PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Kongreya Nehan a Partiya Sosyalîst a Kurdistan Civiya

Heyamek berê niha kongreya Nehan a Partiya sosyalîst a Kurdistan civiya û giftugo li ser bûyer û peşhatiyên siyasî  yên welat, navçe û navnetewî û rewşa Partiyê kir.

Di kongreyê da li ser  peşniyara Komîta Navendî ya guhartina bername û duzennameya Partiyê niqaş hat kirin û peşniyara Komîta Navendî hat pêjirandinê.

Kongreya Nehan a PSK ji bona xebata pêşerojê hinek biryarên siyasî û rêxistinî jî girt, biryara belav kirina belavoka jêrî da, endamên nû yên Komîta Navendî hilbijart.

Komîta Navendî ya nû, di civîna xwe ya yêkan da Mesud Tekê carekî dinê wekî Sekreterê Giştî hilbijart.

Ofîsa Ragihandinê ya PSK

**

Belavoka Kongra 9 a Partiya Sosyalîsa Kurdistan:

Di hel û mercê îro da guncavtirin şiweyê çareser kirina pirsa Kurd, federasyon e, ku li ser bingeha wekheviyê dê bê damezrandinê

Pêşiya guhartinê nayê girtinê

Serhildana gel, ku li Tunusê destpê kir û di demeka kin da gihişte Misir, Lîbya, Suriyê, Yemen û welatên Kendava Ereb, bûyer û pêşhatiyên gelî yên Yunan û İspanya û welatên din yên Ewropa, beşek in ji proseya guhartina navneteweyî.

Proseya guhartinê bi ser seranserî dinyayê da girtiye û armanca proseya hanê “jiyaneka hin baştir”, “pirtir maf û azadî”, “demokrasiyek hîn firehtir”, “xwezeya paqij” û “azadî ji bona hemû cure nasnameyên bindest” û hwd in. Hel û mercê siyasî û civakiya her welatê, şîweyê proseya guhartinê û daxwazên gel destnişan dike.

Guhartin xwe li Tunus, Misir, Lîbya, Suriyê, Yemen û Bahreyn bi daxwaza “ruxandina dîktatoriyê” nişan da, li İspanya û Yunanistanê jî serhildan li hemberê siyaseta aborî û kêm kirina mafên sosyalî..

Taybetmendiyek ji taybetmendiyên proseya hanê, aşitixwaziyê ye. Gel di çalakiyan da tund û tijiyê bi kar ne anî, nayne. Diktatorî li Tunus û Misirê, di encema tevgera gel da hat ruxandin. Lê, proseya guhartinê li Lîbyayê şiweyê şerê navxweyî girt, ku NATO jî beşek e ji şerê hanê. Li Yemenê jî bû şerê aşîretan. Rejîma BAAS li Suriyê, bi tundî êrîş li ser gel dike, lê belê heya niha gelê Suriyê tund û tijiyê organîze kirî bi kar ne aniye.

Diruşmên serekîyû proseya guhartinê, demokrasî û azadî ye û prose heya niha xwe derketina gel bo kuçe û kolanan nişan da; dide û bandora xortan û bi kar anina Facebook û Twîtter di vê proseyê da bi hêz e û hemû çîn û tebaqeyên civakê têda beşdar in.

Meriv nikare bêje, ku rexistineka rêk û pêk peşengiya çalakiyan dike. Lê belê eşkere ye, ku partî û gurubên siyasî, komelên mafê mirov, rêxistinên sivîl û komên xortan rolekê girîng dilêyzin.

Projeya dehatuya çîn û tebaqayên ku proseya guhartinê da beşdar in, cuda cuda ne. Nebûnê rexistineka rêk û pek, ku peşengiye tavegerên hanê bike, dibite sedema nigeranî ji bona paşeroja proseyê.

