PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Wexta Aramî û Serwextî Ye

Casim Rênas

Teqandina bombek di parqeke Diyarbekirê da nişan dide, ku hêzên nijadperest û şovenên Tirk, dijminên azadiya Kurdistan û dewleta kûr, bî kurtî yên ku nexwazin kêşaya Kurd bê çareser kirinê, dest bi êrişeka nû û fireh kirine.

Teqina hanê di hel û mercekê balkêş da çêbû.

Alîkî va nijedperest û şovenên Tirk û medyayên wan her roj gefa Kurdan dixwarin.

Êrişên wan li ser Kurdan, li bajar û bajarokên rojavayê Tirkiyê roj bi roj zêde dibûn.

Ji hêlekê va li Rojavayê tirkiyê da, kar û çalakiyên Teyrênbazê Azadiya Kurdistan (TAK) yên, ku ne berjewendiya gelê kurd in, zêda dibû.

Bi gotina hinek kesan “Tirk û Kurd ji hevdu dur diketin.”

Alîkî va jî Partiya Civata Demokratîk (DTP) banga PKK kiribûn, ku dev jê şerê berde û gelek ronakbîrên Kurd  û Tirk piştgiriya xwe li vê bangê kirine.

Ligel pêşhatiyên hanê, peyamên Ocalan ji İmraliyê, hewl û cehda Hikumet û Serokê Herêma Kurdistan û  Serokkomarê Îraqa Federal, li ba xalkê hêviyek pêkanî bû, ku PKK vê carê guh bide bang û daxwaza gel û hêzên aşitîxwaz, wê agirbes îlan bike.

Teqandina bombayên hanê him berdewamiya êrişa neyar û dijminên gelê Kurd e û him jî bona aloztir kirina rewşa Kurdistana Bakûr e, daku rê li ber hewl û cehda aşitiyê bê girtinê û sernekeve.

Armanceka din a kirêt ji vê teqandinê ev e, ku Kurdan jî ji kerba û ji bona tol vekirinê, karên usa bikin, rewşa Tirkiyê û Kurdistan hîn aloztir be. Daku hêzên şoven û nijadperest ji bona ci be ci kirina bernama xwe ya kîrêt, ji vê keysê îstîfade bikin.

Ku, berdewamiya sîstema kemalîst, bi hêztir kirina mîlîtarîzmê û pêşî lê girtina proseya Yekitiya Ewropa (YE) beşên giring yên vê bername ne.

Axaftina TAK û Hêzê Parastina Gel (HPG), ku ser bi PKK ne û dibêjin “emê tola Diyarbekirê vekin” û “em bê deng namînin”, dijî berjewendiya gelê Kurd in û xizmeta doza Kurd nakin.

Gotınên hanê her usa rê li ber hêzên şoven û nijadperestên Tirk xweş dikin, ku bernameyên xwe ya dij-kurd ci be ci bikin.

Ji ber vê yekê jî, wext wexta aramî û liserxwebûn e.

Ji bona vê yekê divê kar û xebata hêzên Kurd ne bi hest û daxwaza dil, bi bîr û hizrê rastbînî ve be.

Belê rast e, wext, wexta aramî û serwextî ye.

Lê belê her usa wext, wexta germ û gûrtir kirina xebata azadî, aşitî û demokrasiyê ye.

Ji bona armancên hanê divê hemu hêz, sazî û kesên welatparêz destê xwe bidine hevdu, mil bi mil diji planên nijadperest û şovenên Tirk xebat bikin.

Hevkarî û hevxebata hêzên welatparêzên Kurd, mercekî serekî ye ji bona serketina xebata azadiya Kurdistanê.

Û yên ku dixwazin tola şehîdên Diyarbekîr û hemû şehidên Kurdistanê vekin, berê her tiştê divê bona hevkarî û hevxebatiya hezên welatparêz hewl bidin, xebata xwe ya bona damezrandina Kurdistana azad germtir û gurtir bikin.

Ev yêka baştirin şiweya tolvekirinê ye.

 
 
PSK Bulten © 2006