psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Yêrîvan Xeberdide

Yilmaz Çamlibel

Di 26´ê meha Çileya Pêşîn da, li Mala Êzdiyan a Oldênburgê, ji bo bîranîna berpirsiyarê rojnama Riya Teze, Girîşayê Memê, civînek hatibû li dar xistin. Ez jî beşdarê vê civînê bûm. Axaftvanan, li ser Rojnama Riya Teze û Radyoya Yêrîvanê, agahdarîyên gelek balkêş dane me guhdaran.

Axaftvanan, min hildan birin dema xortaniya min. Min rojnama Riya Teze ne dîti bû û ne jî xwendi bû. Lê min her daim radyoya Yêrîvanê guhdarî dikir.

Ji bo guhdarîkirina Radyoya Yêrîvanê, em her daîm li malan, dikanan, aşxanan û qehwexanan, li dor radyoyan kom dibûn. Bi kelecan li benda dengê sipîkerên Radyoya Yêrîvanê disekinîn. Gava sipîker digot „Yêrîvan xeberdide“ herkes di cî da disekinî, bêdeng dima. Ez dikarim bêjim, bi destpêka axaftina Radyoya Yêrîvanê, li seranserê Kurdistanê jiyan disekinî. Ji ber ku Radyoya Yêrîvanê, Kurdî xeberdida.

Miletê Kurd, di nava 19 salan da, li pêşberê Komara Tirkiyê, 28 caran serî hilda bû. Tev serhildanên  Kurdan, bi hovîtî hati bûn pelixandin. Piştê têkçûna serhildana Dêrsimê, Kurdistan keti bû nav bêdengîyek mezin. Kurdistan di bin terora Kemalîstan da, bê mecal ma bû, dinalîya. Kes nediwêrî bêje „Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye.“ Kurmanci xeberdan qedexe bû. Rêvebirên Kemalîstan digotin „Kurd tune, Kurmancî tune!“

Di nav vê rewşê da, ji radyoyek dengê Kurmancî dihat guhê me. Dengê vê radyoyê, erd û ezmanên Kurdistanê dilerizand. Gava sipîkerên radyoyê digotin „Yêrîvan xeberdide“, em di ciyên xwe da dilerizîn.

Gava radyo dest bi weşana zimanê Kurdî dikir, li seranserên Kurdistanê jiyan disekinî. Tevayîya Kurdan kar û barên xwe berdidan, diçûn malên xwe. Li dor radyoyan li ser hev kom dibûn. Bi dil û can, zimanê kal û bavên xwe guhdarî dikirin.

Saya serê Radyoya Yêrîvanê, xofa Kemalîstan her diçû kêm dibû. Êdî di nav dikanan, çayxanan û karxanan da jî Radyoya Yêrîvanê dihate guhdarî kirinê. Jin û mêr, kal û pîr, gundî û bajarî, Kurmanc û Zaza, Elewî û Sunî navê spîker, dengbêj û çîrokbêjên Radyoya Yêrîvanê hîn bûbûn. Kilaman ezber kiribûn. Gelek caran bi dengbêjan ra van kilaman digotin. Car caran jî radibûn destê hev digirtin, govend dikişandin.

Naveroka nûçan çi bû, di nav kilaman da çi dihate gotinê, talaşa tu kesî da nebû. Mele, şêx û sofiyên Kurdan him tizbiyên xwe dikişandin, him jî bi qareqar digotin:

Sala hezar hejde bîst,
Me giliyên xweş bihîst.
Hatine cem me komûnîst.
Bîr nakim ha bîr nakim.
Kirina Lenîn bîr nakim.
Riya Lenîn unda nakim.
Kurdistan welatê me,
Her bijî Kurdistan.
Lenîn e serokê me,
Her bijî Kurdistan.

Hela helayek wusa bû ku nayê gotinê. Te digot heşir mîzan e. Roja yekşemê saetek, rojên dine jî nîv saet, li seranserê Kurdistanê dawet bû, dîlan bû. Miletê Kurd bi dil û can kilam digot, dileyîst û dikeniya.

Bi rastî Radyoya Yêrîvanê, ji bo pêşdaçûyîna ruhiyeta netewî rolek dîrokî leyîst. Radyoya Yêrîvanê, bûbû hêviya netewî ya Kurd, bûbû hêvîya azadîyê. Radyo, baweriya azadiyê di nav milet da belav dikir. Miletê Kurd di saya sere vê radyoyê, dikir qarîn, digot “Hooo xwînmijno, dagirkerno! Em hê nemirine, em li ser pîyan in. Em xwedanê ziman û kulturek dewlemend in.“

Di nav van karên pîroz da keda Kurdên Êzîdiyan tu car nayê înkarkirin. Ji ber ku barê giran li ser milê wan bûn. Bila mala wan ava, umrê wan dirêj be. Bila per û baskê Tawîsê Melek li ser serê wan be.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011