Proseya guhartinê li Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakur, carekî dinê durûyiya welatên Rojava nişan da. Halwesta dewletên Rojava li dijî dîktatorên Misir û Tunus û Lîbya tund û pêgir bûn. Lê dewletûn hanê, li Yemen û Suriyê helwesta usa nişan nedan û li Bahreynê jî piştgiriya leşkerê Arabistanê Suîdî kirin, ku tevgera gelê Bahreynê têkşikand. Ev yûka hanê carekî dinê nişan dan, ku îro jî berjewendiyên siyasî û aborî halwesta dewletên rojava destnişan dike, ne azadî, demokrasî, dilovanî, vîcdan û nirxên wek wan yên civakî...

Welatê me Kurdistan beşekê navçeyên hanê ye, ku têda bayê guhartinê bi hêz e û tevgera dijî dîktatorî ber bi pêş diçe.

Li navçeyê Rojhilata Navînê, gelê Kurd beşekê bi hêz û çalakê proseya guhartinê ye. Gelê me li Tirkiyê û İran û Suriyê û Iraqê, ku welatên giringên navçe ne, bi salan ji bona azadî û demokrasiyê xebat kir; dike. Ku, ev yêka bandora xwe li ser “Bihara Erebî” datine û tiştekê siruşti ye, ku bandora “Bihara Erebî” jî li ser tevgera azadiya Kurdistanê wê hebe û heye jî..

Bi gor bîr û baweriya me pêşiya guhartinê nayê girtinê. PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan piştgiriya “Bihara Erebî” û gelên navçeyê dike, ku ji bona azadî û demokrasiyê derketine kolanan û banga rêxistinên navnetewî dike, ku dengê xwe dijî diktatorên navçeyê bilind bikin. PSK her usa banga dewletên Rojava dike, ku dev jê siyaseta durûyiyê berdin û bi pêgirî piştgiriya daxwaza demokrasiya gelên navçe bikin.

Nasyonalîzma Ereb, ku cilê sosyalîzmê li xwe kiriye, wê birûxe

Serketina serhildana gelê Suriyê li hemberê diktatoriya BAASê, wê balansa siyasiya navçeyê Rojhilata Navîn bigore. Ji ber ku serketina hanê bandora xwe li ser Îran û Lubnanê jî wê nişan bide.

Têkçûna diktatoriya BAASê, ne tenê dibite têkçûna nasyonalizma Ereb, ku cîlê sosyalîzmê li xwe kiriye, her usa wê balansa siyasiya navçeyê serûbin bike û wê bibe sedema ava bûna balansê nû. Bandora bereyê, ku ji Cumhuriyeta Îslamiya İran, Suriyê, Hizbullaha Lubnan û HAMASê pêkhatiye, li ser bûyer û peşhatiyên navçeyê Rojhilata Navîn gelek e. Têkçûna dîktatoriya BAASê her usa dibite têkçûna bereyê hanê û Îran li navçeyê bi tenê dimine û di rikbereriya peşengiyê li hember Tirkiyê û Arabistana Suîdî da lawaz dibe. Hizbullaha Lubnanê jî bê piştgir dimine û rû be rûyê xeterê winda kirina ciyê xwe di siyaseta Lubnanê da dibe.

Çarenusa rejima İslamiya İran, BAASê Suriyê û Hizbullaha Lubnanê girêdayiya hevdu ne. Ji ber vê yekê jî derbareyê bi hêz bûna rola Tirkiyê li navçeyê bê deng nabin. Îran û Hizbullah bi hemû hêzên xwe ve piştgiriya diktatoriya BAASê dikin, ku siyaseta qetlîamkirinê li ser gelê xwe bi rêva dibe û gefa dewlet û partiyên siyasî dixwin, ku piştgiriya serhildana gelê Suriyê dikin.

Suriyê jî welatekî Erebî ye. Lê belê zirufa siyasî û civakiya Suriyê ji rewşa Libya û Misirê cuda ye. Gelê Suriyê di warê nasnameya dînî û netewî da renga renk e û ev yêka hanê dibite sedema aloz bûna proseya guhartinê di vê welatê da.

 Li suriyê, yek ji hêzên rûkxistiyê serekî Kurdan in. Daxwaz û siyaseta partî û rûxistinên siyasî yên Kurdistana Suriyê gelek nêzîkê hev e. Di proseya guhartinê da, rêxistinên Kurdên Suriyê derbareyê serhildana gel halwesta xwe kirin yek, hevxebata xwe birin qonaxeka bilindtir û welatparêzên beşên din yên Kurdistanê jî piştgirî li helwesta hanê ya Kurdên Suriyê dikin.

