PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Gotin ne bes e, kar jî divê..

Casim Rênas

Herwekî tê zanin, axaftina Serokkomarê Tirkiyê Abdula Gul di destpeka devra nu ya Meclîsê da, gelek deng vedaye.

Axaftina hanê, di medyayê Tirk da bûye mijara deng û bahs û maqaleyên cur bi cur. Gelek rojnamevan û nivîskar li ser wê nivîsin.

Ku, bi rastî axaftina Abdula Gul di hinek waran da girîng bû.

Gul behsa Destura nû kir û got, ku “pirsa Kurd berhema ne demokratbûnê ye.”

Eva cara yêkan e, ku Serokkomarê Tirkiyê bi eşkere li Meclîsê îtîraf dîke, ku pirsa Kurd heye û kêşeyê hanê berhema siyaseta dewletê ya ne demokrat e.

Ku ev yêka bi baweriya min girîng e.

Abdula Gul her usa got, ku “pirsa Kurd û kêşeyê teror ji hev cuda ne.”

Gotina hanê ya serokkomarê Tirkiyê, ji mêj ve bûye benişta devê karbidestên Tirkiyê û me gelek caran bihîstiye, xwendiye.

Ya rastî PKK û “terorê” wê û keşeyê Kurd ji hev cuda nînin.

PKK û “terorê” wê jî wekî pirsa Kurd “berhema ne demokratbûnê” ne, ango berhema siyaseta fermî ya dewleta dagirker e, ku li ser înkar kirin û asîmîle kirina gelê Kurd û gelen din hatiye damezrandin.

Ji bona vê yêkê jî çareser kirina pirsa Kurd û çareser kirina “terorê” girêdayiya hevdu ne.

Her hikumetek, an desthilatdariyek, ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike, ne tenê divê ji çarçeveyê siyaseta resmî derkeve derê, her usa nikare PKK û “terorê” wê ji bîr bike, li ber çav negre.

Em bêjin, gotina Gul û yên dinê rast e, “pirsa Kurd û kêşeya teror ji hev cuda ne.”

Ma gelo di vî halê da ne pewîst e, ku hikumeta Tirk guhê xwe nede hebun û tune bûna “teror”e, ji bona çareser kirina Pirsa Kurd gavan bavêje?

Bê guman bi gor mentiq û bîr û hizrên maqul divê usa be, bona çareser kirina pirsa Kurd gavan bêne avêtin.

Lê belê karbidestên dewleta Tirk usa nakin.

Alîkî va dibêjin “teror” û pirsa Kurd ji hev cuda ne, alîkî va jî “teror”ê dikine hencet û dibêjin heya “teror” hebe bona çareser kirina kêşeyê Kurd gavan nayênê avêtin.

Ango “teror” û pirsa Kurd bi hev girêdidin.

Ku, ev yêka jî durûtiya karbidestên dewletê nişan dide.

Heya ku Abdula Gul ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka demokratîze bûnê, kar û xebat neke, Kurd bawer bi gotina wî nakin.

Karbidestên dewleta Tirk heya niha gelek caran gotinên xweş kirine û mizgîniyê bi xêr dane.

Lê belê ji ber ku tenê gotin bûye û kar û xebat nehatiyê kirinê, hemu bi avê da çûne.

Eger Abdula Gul dixwaze gotina wî bi avê da neçe, divê guhê xwe bide daxwazên Kurd yên demokratîk û netewî, bona cigîr bûna aşitî kar û xebatê bike.

Eger Gul usa bike, ango ne têne bêje, her usa kar û xebatê bike û bibe serkêşiya pêvajoya guhartin û demokrasiyê pêşve bibe, bê guman navê wî di lîsteya nemiran da ci digre.

Beravêjiya wê, ango Gul tenê bêje û tû tişt neke, navek di lîsteya ji bîr çûyiyan da zêde dibe..

Îro dil dixwaze navê Gul di listeya nemiran da be..

 
PSK Bulten © 2010