PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
30 salîya damezirandina PSK’ê li gelê Kurd pîroz bê

Yilmaz Yildiz

Roja şemîyê di 20.11.2004’an da Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) 30 salîya xwe li Almanya li bajarê Duisburg’ê bi şahîyek gelkî mezin û bi bêşdarbûna bi hezaran endam, alîgir û dostên welatparêz pîrozkir. Em jî wek komela KOMKAR-Danîmarqa li gel çend dostên welatparêz bi otobusekê, ku çûyin û hatin 24 seat rê bû, berê xwe da Almanya û ev şahîya pîroz a ji bo damezirandina PSK’ê di nav coşek bê hesab da bi hezaran kurd ra pîrozkir. Herwiha li wê derê firsat jî çêbû, ku em gelik nas û dostên xwe - û heta hin ji me jî malbatên xwe – ên hêja bibînin û li hal û wextê hevdu pipirsin. Ji xeynê wê jî me gelik kaset û pirtûkên kurdî jî bidestxistin. Em bi rastî jî bi vê çûyina xwe kêfxweş bûn û bi kar û xebatê PSK’ê jî hey serbilindin. Şik nine ku ev kar û xebat wê her berdewam bin, heta ku Gelê Kurd bigijê maf û azadîya xwe.

Wek tê zanîn PSK’e berîya 30 salî di nav şert û mercên gelkî dijwar da li Kurdistana Bakur hatibû damezirandin. Di coxrafyeka wek ya Kurdistanê da, xasima li Kurdistana Bakur 30 sal ji bo jîyana partîyeke kurdî bivê nevê emrekî dirêje. Heta niha belkî bi dehan partîyên kurdî hatin damezirandin, lê di dawîyê da piranîyên wan bela wela bûn û ji meydana sîyasetê dûr ketin. Ew partîyên, ku îro hene jî bê guman ya bê hêzin yan jî ne ji mêjda hatina damezirandin û hê bê taqetin. Ji xwe rewşa partîya îmralîyê li ber cavane û ew jî herçiqas ku bi wê da rê ji xeta kurdîtîyê dûr dikevê û ketîya nav toz û dûmana kemalizmê. Sebeba liserlingmana PSK’ê jî sîyaseta wê a li ser rêya rast, daxwazên wê ji bo careserkirina pirsa kurdî, demokrasîya di nav partîyê da, têkilîyên wê yên dostanî li gel  hêzên kurdî li herçar perçên Kurdistan’ê û hwd bûn. PSK heta niha midaxeleyî sîyaseta ti hêzên kurdî nebûyîya û xwe tevlî karê perçên din ên Kurdistan’ê jî nekirîya, lê hertim di nav çarçova îmkanên xwe da piştgirîya wan kirîya û hûrmet ji bo kar û barên wan ra dayîya nîsandan. Herwiha dîsa jî PSK’ê  ticara tevlî karê birakujîyê nebûyîya û heta vê kêlîyê jî xwe ji vê parastîya, her ku çend endam û alîgirên wê bi destên hin xwenenasên kurd hatin şehîdkirin jî. Ev hemi ew teybetmendîyên giranbiha na, ku li gor raya min PSK ’e li ser lingan hiştina û ev jî tenê cihê kêfxwesî û şanazîyêya. Wekî din jî PSK’ê ji ber fikir û ramanên xwe yên azad, ji ber berxwedana xwe ya bê westan a ji bo mafê çarenûsîya kurdî li ser bingeha Kurdistanêk Federalî rolek gelkî mezin lîstîya û cihkî teybetî di nav dîroka Kurdistanê da girtîya.

Wextê ku PSK’ê ev fikirê federesyonê diparast, hemi hêzên din ên kurdî ya serxwebûn yan jî otonomî diparastin. Ew kesên ku ”Kurdistanik Serbixwe, yekgirtî û sosyalîst” diparastin em dizanin ketina çi halî, ji xwe ne hewceya ku yek zêde li ser bisekinê, bes em hêdî dibînin, ku him li Kurdistana Başûr û him jî li Kurdistana Rojhilat hêdî kurdan dev ji otonomîyê berdana û daxwaza federesyonê dikin. Sibî dibê ku daxwaza serxwebûnê jî bikin. Ev hemi li gor wext û konjoktura sîyasî ya dinyayê tê guhertin. Bes tistê mihûm ewe, ku îro li Kurdistanê daxwaza federalî bêtir pêşda cûyîya, û di vê da jî yek dikarê bêjê, ku keda PSK’ê ne kêma. Ji xwe PSK’ê ticara negotîya, ku tenê federesyonê dixwazê. Ew li gor sert û sirûtên, ku Kurdistan îro tê de ya federesyonê wek careserî maqul dibînê, bes ne li dijî serxwebûna Kurdistanê jî ya. Çima li dij bê? Gelo ma ki kurdê welatparêz li dije, ku welatê wî ji bin nîr û zorba dijmin xelas bibê ya? Ji xwe gelik cara di nivîsên Sekretêrê Gistî yê PSK’ê yê berê Birêz Kemal Burkay da jî hatîya eskerekirin, ku serxwebûn jî mafê Gelê Kurde. Mafê Gelê Kurda, ku di her warî da pêşeroja xwe bi destê xwe tayin bikê.    

PSK’ê ta ji destpêkê heta vê gavê ji bo ku Gelê Kurd bigijê daxwaz û armancên xwe yên netewî kar û xebatên baş û berhemên giranbiha bidestxistina her çi di warê sîyasî û dîplomasî da û çi jî di warê çandî, civakî, ziman û dirokê da. Ji xwe di rojik halo da, ku Konsepta Îmralîyê ketîya dewrê û kurd li himberî Lozanêk nû rû bi rû mayina, barkî gelkî giran ketîya ser milê PSK’ê û herwiha ser milê hêz û sexsîyetên kurd ên welatparêz. Ji ber wê yekê jî divê em giringîya PSK’ê baş zanibin û lê xwedî derkevin. 30 salîya PSK’ê pîrozdikim û serkeftinê ji kar û xebata wê ra dixwazim.

Kopenhag/Danîmarqa

 

  Dengê Kurdistan © 2004