Dewletên rojava ji helwesta hanê ya rêxistinên Kurdên Suriyê xweşhal in, lê belê dewletên navçe û Tirkiyê jê nigeran in û ditirsin. Li Tirkiyê û welatên Ereb behsa hendê tû kirin, ku eger rejima BAAS biruxe Suriyê wê bibe “Îraqa Dudo.” Tirsa Dewletên hanê ev e, ku piştî ruxana BAAS Kurdan li Suriyê azad û xweyiyê statuyek bin. Ew baş dizanin, ku azad bûna herdu beşên Kurdistanê (Başur û Başurê Rojava) tevgera azadiya Kurdistanê wê bi hêztir bike.

PSK pişta tevgera gelê Suriyê ji bona azadî û demokrasiyê digre, piştgiriya xwe li yekhelwestê û hevxebata partiyên Kurdên Suriyê nişan dide û ji wan dixwaze, ku yêkitiya xwe bi hûztir bikin.

Zengilê xeterê ji bona rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê jî lêdide

 Ji mêj ve rewşa aboriya İranê ji ber dorlêgirtina navnetewî xirab e. Hikumeta Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ji ber xirab bûna rewşa aboriyê, dawî bi alîkariya diravî anî, ku ji bona kirîna kel û pelên xwarinê didan bo gel. Bi vî awayî rewşa aboriya xalkê xiraptir, dengê îtîraza gel jî bilindtir bû. Ligel vê rastiyê, nakokî di nava desthilatdarên Cumhuriyeta Îslamiya İranê, bi taybetî cudayî di navbera Rebêrê Olî Xameneyî û Serokkomar Ahmedênejad kûrtir dibe.

Rejîma İslamiya Îranê, şuna ku bona çareser kirina pirsgirêkan hewl bide, wekî hemû diktatoran zilma xwe li ser xelkê zêdetir dike. Dijberên xwe digre, bi darve dike. Êrîş dike ser çalakvananên mafê mirov û teda li medya û ronakbîran dike. Bi kurtî tund û tijiya dewleta İran roj bi roj zêdetir dibe.

Rejîma Îslamiya Îranê baş dizane, ku piştî ruxandina rejîma BAAS dora wê tê û bona vê yêkê jî bi hemû kartên xwe ve dilêyze. Bi hemû hêzên xwe piştgiriya rejîma BAASa Suriyê dike. Bi destê Şîîyên Iraqê, ku siyaseta vê welatê destnişan dikin, zext li opozîsyona xwe û muxalefa Suriyê dike, ku Iraqê ne. Êrîşa serbazî li ser kampên Mucahidinê Xelk ji ber vê çendê ye.

Li Îranê hêzên rêkûpek û rêkxistî Kurd in. Cumhuriyeta Îslamiya Îranê bona pêşî lê girtina çalakiyên partiyên Kurdistana Rojhilat li Herêma Kurdistanê, alîkî va raste rast, alîkî va jî bi destê hikumeta Baxda fişar li ser hikumeta Herêma Kurdistane dike. Bi henceta hebûna bingehên PEJAK, êrîşa Herêma Kurdistanê dike.

Em li Îranê, bi darve kirina şoreşger û azadixwazan û tedayê rejîma İslamiya İranê li ser dijberê xwe û êrîşa wû bo ser Kurdistana Başurê protesto dikin. PSK li hember êrişa rejîma Îslamî, piştgiriya xwe li Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilat dubare dike û ji Dewleta Amerîkayê Yekbûyî û hikumeta Baxda û komel û saziyên navnetewî daxwaz dike, ku dengê xwe li hemberê êrîşa İranê bilind bikin.

