PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Leca Ocalanê

Casim Rênas

Herwekî tê zanin, çend roj berê banu Aysel Tugluk wekî parêzer çûbû serdana Abdula Ocalan û serdana hanê bibû xaleka girîng a rojeva vê demê û bibû mijara gelek maqale.

Rojnamevanê bi nav û dengê Tirk Mete Çubukçu jî bi Banu Tugluk ra hevpêyvîn çêkirî bû û hevpêyvîna hanê di 5’ê meha Cotmeha sala 2010’an, di rojnameya Radîkalê da hat belav kirin.

Bê guman hevpêyvîna hanê girîng bû.

Banu Tugluk, di hevpêyvînê da behsa lecek dike û usa dibêje: “Ocalan ji Erdoxan ra got, ku ‘lêkolîn li ser bûyera Colemergê bikin. Eger bê îspat kirin, ku PKK vê karê encam daye, ezê PKKyê bidime çek danînê, eger na, hîngê tu dev jê serokwezîriyê berde.”

Herwekî xuya ye Ocalan xebata çekdarî û gerîlayên PKK dike amrazê (alat, araç) lecê.

Ez benda vê yekê bûm, ku ji der û dorê PKK dengê îtirazê bilind be û bêjin, ku xebata cekdarî û gerîla amrazê lecê nîne.

Min digot, bi taybetî hinek alî û kesan, ku hertim pesna xebata çekdarî, cangorî û fidekariya gerîla dikin, wê dengê xwe vê lecê Ocalanê bilind bikin.

Lê, mixabin ne ji devrûberê PKK ne jî alî û kesên han, (ku gelek kes ji bo wan “apoçiyên şermok” dbêjin) tû deng derneket.

Mirov halwesta PKK û derdorê wê fêm dike.

Ew îradeyê xwe dane destê Ocalanê û siruştî ye, ku biryara dawî di destê Ocalan da be; Ocalan bêje rabin, dê rabin, bêje runin dê rûnin..

Lê, alî û kesen din!..

Ango “apoçiyên şermok”, ku gelek caran êriş û rexne li partî û kesên din dikirin û digotin, ku “rêz li xebat û cangoriya gerila bikin”!..

Herwekî xuya ye apociyên şermok li ser gerîla û xebata gerîla li hember hêz û kesên dinê wekî şêr û piling in, lê belê li hember Ocalanê lal û kehr dibin, zimanê wan nagere.

Kesên han nikarin, newerin bêjin, ku mafê tû kes nîne, ku gerîla û xebata çekdarî, ku desketiyên îro berhema wan e, bike amrazê lecê.

Ji ber ku ew baş dizanin, eger usa bêjin çi tê serê wan, çawa dikevine li ber êrişa Ajansa Nuçeyî ya Firatê (ANF) û çawa dikevîne ber tohmet û buxtan û derev û çêrê..

Hevpeyvîna Banu Tugluk û halwesta apoçiyên şermok di heqê leca Ocalanê rûyê rastî ya wan carekî dinê eşkere kir û nişan da.

Divê bêjim, ku bi gor min îro xebata çekdarî ya PKK ji bona xebata azadî û demokrasiya gelê me ziyanbexş e, şuna feyde, zirar dide.

Û bi gor min divê PKK li ser çek daninê bîr bike û gav bi gav çek dayne.

Lê belê ne ji ber leca Ocalanê.

Ji ber têgihiştin û fêm kirina hel û mercên siyasî yên Tirkiyê, Kurdistan, herêm û navnetewiyê..

 
PSK Bulten © 2010