xwe ev hest in, ku gelekî dikine netewe.

Beşdaran daxwaz kirin, ku 31´ê Adarê ji aliyê hemû partî û rêxistinên Kurdistanê wek roja şehîdan bê pejirandin, merasimên han her sal bên amade kirin û Kurd di şîn û şahiyên xwe, bi ruhekî Kurdewarî bi hev ra parve bikin.

Mamoste li ser navê Komita Amadekar dilxweşîya xwe pêşkêşî hemû beşdaran kir û civîn hate dawî

 
   
Dengê Kurdistan © 2011