Bayê guhartinê bi ser Herêma Kurdistanê da jî girtiye

Şovenên Ereb dewletên cîran gelek asteng derdixin pêşiya Herêma Kurdistanê. Lê belê pêşveçûna Herêm di warê cîvakî, siyasî, aborî û dîplomasiyê da, her berdewam e. Statuya Herêm wekî federasyon di Destura Iraqê da ci girtiye. Li Herêma Kurdistanê sazî û dezgeyên nû têne damezrandin, nusazî di dezgeyên heyî jî dikevine ber nûsaziyû. 

Cigir bûna aramî û asayiş li Herêma Kurdistanê û pêşketinên cîvakî û aboriyê, bûne sedema hendê, ku qedrê Herêm li navçe û di warê navnetewî da bilind be. Damezrandina pêyvendiyên diplomatîkî ligel gelek dewletan û vekirina gelek konsolxane li Hewlerê nişana vê rastiyê ne.

Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê, daxwaza çalakvanên pejirand, ku ji bona pêşkeş kirina daxwazên xwe derketibûne kuçe û kolanan. Serokatiya Herêma Kurdistanê ne tenê reva bûna daxwazan û çalakiyên aşitiyane pêjirand, her usa ji bona çareser kirina pirsgirêkan ligel çalakvanan û partiyên opozisyonê hevdîtin çêkir, bernameyên çaksaziyê amade kir. Ku ev yêka alîkî va qedrê Herêm li qada navnetewî da bilindtir kir û alîka va jî nişan da, ku Herêma Kurdistanê nimuneya demokrasiyê ye li navçeya rojhilata Navînê.

Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê hebûna pirsgirêkên civakî û aboriyê înkar nekir. Bi tundî neçûye ser xelk, ku ji bona daxwazên xwe derketibûne kuçe û kolanan. Rriya diyalogê ji bona çareser kirina pirsan girte ber. Ku, helwestên hanê li Başuê Kurdistanê ezmuna demokrasiyê bi hêztir kir û dike.

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, piştgiriya helwesta hanê ya Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê dike û daxwaz dike, ku bernameyên çaksaziyê bi pêgirî were ci be ci kirinê. PSK ji muhalefeta Kurdistan Başurê daxwaz dike,ku talebûn  xwe bi şiweyê aşitixwazî pêşkeş bikin.

Çareseriya bingehî li ser wekhevî dibe

Bûyer û pêşhatiyên, ku piştî hilbijartina 12’ê Xeziranê li Tirkiyê û Kurdistana Bakur qewîmine, carekî dinê nişan didin, ku heya pirsa Kurd neyê çareser kirinê, aramî û asayiş di wan welatan da cigir nabe.

Pirsa Kurd, PKK û “terora” wê berhema siyaseta dewleta Tirk in. Rast e, bi taybetî di dema hikumeta AK Partî da guhartinên girîng pêkhatin, ku guhartinên hanê her usa berhema xebata hêzên welatparêzên Kurd, demokrat û çepên Tirk û proseya Yêkitiya Ewropa ye. Lê belê, siyaseta dewleta Tirk yên, ku li ser bingeha “yûk dewlet, yûk welat, yûk ala, yûk ol ” hatiye damezrandinû, her berdewam e.

Pirsa Kurd pirseka netewî ye û naveroka wê jî dagir kirina mafên diyarî kirina carenusê gelek e, ku kevtirin gelê navçeyê ye. Çareseriya pirsa Kurd, wekî çareseriya pirsên netewiyên dinê, bi nasandina mafê diyar kirina çarenus ve dibe.

Bi gor bîr û baweriya me, di zirufa îro ya welat, navçe û navnetewî, guncavtirin şîweyê diyarî kirina mafê çarenus, damezrandina federasyon e li ser bingeha wekheviyê.

Pirsa Kurd, ku bandora xwe li ser pirsên dinê yên Tirkiyê datine, duhî bi siyaseta dewleta Tirk ya fermî ve nehatiye çareser kirinê, îro jî nayê... Bona çareser kirina pirsa Kurd, divê rê û olaxên nu bêne bi kar anin, ku heya îro nehatiye bi kar anin. Ev yêka jî dan û standin û diyalog e.

