psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Ez te nas nakim

Yusuf Budak

Osmanî yan di dîroka xwe de timî li Kurdistanê şer kirine û Kurdistan kirine
xirabe. Kurdistan bo Kurdan bûye girtîgeh. Yan li ser erda
Kurdistanê Kurd nas ne kirine. Niha 87 sal e ku li Kurdistana Bakur tirk
pir tiştên kurdan nas nakin.

Gelo ew tiştên ku tirk nas nakin çi ne?
_ Navê welatê kurdanKurdistanênas nakin;
_ Di dadigehan de zimanê kurdî nas nakin;
_ Mezinên kurdan nas nakin;
_ Nexşa Kurdistanê nas nakin;
_ Ala kurdan nas nakin;
_ Bi navê Kurdistanê sazkirina partiyan nas nakin;
_ Tîpên zimanê kurdîQ,W,X”nas nakin;
_ Navên gundan, bajaran û çîyan bi zimanê kurdî nas nakin;
_ Bi kurdan ra cîrantîyê nas nakin.

Erê, tirk li welatê me, me kurdan nas nakin. belê, em Kurd zagonên
tirkan, polîsan, leşkerên û dadigehên tirkan li Kurdistana Bakur de têw dikin
û nas dikin. Gor min, em Kurd di vira de şasîyekê dikin. Ez bawar dikim ku
niha kevirek li Kurdistanê gildî bibe, hemû dinê dibîsî. Bo yekê, warin em
Kurd bi hevra zagonên tirkan, polîsên tirkan, leşkerên tirkan û dadigehên
tirkan li Kurdistana Bakur nas nekin.

Golo çawa?
_ Em Kurd gilî û gazîyên xwe tucar ba polîs û leşkerên tirkan nekin û ji wan
qet tiştekî ne xwezin;
_ Li Kurdistana Bakur de, kurdên dîl ji girtîgehan dernekevin dadîgehan;
_ Parêzerên Kurd neçin dadigehan;
_ Partîyên Kurd “BDP, HAK-PAR û KADEPnavê xwe bikin partîya Kurdistan;
_ Bi taybetî navbera xwe de hemû tirkan ra bibêjin ecnebî (biyanî);
_ Li bajarên Kurdistana Bakur de, birdarîyên mezinên xwe (Ahmedi Xani, Seyît
Riza, Sîx Sahid) bidin çêkirinê;
_ Li Kurdistana Bakur nasnameya tirkan negirin ser xwe;
_ Rojan rojekî hemû mamosteyên Kurd di dibistanan de û zanîngehan de li ser
texteyê polê nexşe Kurdistanê çêkin û bi kurdî dersê bidin xwendekaran.
_ Paçekî reş bavên ser bîrdarî û wêneyên Ataturk.
_ Hemû xwendekarin Kurd bi cilên kurdî biçin dibistanan û zanîngehan.
_ Hemû şaredarîyin Kurdistana Bakur karên xwe bi zimanê kurdî kar bînin;
_ Navê bajaran, gundan û çîyan kurdî binivîsînin;
_ Di dibistanan de ala kurdî hilbidin;
_ Doxtor di nexaşxanan de, nexaşên xwe ra kurdî biaxivin;
_ Hemû terminalan de danezanîn (anons) bi kurdî bên kirin;
_ Biratî û cînartîya tirkan tucar neynin ser zimanê xwe;
_ Di mizgeftan de meleyên Kurd bi kurdî biaxivin;
_ Em Kurd tucar sînorê tirkan nas nekin;
_ Kurdên dervayî welat qêreta wan bikin û wan mîna ronnahîya çavên xwe
biparêzin.

Gor dîtina min, bi têkoşînê û dirbên tirkan tên qut kirin û cînarên
Kurdistana Bakur bi xwe derdikevin holê. belê ez dizanin ku va
têkoşîna bo kurdan pir giranbiha ye.
 
   
Dengê Kurdistan © 2010