psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Herdu rê diçin Amedê

Yusuf Budak

Sala 2011’an de li Tirkîyeyê û Kurdistana Bakur helbijartin heye. Bo vê yekê partîyên heyî bo armancên xwe yên siyasî dixebitin.

Daxwazîyên MHP, CHP, AKP, BDP, HAK-PAR û KADEP’ê ji hevdû cuda ne. MHP dixwaze ku Kurd ji bindestîyê tucar xilas nebin û tirkan ra xulamtîyê bikin. CHP dixwaze ku kurdan bixapîne; bigre ba xwe û bi alîkarîya kurdan desthelatiya dewletê bigre dest xwe. AKP dixwaze ku rewşa xwe yê niha biparêze û qet tiştekê nede kurdan. Kurdên ba AKP’ê, oldar in û bawarîyin xwe bi rêxistinên kurdan tunin. Bi teybetî gor van partîyan Kurd xapandin hunerî ye û dênê histuyên wan e.

BDP jî dixwaze ku bi CHP’ê va benda helbijartinê ji sedî deh derbaz bibe. Lêbelê daxwazîyên HAK-PAR’ê û KADEP’ê ji hevdû nêzik in. Ji ber ku daxwazîyên wan,“BDP, HAK-PAR, KADEP“ bi hevra beşdarîya hilbijartinê bûn e.

Bi salan e ku Kurd û tirk  di vê rewşê de hevdû tînin û dibin. Qet tiştek jî derneketîye holê. Ez dikanim ku wiha bêjim: „Qûlik vebîye, lê belê ew jî mîna  qûla derzîyê ye.“ Gor dîtina min gerê em Kurd xwe bigarin û nuhva bikin. Rê ya helê girîng bi hevra hemû berpirsîyarên komelên, partîyên, oldarên, rexistinên Kurd bikin bin berpirsîyarî yê. Ji berpirsîyarîyên Kurd tu kes derva nemîne û bi dilê xwe rexne neke. Barekî giran bi hevra bidin ser milê berpirsîyarên Kurd û bi hevra beşdarîya hilbijartinê bibin.

Bi vî awayî kurdên ku dengê xwe didin AKP’ê kêm dibin. Ango hişê wan tê serê wan û bawarîya xwe bi gelê xwe tînin. Em gerê kurdin ku navbera AKP ê dane, tûj û pîj rexne nekin û daxwezîya xwe bi zimanekî nermik wana ra bibêjin. Kurdên ku ba CHP ê ne, ew bawarîya xwe bi quweta CHP ê tînin. Dema ku em Kurd yek bibin; piranîya kurdên ba CHP ê dengên xwe didin kurdan. Ango CHP jî nikane kurdan zêde bixapîne û bawarîya xwe bi kurdan namîne.

Bi milyonan Kurd naçin helbijartinan; ji wan kurdan gelek Kurd helbijartinê rexne dikin ku “yekbûna kurdan“ tune û Kurd ser nakevin. Diwe ku ji wan kurdan gelik Kurd biçin helbijartinê. Di vî rewsa de benda helbijartinê,ji sedî deh derbaz bûn ne asteng e. Xuya dike ku benda helbijartinê  ya ji sedî deh derbazbûn jî bi pir rengî va girêdayî ye.

Rêya duem:“Bi dil germî ,bi biratî,bi cînartî û bi ser tirk me kurdan nas nakin. Em jî tirkan li Kurdistana Bakur carê nas nekin. Roja helbijartinê neçin helbijartinê û li ser derîyên komelan,partîyan û rêxistinan binivisînin ku em Kurd vê helbijartinê nas nakin.Li dervayê Kurdistana Bakur jî biçin helbijartinê û mafin xwe yi hindikahî(azinlik) ji tirkan bixwazin.
“Bila tirk hemû bizanin ku em li bajarên mezin jî mafên xwe yi hindikahî dixwazin. Asîmîle kirin jî belayê serê zordestan e. Zordest gerê bi xwe qirêside bixendiqin.“

Dibe ku tirk ji me kurdan ra wiha bibêjin: “Em jî we kurdan nas nakin.Vegerin biçin  welatê xwe.” Bila dinê alem bizane ku tirk neqin û zordestin. Kurdistan jî welatê kurdan e.Yekem tirk ji Kurdistanê derkevin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010