Ji bona, ku xebata çakdarî nemine, divê mecala xebata demokratîk bê fireh kirinê, ji bona ku gerilla ji çiya dakeve deştê û beşdarê jiyana sîvîl û xebata siyasî bibe, gavên micîd bêne avêtin. Divê derbareyê pêla nijadperestî, halwesta pêgir bê girtinê, girtiyên Koma Civakên Kurdistan-KCK bêne azad kirin û lûborineka siyasî ya bê qeyd û şert bê ragihandinê.

Yên ku dixwazin pirsa Kurd yên aloztir bûyî çareser bike, divê bi curet bin, xwe ji halwêstên tund dûr bigrin, rêz li beramberê xwe bigrin, zimanê nerm û diyalogê bi kar bînin.

Rewşa Ocalanê, ku têda ye, divê bê baştir kirinê, daku bikare bona çareser kirina pirsa Kurd rola xwe bilêyze. Divê PKK bizane, ku pêgir bûn li ser tund û tijiyê, ne xizmeta gelê Kurd da ye.

 Bi gor bîr û baweriya me êdî tu senger û deskevt yên, ku bibin berhema xebata çekdarî nemane. Ji bona rê xweş kirina çareseriya aşitiyane, PSK banga hikumeta AK Partî dike, ku pêşiya operasyonên erteşê Tirk bigre; banga PKK dike, ku dev jê çalakiyên çekdarî berde û vegere ser biryarê xwe ya agirbesê.

Pir mixabin “proseya rê li ber vekirinê”, ku 2 sal berê destpêkiribû, ji ber dudilî û pêgir nebûna AK Partî li hember êrîşên hêzên nijadperest û mîlîtarîst, bi serneket.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan banga AK Partiyê dike, ku di hilbijartina dawî da nivî dengan standiye, ji nû ve vegere ser “proseya rê li ber vekirinê” û li hember êrîşên nijadperest û mîlîtarist berxwe bide, proseya hanê ligel Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP), ku li Meclîsê ye û hêzûn din yên welatparêz û demokrat bi rêva bibe. PSK banga hêzên welatparêzên Kurdistan, dike ku piştgiriya proseya hanê bikin. PSK radigihine, ku wê piştgiriya her gavên wê bike, ku di vî warê da bavêje.

  Bizava netewî û demokratîk a gelê Kurd hezekî serekî ye di proseya demokrasî û guhartinê da. Li Tirkiyê xebata demokrasiyê bi hêztir kiriye, dike. Cigîr bûna demokrasî jî dibite zaminê deskevtên Kurd.

Ji bona serketina xebata azadî û demokrasiyê, divê pêyvendiya hêzên welatparêzên Kurdistana Bakur û aşitîxwaz, demokrat û şoregerên Tirk bê bi hêztir kirinê.

Li pêşiya me proseyeka gelek giring û hestyar heye, ku bi dafik û kemînan ve tijê ye. Ji bona nirxandina proseya hanê û yûkxistina halwestên rêxistinên Kurdan li ser destura nû, civandina konferanseka netewî wekî erkekî serekî li ber me ye.

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ji bona cigir bûna demokrasiyê, ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi şiweyê dadperwerî û aşitiyane, banga hûzên welatparêzên Kurdistan û aşitxwaz û demokrat û çepên Tirk dike, ku hevkarî û hevxabata hertimî pêkbînin, ji bona amede kirina destureka nû, ku pirrengî û pirdengiya Tirkiyê nişan bide û maf û azadiyên pêkhatiyên dînî û netewî biparezê û bibe alîkar daku pirsa Kurd bi rêka aşitî û diyalogê were çareser kirinû, destê xwe bidine hevdu.

  Divê berê me ligel berê bayê guhartinê be

Bayê proseya guhartinê, ku li seranserê dinyayê xwe bi şiklên cure cure nişan dide, li navçeya Rojhilata Navîn, ji ber zirufa taybetî yên vê navçeyê bûye bobelîsk.

Tevgera azadixwaziya gelê Kurd yê sadsaliyê, hezekî serekiyê navçe ye û proseya guhartinê bi hêztir kiriye, dike. Tiştekê siruştî ye, bandora bobelîska guhartinê li ser tevgera Kurd hebe.

