psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Dewleta Kur

Yusuf Budak

Di meha Heziranê de li Tirkîye û Kurdistana Bakur hilbijartin heye.Partîyên legal hevdu rexne dikin û piranîya wan hevdu dixapînin.Ez bawar dikim ku,ergenekon navberê de xwe hêdî hêdî xurt dike.Ji ber ku MHP û CHP mirovêh ergenekonê diparêzin.Wek zanîn li Tikîye û Kurdistana Bakur ji bo berdendamiya parlementoyê gelek kesan serî li partîyên siyasî dane.Bi awayî mirovên dewleta kur dibin endamên parlementoyê.

Yek ji wan kesan girtîyê doza ergenekonê Mustafa Balbay e.Mustafa Balbay,rojnemevan e û eve du sale di doza Ergenekonê de girtîye.Wî serî li CHP-ê da û daxwez kir ku di CHP-ê de bikeve parlemento yê.Hinek kesên din hene ku doza ergenekonê de girtîne,di CHP-ê û MHP-ê de dibin berdendam.

Bi teybetî Kemal Kilicdaroglu wiha gotubû:“Gelo ergenekon li kuye? Ez bi xwe dixwezim bibim endamê ergenekonê.“Gelo em Kurd mirovî ra çi bêjin?   

Berbijêrê AK Partiyê ê Amedê Galip Ensarîoglu li malpera NETKURD de wiha got:“Ne BDP take nunera kurdan e ne ew bi serê  xwe dikare meseleyan çareser bike.Pirsa Kurd gelek giring e,mirov tên kuştin,êş û derd tên kişandin,mal wêran dibin.Nuha di atmosfera berê hilbijartinan de îmkana hevkariyê tunebe sibê piş hilbijartinan li parlamentoyê divê em bi hev re kar bikin.Di çareserkirina pirsa Kurd de ji bilî AKP-ê tu şansa BDPnîne.Ji wergirtina alîkariya BDP ve tu şansa AKP tune.Em nikarin bi tunekirina hevdu,bi tuneqebûlkirina hevdu pirsa Kurd çareser bikin.Ez ji parlementoya nuh bihêvî me.“ Belê ez gotinên bi rêz Ensarîoglu rast dibînim û gerê em hevdu nexapînin.AKP Kurdan dixapînî.

Ez bawar dikim ku AKP ji ergenekonê ditirse û kurdin ba xwe dixapinî.Ji ber ku bi salane ku Kurd gavekî şde naçin.Dibe ku hilbijartinê de kurdin ba AKP-ê,ji wan gelek kes neçin ser sandiqan û saz kirina hukumatê dest AKP-ê derbikevî.Ango hukumarê CHP û MHP bi hevra saz bikin.Dema ku mirovên Ergenekonê (CHP,MHP) hukumatê saz bikin,dawîya AKP-ê û Kurdan dibe dawîya gahê boro.

Navbera me kurdan de gotina gahê bor û gahê sor heye.Tê gotin ku :“ Rojan rojekî li çiyakî Kudistanê du gahên xurt hebûne.Gah bi dilên xwe çêrîyane û gerîyane.Ji wan gahan yek sor e û yek bor e.Gurên çîyan çercaran dor li wan girtine ku wan bixiwen.Lê belê gahan boçên xwe kutane hevdu û bi qoçên xwe li guran dane.Gur wan cîde dihêlin û diçin.Bi teybetî gahê sor li guran zori dike.Çend rojan, şunde gur carik din diçin û durva li gahan mêze dikin ku gahê bor diçe ser çavkanîyê ku avê ve bixwe;gahê sor nahêlîne ku ew pêşta avê ve bixwe.Gahê bor dura avê vedixwe û diçe dur.“

Gurek diçe cem gahê bor û durva wiha dibêje:“Gahê boro, gahê sor li ser te neqe ,ware em bi hevra bibin heval.Ez û hevalên xwe dixwen,tu alikarîya meke.Va çiya bi te dimîne.Dura tu bi dilê xwe li çiyayî digerî ez hevalê te me.Gahê bor dibêje erê û hemû gurên har dor li gahê sor digirin û dixwen.“Çend rojan şunde gur disa birçî dibin û diçin gahê bor.Gahê bor wiha dibêje:Guru em hevalên hevdune.Çima hûn min dixwezin bixwen?“Gur wiha dibêje:“Dema ku me gahê sor xiwar te demê bînana bîra xwe.“

Ez dibêjin ku gerê mirov tucar bawarîya xwe bi hevaltîya guran nehînî.Mirovê ergenekon gurên harin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011