PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Destura Kurdistanê

Casim Rênas

Herweku tê zanin, heyameka ne kurt, Parlamentoya Kurdistanê, bi Destura Kurdistanê ve mijul bibû.

Bi gor nuçeyên medyaya Başurê, li Parlamentoya Kurdistanê, di 23’ê İlona sala 2006’an da, giftugo li reşnivîsêe desturê, ku ji aliyê Komisyona Desturê ya Parlamentoye ve hatiye amade kirin, destpêkiriye.

Her usa, gava Serokatiya Parlamentoyê, reşnivisa desturê pêşkeşê Serokê Herêma Kurdistanê kirin, hate ilan kirin, ku reşnivisa desturî, wê pêşkeşê bir û rayê Kurdistanê bê kirinê, daku xelk û komel û saziyên pişeyî û civakî jî li ser reşnivîsê gengeşî bikin.

Usa xuya ye, li Başurê, destur û gengeşî li ser desturê, wê bibe xaleka bingehin a rojeva siyasiyê.

Maqale û lekolinên cur be cur li ser vê babetê wê bên nivisin.

Di radyo û televîzyonan da, li ser desturê, bernameyên taybetî wê bêne weşandinê.

Komel û navendên civakî û pîşeyî konferansan li ser mijara hanê wê amade bikin û hwd..

Bê guman reşnivîsa desturê, di Rojhilata Navin da, bi taybetî di welatên dagirkerên Kurdistanê da wê bibe xalek ji xalên bingehîn a rojeva wan.

Ew jî li ser reşnivisa destura biaxavin, gengeşî bikin.

Lê ne ji bona xêrê, ne ji bona tekuztir û rêk û pêktir bûna desturê!.

Damezrandina sîstemeka demokratîk û huquqî li Kurdistana Başurê, her usa xizmeteka giranbiha ye bona cigir bûna aşitî, arami û demokrasiyê li navçe da.

Lê belê bîr û hizra karbidest û medya û partiyên siyasî yên ciranên Hikumeta Herêma Kurdistanê ne gihiştiye vê qonaxê, ku ji rastiya hanê têbigihin.

Her usa cigîr bûn û pêşveçûna ezmuna Kurdistana Başurê ne di berjewendiya wan da ye.

Ji bona yekê jî axaftina wan li ser reşnivîsa desturê wê ne bi xerê be!..

Herweku tê zanin di reşnivisa desturê da tixubên Kurdistana Başurê tê destnişan kirin, ku Kerkuk, Xeniqin, Şingar û navçeyên dinê, yên ku li ser Kurdistanî bûna wan gengeşî hene, di nava tixûbên dirokî û destnişan kirî da ne.

Her usa di reşnivîsa desturê da mercên ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî hatine destnişan kirin.

Û gelek xalên din, yên ku ne bi dilê dagirkerên Kurdistan û nehezên ezmuna Kurdistana Başur in..

Karbidestên dewletên dagirker û nokerên wan, wekî her caran wê gefa Kurdistana Başurê bixwin û wê bibêjin, “Kurd dixwazin Iraqê perçe perçe bikin, ava kirina dewleta Kurdî xetereka mezin e li ser navçeyê, em nahelin Kerkuk bibe beşekê Kurdistanê û emê pêşiya ava kirina dewleteka serbixwe bigrin” û hwd.

Bila bêjin!.

Kar û pişeyê wan her ev e..

Negotina wan ciyê şaş û mehtelmayînê ye.

Lê divê Kurd bi taybetî birayên me yên Başurî hêdî, aram û li serxwe bin.

Guhê xwe nedine gef xwarina dagirker û nahezên ezmuna Kurdistana Başurê, bona tekuztir û rêk û pêktir kirina reşnivîsa desturê bîr û baweriya xwe pêşkeş bikin.

Her usa di warê destur û gengeşiya li ser desturê da, erkekê pîroz û giring heye li ber bizava azadixwaziya beşên dinê Kurdistanê.

Dibe, ku hinek xalên reşnivîsa desturê ne bi dilê me bin.

Divê ji bîra me neçe, eva cara yêka ye, ku Kurdan destur amade dikin.

Divê ji bîr nekin, ku reşnivîsa desturê bi gor zirufên siyasî û civakiya Kurdistana Başûre hatina amade kirinê.

Eger rexne û pêşniyarên me hebin, bi rêkekê maqul pêşkeşê Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê bikin.

Û divê ji bîra me neçe, ku destura Kurdistana Başurê di paşerojê da, wê bibe bingeheka qehim û ezmuneka baş ji bona perçeyên dinê Kurdistanê.

Lê belê, berê her tiştê, tevgera welatparêzî yên parçeyên dinê, divê li ber gef xwarina dagirkeran bisekinin û nahelin, ku destdirêjiya Kurdistana Başurê bikin.

Ku, bona vê yekê jî pewist e tevgera netewiyê di her beşan da çalak û yekgirtî be.

 
 
PSK Bulten © 2006