Tevgera Kurd nabe li ber bobelîskê keve. Ji bona vê jî divê proseya guhartinê baş bixwîne, xebata xwe, şiweyê xebatê û daxwaza xwe bi gor prose û nirxên prose rêkbixe.

Girîngî dan bo warê siyasî û legal a xebatê, bi hêztir kirina rêxistinên sîvîl û xebat kirin azadiya hemû nasnameyên, ku bindest in û desteber kirina mafên wan, erkên serekî ne, ku proseya guhartîne li ber me daniye.

Bûyer û pêşhatiyên navçeyê, li ser rêxistinên welatparêzên seranserî Kurdistanê ferz dike, ku di heqê proseya guhartinê da halwesta xwe bikine yek, hevkarî û hevhebata xwe bi hêztir bikin.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, banga hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî dike, ku pêyvendiya navbera xwe bi hêztir bikin, bona damezrandina dezgeyêkê netewî û hevbeş xebat bikin, wekî gava yeka ji bona bi destxistina armanca hanê, bi qeyd û şert piştigiriya Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin, ku bona “Konferansa Partiyên Kurdistan” hewl dide.

Tebax 2011

 PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

**

Biryarên Kongreya Nehan a Partiya sosyalîst a Kurdistan

Biryar 1

Kongra me piştgiriya xebata guhartin, dij-diktatorî, azadî û demokrasiyê, ku bi ser Afrîqayê Başur navçeyê Ereb da girtiye, dike.

Biryar 2

Kongra me, piştgiriya xebata azadiya gelê Kurd li Îran û Suriyê dike. Piştgiriya xwe hevxebat û peymana rêxistinên Kurdîstana Suriyê nişan dide, ku li ser armancên hevbeş hatiye ava kirinê.

Biryar 3

Kongra me ji peşketinên aborî, siyasî û civakiya Kurdistana Başur û damezrandina dezgeyên netewî kêfxeş e. Kongra me di vê baweriya da ye, ku ci be ci kirina bermameyên reformê, wê demokrasiyê bi hêztir bike û piştgiriya hemû gavan dike, ku di vî warê da bêne avêtin. 

Biryar 4

Kongra me, xwe li Kurdistana Bakurê xudanê hemû deskevtên netewî, ku bi xebatên cure cure hatine bi dest xistinê, dizane. Kongra me carekî dinê jî radigihine, ku di hel û mercên îro da divê xebata azadiyê bi şiweyê aşitiyane were kirinê.

Biryar 5

Kongra me carekî dinê balê li ser pêkanina yêkitiyek li ser berjewendiya netewî di nava hêzên welatparêzen Kurdistana Bakurê da dikşine û girîng dibine, ku gotin û halwesta hêzên welatparêz bi gor armancê hanê bibe û ji wan dixwaze, ku ji bona pêkanina “Konferansa Netewiya Kurdistanê” hewl bidin.

Biryar 6

Kongra me radigihine, ku divê xebata xortan û jinan were xurttir kirinê, ji bona, ku jinan pirtir beşdarê bi rêva birinê bibin, divê prensiba ciyawaziya pozîtîf were ci be ci kirinê.

Biryar 7

Kongra me piştiriya hewlên guhartin û demokrasiyê li Tirkiyê dike, balê dikşine ser vê yêkê, ku çareser kirina pirsa Kurd bi şîkle aşitî û dadperwerî, girêdayiya destnişan kirina statuya Kurdistana Bakur e. Kongra me di vê bawerî da ye, ku eger dixwazin pekve bijin, divê sîsteme federal bêne ava kirin û Kurd karê xwe bi xwe bi rêva bibe. Kongra ma di vê bawerî da ye, ku di proseya amade kirina destureka nu da, divê hêzên welatparêzên Kurd li ser bi dest xistina mafêen netewî siyaseta hevbeş dest nişan bikin.

Biryar 8

Kongra me bo endamên Partiyê pêşniyar dike, ku di jiyan û xebatê da girîngî bidine bi kar anina zimanê Kurdî.

