psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Di Zimanê Kurdî da “ko, ku, û, u“

Yusuf Budak

Dema ku mirov bi zimanê kurdî dinivîsinî anjî dixwînî „ko, ku, û, u“ wakû neynik
li ber çavên mirov tên xuyakirin. Mirov cudabûna vana tînî bîra xwe û
dewlemendîya zimanê kurdî jî fam dike. Ji ber ku li ser xetan lez û bez
famkirin û gildîbûna çavan şabûna dil e. Ango mirov xetan baş fam dike, dema
xwe zêde dimînî û daxwezîya xwe bi dilê xwe dinivîsinî.
 
Lê belê dema ku mirov li civînan dûr va peyivdaran guhdarî dike ne waha ye û
zamet e. Ango van dengana ji hevdu nêzik in. Gerê mirov guhên xwe pîj anjî
kort bike ku cudabûna dengên “ko, ku“ baş bibîse. Mana herdu dengan ji hevdu
cûda ye. Ez dixwezim bi çend rêzan kurtî nîşan bidim. Dewlemendîya zimanê me
dilşabûna me ye.
 
Nimûne: ko
Baran te ko curma trambêla xwe da?
Hesen, Solînê kuncî ko (kuderê) kirîya?
Dîjle, ez li ko runim?
Berfîn te rojname ko kirî?
Rohat te pere li ko dît?
 
Nimûne: ku
Rizgar çû gund ku, hespê bînî.
Berîvan mamosteyê xwe baş gudar dike ku, şaşîyê neke.
Kînemê pirtûkên xwe kirîyane ku, biçe dibîstanê.

Dîlan cilê germ li xwe dike ku, ne cemidî.
Sîdar diçe welat ku, di çemê Mûnzûr de ajnê bike.
 
Dûr va bihîstina “u, û” jî gelekî zamet e. Bi teybetî “û” nîşana bi hev re
girêdayî ya rêzan e. Bi serê xwe dikevî navbera rêzan û di gewrîyê de tê
dirêj kirin. Di navbera çekuyan de jî cîyê xwe digirî û di gewrîyê de sitûr
derdikevî. Ez bi xwe dibêjim “û” ya dirêj û qûr.
 
Bi vî awayi vî “u”ya ra jî dibêjim u’ya bê deng. Sitûrbûna xwe û dirij bûna
xwe tune. Melûl melûl dikevî navbera çekuyan û ji rêza xwe dernakevî. Gor
xwendevanan bi qîymet û rûmet e.
 
Nimûne: û
Zinar û Zirav bi hevra diçin dibîstanê.
Evîn û hevala xwe li Kurdistanê digerin.
Gamiş û hêstîr zêde avê vedixwin.
Li gundê me baxçeyên sêvan û hîrogan hene.
Xortan li gund govend girtin û qîzan jî çepik lêdan.
………………………………………………………..
Nazê zûva bo xwe ûtîyê dike.
Jûjî ji dora mala me dûr naçe.
Kûzê avê piçûk e û zû va tijî bûye.
Hesp û canûyî ji hevdu dûr nakevin.
 
Nimûne: u
Ez roja duşem diçim gund.
Va gula delal buha ye.
Kurd Kurdistama azad dixwezin.
Kutkutik li bêxçe behîvan diderî.
Jêhat min gudar bike!
 
Ez hêvî dikim ku mamosteyên Kurd di dibîstanan de li ser van bangan zêde
disekinin û zarokên Kurdan zêmanê xwe bê kêmasî hîndibin. Zimanê kurdî di
navbera gelê Kurd de tê hezkirin û li cîhanê jî navbera zimanan de cîyê xwe
digirî.

   
Dengê Kurdistan © 2010