**

Bi boneya Kongireya 9’mîn a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Birêz Kek Mesûd Tek, Sekreterê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (bakûr)

Birêzan endamên rêberiyê û beşdarên kongireya 9’mîn a PSK

Silavek germ û birayane

Em bi dil û can lidarxistin û pêkhatina kongireya 9’mîn a partiya we pîroz dikin û hêvî dikin ku we kongireyek pir destkevt û serkevtî hebe û herweha bi destevtên mezin û hêja ve bi dawî bînin.

Girîngî û pûteya wê kongireyê serbarê taybetmendiyên her kongireyek we, zêdetir li vê yekê de xwe nîşan dide ku ev kongireye li demek hestiyar û hesastir ji berê tê pêkanîn û hûn bi hûrbînî û bi başî ji rewş û kawdana cîhanî, deverî û Kurdistanî haydarin; Herweha rastbînî û dûrbînî a we jî rêxweşker e ji bo nirxandina hemû aliyên vê zirûfa nû û mifahstandin ji hemû derfet û delîveyên jêhat bi qazanca rewşa Kurd bi giştî û Kurdistana Bakûr bi taybetî.

Em heval û birayên we ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêz û hurmet baştir a kongireyê û encamên baştir ên wê dikin û hevîxwaz in ku encamên kongireya we, geşe û pêşveçûna zêdetir a partiya dost û birayên me, partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi dûre be û biryarên bicî û kiryarên bibandor û bitesîrtir li pey xwe re bîne.

Li vê derfetê de serbarê bûna xwe ji riya vê peyamê û beşdariya heyeta nûneratiya me li kong2ireya we de, dîsan em tekezê li ser dostaniya kevnar û pêwendiya bihêz û berdewam ên PDK Îranê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikin. Pêwendiyên ku derbasbûyî nîşan daye çiqas paqij û saxlem bi manaya rastîn a peyvê û bi qasekê birayane û dostane bûne ku li pêvajoya xebatê de gelek caran xebatkarên w eli rex xebatkarên me li yek çeperê de cî girtine û li demên hesas de jî xwedî helwestên hêja û jêhatî bûne.

Carek din serkevtinê ji bo kongireya we û berdewamiyê li pêwendiyên dualî de dixwazin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

**

Berêz kak Mesûd Tek, Sekretêrê Giştî yê Partiya Bira (PSK)

Berêzan Endamên Kongirê 9an

Silav û rêz

Bi bona li darxistina Kongirê Partiya we ya bira (PSK), ez bi navê xwe û bi navê Komîta Navendî û bi navê hemî heval û dostên Partiya me (PDPKS), bi dilgermî we pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji karê kongirê we re dixwazim û bawer im ko ev kongir wê bi encam û biriyar û pêşniyarên giring derkeve. Çimkî ev qûnaxa ko miletê kurd bi tevayî û li Kurdistana Turkiyê bi taybet têre derbas dibe zor hestiyar û giring e, yê me jî d bînin ko Partiya we, ev Partiya xebatker û zengîn bi kadirên xwedî ezmûnek dirêj ji xebat û fedakariyê, dikare roleke mezin bilîze ji bo bi destxistina hemî mafên netewî bo miletê kurd, di bin siya sîstemek demoqratî û federalî de li Turkiya..

Yê me her û her serbilind bûn bi hevpeymaniya li gel we û her û her em xurt û bi hêzbûn bi pêwendî û têkiliyên biratiyê li gel we û em bawer in her wisa jî dimînin..

Em dizanin ko rewşeke siyasî taze li Turkiya bi rêve diçe, derfeteke mezin û buha li ber xebata miletê kurd û tevgera wî ya siyasî hatiye vekirin, lewma em hêvî dikin ko ev kongir bibe deriyek bo xurtkirina xebata we li hundirê welêt. Êdî dema xebata siyasî û demoqratî û aştîxwaz dest pêkiriye, û em dizanin ko yê we bi siyaseta xwe ya rast û durist dikarin bibin baştirin elternatîv di nav miletê xwe de..

Her bijin, serkeftin bo kongirê we yê 9an.

Ebdul Hemîd Derwîş
Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya

 

 
PSK Bulten © 2010